'Çalakiya fedayî ya Zîlan pêşî li komployê girt'

Şopdarên gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci diyar kirin, ku wê bi çalakiya xwe pêşî li komplokeran girtiye û gotin, ew ê li ser şopa Zîlan bin.

Hevrêyên wê ragihandin, ku gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) bi xeteriya li ser Rêberê Gelê Kurd, gelê Kurd û têkoşîna azadiyê hesiya û çalakiya jiyaneke watedar pêk aniye.

Ji hevrêyên Zîlan Nûdem Xebat wiha axivî:

"Em hevala Zîlan bi rêzdarî bibîr tînin. Hevala Zîlan di 30'ê Hezîrana 1996'an de ev çalakî pêk anî. Cihê vê şehadetê di nava rêxisitna me de xwedî wateyeke gelekî cuda ye û heta roja îro dewam dike. Hevala Zîlan ev çalakî ji ber komploya navneteweyî û zextên li ser Rêber û gelê me, pêk anî. Bi rêya komployê xwestin hem Rêberê me hem jî gelê Kurd tine bikin. Komplo ji aliyê netewe dewletan û dewletên destekdarên wan -di nav de dewleta Tirk jî heye- li dijî Rêberê me û nirxên ji aliyê Rêberê me ve hatine afirandin hate kirin û heta roja îro jî dewam dike. Lê belê hevala Zîlan, ji ber ku pêşdîtinên wê yên dîrokî xurt bû, zû bi vê komployê hesiya û fêhm kir. Bi vê zanebûn û hişmendiyê çalakiyeke bi vî rengî kir. Hevrê Zîlan bi rêya vê çalakiya xwe, pêşî li vê komployê girt û dilsoziya xwe ya bi Rêbertî re bi awayekî zelal raxist pêş çavan. Bi vê çalakiyê re encamên gelekî girîng û mezin bi dest ketin.

'RUH Û SERKETINA WÊ DIDOME'

Ruh û serketina vê çalakiyê heta roja îro dewam dike. Ji ber ku ev çalakî heta roja îro encamê dafirîne, zarokên Kurd ên tevlî nava refên me dibin, kodê Zîlan digirin. Ne tenê nav radikin, her wiha hewl didin rêbaza jiyanê, feraseta wê û dilsoziya wê ya bi Rêbertî re jî di şexsê xwe de bafirînin. Dibe ku di roja me ya îro de yekser çalakiyeke bi wî rengî nayê kirin, lê belê gelê Kurd navê Zîlan li zarokên xwe dike û bi vî rengî hest û têkoşîna Zîlan a li dijî dewletê didomîne. Bi berxwedana li dijî zor, zehmetî û îşkenceyê, bi çalakiyên fedayî û têkoşîna li dijî zilmê re xeta Zîlan dewam dike. Hem di çalakiyên fedayî de, hem di şerê giran û xweparastinê de em ê di çarçoveya van esasan de têbikoşin. Çalakiya hevala Zîlan jî li ser van esasan bû û weke gerîlayên YJA Starê em ê têkoşîna xwe li ser vê xetê bidomînin."

'EM Ê LI SER XETA ZÎLAN, RÊBERÊ XWE Û GELÊ XWE AZAD BIKIN'

Xebat got, "Gelek hevalên me hene, ku li ser rêya heval Zîlan tekoşiyan û çalakiyên fedayî kirin" û wiha dewam kir:

"Weke jinên Kurd û gerîlayên YJA Starê, her ku em hevala Zîlan bibîr tînin ev ruh ji nû ve zindî dibe û di vê çarçoveyê de gavên mezin tên avêtin. Destpêkirina pêngava heval Bedran Cûdî û heval Nalîn Mûş jî, dewama çalakiya heval Zîlan e û meşa li ser wê xetê ye. Bi rêya van çalakiyan, têkoşîn û xeta hevala Zîlan bi cih tê anîn. Armanca hevala Zîlan û hevalên şehîd bi cih tê anîn. Ev çalakî ji bo me gelekî girîng e. Ne tenê ev çalakî, bi hezaran şehadetên di nava PKK'ê de rû dan ji bo me gelekî girîng in. Hevala Zîlan weke jineke Kurd teslîmiyet qebûl nekir. Em jî weke jinên Kurd û gerîlayên YJA Starê, em ê bidin ser şopa hevala Zîlan û xewn û xeyalên hevrê Zîlan ên ji bo birêvebirina xeta azadiyê ya jinê, bi cih bînin. Em ê li ser xeta hevala Zîlan, Rêberê xwe û gelê Kurd azad bikin. Em ê heta dawiyê li ser vê xetê têbikoşin. Heval Zîlan di çarçoveya felsefeya Rêbertî de, di çarçoveya felsefeya azadiya jinê de meşiya û em ê jî li ser vê xetê bimeşin. Em ê heta dawiyê xwedî li hevala Zîlan derkevin."

