8 girtî hatin sirgûnkirin

Ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê 8 girtî sirgûnî girtîgehên din hatin kirin.

Ji Girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa T a Rihayê Kasim Kartaş, Zubeyîr Paksoy, Ferhat Çîftçî, Mehmet Çelîk, Mehmet Tahir Ozcan, Orhan Orak, Zana Mazak û kesekî din ê navê wî nehate zanîn, 14’ê Tîrmehê hatine sirgûnkirin.

Ji girtiyan Kasim Karataş, sirgûnî Girtîgeha Tekîrdag a Hejmar 2 a Tîpa F, Zubeyîr Paksoy jî sirgûnî Girtîgeha Kocaelî, Zana Mazak jî ji bo Girtîgeha Tîpa F a Bolû, Emrûllah Orûç jî sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê hatin kirin, lê nehate zanîn her 4 girtiyên din sirgûnî kû kirine.

Hate ragihandin ku girtiyên hatine sirgûnkirin li girtîgehên lê 14 rojan hatine karantînekirin.

Berî niha ji ber mercên xirab ên girtîgehê greva birçîbûnê ya bê demû bêdorveger hatibû destpêkirin, li ser qebûlkirina daxwazan a ji aliyê rêveberan ve dawî li çalakiyê hatibû anîn. Ji girtiyên hatin sirgûnkirin Emrûllah Orûç û Mehmet Tahir Ozcan di nava kesên ketibûn greva birçîbûnê de bûn.