Çalakiya mertalên zindî ya li Qendîlê meha xwe tijî kir

Li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ciwanan li Qendîlê çalakiya mertalên zindî dabû destpêkirin. Meha vê çalakiyê qediya.

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer bi slogana ‘Serî li hemberî dagirkeriyê rake’ li Qendîlê çalakiya mertalên zindî hatibû despêkirin. Mehek ji ser vê çalakiyê derbas bû.

Di nava mehekê de ji bajarên cihên yên Başûrê Kurdistanê bi hezaran kes hatin serdana ciwanên çalakger. Gelek beşên civakî piştgirî dan çalakiya mertalên zindî ya ciwanan.

Ji ber ku mehek ji ser çalakiyê derbas bû, çalakiyek hate lidarxistin. Ciwanan piştî çalakiyên li Qendîlê daxuyanî dan çapemeniyê.

Serhildan Bamerdî daxuyanî xwend û got ku, “Çalakiya mertalên zindî ya ku me mehek berê dabû destpêkirin, bi hemû coşa xwe didome. Bi slogana ‘Serî li hemberî dagirkeriyê rake’ ciwanan Başûrê Kurdistanê me gelek mêvan ezimand. Ji niha û şûnde jî em ê berxwedana xwe bidomînin.”