Çalakgerên li Amedê rakirin nexweşxaneyê

Wekîlên HDP'ê jî di nav de çalakgerên li Amedê rakirin nexweşxaneyê.

Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîdê bi dawî bûn.

Parlamenterên HDP'ê Tayîp Temel, Dersim Dag, Mûrat Sarisaç û aktîvîst Sevcan Yaşar û Sedat Akin dawî li greva birçîbûnê anîn û rakirin nexweşxaneyê. Tedawiya çalakgeran wê li Nexweşxaneya Memorialê bê kirin.

Ya ku destpêkê Akin pîroz kir, dayika wî Gulluşah Akin bû. Akin kurê xwe hembêz kir û got, "Serê kurê min bilind e."