'HEVALA ZÎLAN XWEDAWENDA ME YE'

Gerîlaya YJA Starê Nûdem Xebat di dawiya axaftina xwe de bibîr xist, ku li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîn dewam dike û got, "Li çar parçeyên Kurdistanê ev ruh û fedayîtî tê dîtin. Dema mirov li salek beriya niha binerin dibînin, ku îşkence li gelê me hate kirin, lê gelê Kurd serî li ber ti ji van netewand û têkoşîna xwe her tim dewam kir. Gerîlayan jî her tim çalakiyên xwe dewam kirin û ti carî dest ji têkoşînê bernedan. Ev tê wateya dewamkirina heman têkoşînê. Çalakî tên lidarxisitn û li dijî hemû zehmetiyên dewletê têkoşîn tê dayin. Mînaka ku Rêbertî dibêje, hevala Zîlan Xwedawenda me ye. Bi ruhê hevala Zîlan, hevala Bêrîtan, hevala Nalîn, hevalê Bedran û bi bi hezaran hevrêyên me yên şehîd, em ê ti carî ji têkoşînê venegerin, em ê nehêlin têkoşîn qels bibe. Li ser vê bingehê em ê van hevrêyên xwe timî bibîr bînin û têkoşîna wan bidomînin."

'RÊBERTÎ BI GELÊ KURD RE BÛ YE'

Gerîlayê HPG'ê Şiyar Mûş anî ziman, pêvajoya heyî dişibe pêvajoya sala 1996'an û got, "Dewleta Tirk dixwaze têkoşîna gelê Kurd, felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, vîna gelê Kurd û Oclaan tine bike." Mûş wiha dewam kir:

"Armanca sereke ya hemû hêzên navneteweyî û dewleta Tirk, kirina komployê li dijî Rêbertî bû. Bêguman ji vê encam negirtin. Ji ber ku Rêbertî bi gelê Kurd re bûbû yek. Felsefeya Rêbertî ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelan û hemû nirxan bû. Şervanên azadiyê û gerîla li ser van esasan bûn yek wicûd. Me, li ser van nirx û vê felsefeya Rêbertî xwe bi rêxistin kir. Ev çalakiya hevrê Zîlan çalakiyeke ji rêzê nebû. Ruhê çalakiya dîrokî, gelek nirxên mezin afirand. Ji bo gelan bû hêvî û bawerî. Bi vî ruhî re bi hezaran şervanan xwe ji nû ve afirandin.

Yek ji van heval Şehîd Axîn Meşkan e. Hevrê Axîn jî ji bo nekeve destê dijmin xwe ji zinar avêt. Polîtîkaya di sala 1996'an de hate meşandin heman polîtîka îro tê meşandin. Armanca bingehîn a va polîtîkayan tinekirina Rêbertî ye. Îro li ser Rêbertî tecrîdeke giran heye û bi ti awayî agahî ji Rêbertî nayê girtin. Armanc ji vê yekê ew e; felsefeya Rêbertî, hemû nirxên gelê Kurd werin tinekirin. Çalkaiya hevala Zîlan hêzê dide me. Haya me ji rastiya me, ji rastiya têkoşînê çêdibe û bi vê yekê re bawerî û hêviya me zêde dibe. Bi vê hêvî û baweriyê em ê bi ser bikevin. Heval Zîlan hem bi kesayetî hem jî bi çalakiya xwe bû hêviya gelan. Gelê Kurd dixwaze bi felsefeya Rêberê me bigihêje armanca xwe. Dijmin pê hesiya ku li pêşberî felsefe û nêrînên Rêbertî nikare bi hêsanî tevbigere. Xwestin me ji her alî ve teslîm bigirin û tine bikin, lê ji wan nehat. Bi hemû teknîka xwe xwest me tine bikin, lê nekarî bikin. Bi hemû derfet û alîkariya navneteweyî êrîşî gelê me û Rêberê me dikin. Di wê pêvajoyê de çawa ku hevala Zîlan li ber her şêwe komployan rabû û xwe kir goga ji agir, îro jî heval Bedran Cûdî û heval Nalîn Mûş di heman rêyê de têkoşiyan û şehîd bûn. Li ser navê heval Bedran Cûdî û heval Nalîn Mûş pêngav hate destpêkirin û ev pêngav bi ser ket. Dewleta Tirk digot, 'gerîla qediya û têkçû'. Lê belê bi vê pêngavê re yê têkçû dewleta Tirk bû. Bi mayinên me li binê wan bi cih kirin re me nîşanî wan dan ku em neqediyane. Bi vê mayinê re serûbin bûn. Ev pêngav wê dawiyê li dijmin bîne. Weke şervanên azadiyê em ê jî li ser şopa heval Zîlan, heval Bedran û heval Nalîn bin."