32 sal in xwîn ji birîna Helebçeyê tê

Komkujiya Helebçeyê beşek ji qirkirina Kurdan bû ku navê Operasyona Enfalê lê hatibû kirin. Bi dehan sal di ser re bihurîn, hîn jî xwîn ji birînê tê.

Beriya niha bi 32 salan zêdeyî 5 hezar mirov ji aliyê rejîma Saddam ve bi gazên kîmyewî bi rengekî hovane hatin qetilkirin. Komkujiya Helebçeyê beşek ji qirkirina Kurdan bû ku navê Operasyona Enfalê lê hatibû kirin. Bi dehan sal di ser re bihurîn, hîn jî xwîn ji birînê tê.

Rêveberiyên Iraqê ku bi darbeyan dihatin ser kar, bi hinceta têkoşîna Kurdîtiyê ya li Başûrê Kurdistanê her tim komkujî kirin. Êrişên herî giran jî piştî sala 1975'an dest pê kirin. Êriş piştî peymana ji bo çareserkirina nakokiyên navbera Îran û Iraqê dest pê kirin.

Di sala 1975'an de DYE ji bo nakokiyên navbera Îran û Iraqê çareser bike her du welat li Cezayîr li hev civandibû. Di encama hevdîtinên navbera her du welatan de, li hev hate kirin ku hin herêm weke herêma tampon bin û bi vî rengî pirsgirêka sînor hatibû çareserkirin. Ev peyman ji aliyê Kurdan ve weke "Aş Betal" hate binavkirin. Beriya ku ev peyman bê ragihandin balafirên şer ên Iraqê ji Silêmaniyeyê heta Behdînanê, ji Qendîlê heta Xakurkê, Zap, Garê li seranserê Başûrê Kurdistanê bombe li gund, bajarok, navçe, bajar û çiyayan barandin. Bi hezaran gund hatin valakirin. Gundên hatin valakirin ji aliyê leşkerên Iraqê ve hatin şewitandin. Beşek ji hêzên pêşmergeyan xwe vekişandin Bakurê Kurdistanê, beşekî berê xwe da Rojhilatê Kurdistanê, beşek jî vekişiyan çiyê.

QIRKIRINA ENFALÊ

Bandora Aş Betal salên dûr û dirêj dwam kir. Ahmet Hesen Bekir ku di sala 1978'an de bi rêya Saddam Huseyîn bû desthilatdar, li derdora Hewlêr, Ranya, Silêmaniye, Zaxo û Duhokê kamp ava kir. Mirovên ji şewitandin û valakirina gundan rizgar bûn bi zorê li van kampan hatin bicihkirin. Yên ku gundên xwe neterikandin jî ji aliyê leşkeran ve bi zorê ji gundan hatin derxistin û li van kampan hatin bicihkirin.

Di dawiya sala 1978'an de Saddam Huseyîn Ahmed Hesen Bekir ji desthilatdariyê daxist, ku wî bi xwe ew kiribû desthilatdar. Saddam jî komkujiyên Enfalê yên ji aliyê Bekir ve li dijî Kurdan dest pê kirin dewam kir. Enfala destpêkê ya sala 1982'an çar salan dewam kir.

Saddam her wiha ragihand ku ew peymana Cezayîr nas nake, sînorê di çarçoveya vê yekê de hatine destnîşankirin qebûl nake. Bi vî rengî dest bi amadekariya şerê li dijî Îranê kir. Di mehên navîn ên sala 1979'an de şerê 9 salan dest pê kir ku weke şerê navbera Îran û Iraqê hate binavkirin, lê di rastiya xwe de li xaka Kurdistanê hate meşandin.

Di sala 1988'an de bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî şer hate qedandin. Lê belê di demekê de ku şer li ber qedandinê bû, hem Îran hem jî Iraqê hêzên xwe li dijî Kurdan xistin çeperan.

EL MECÎD: EZ Ê 15 ROJAN BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ ÊRIŞ BIKIM

Alî Hasan El Mecîd ku navê Kîmyasal Alî lê dihate kirin, di 26'ê Gulana 1987'an de li pêşberî rayedarên Partiya Baasê ev daxuyanî dabû: "Dema ku me sirgunî qedand, em ê li her cihî êrişî wan (pêşmerge) bikin (...) Em ê li herêmên biçûk dorpêç bikin û bi çekên kîmyewî êriş bikin. Ez ê ne tenê rojekê bi çekên kîmyewî êrişî wan bikim, ez ê 15 rojan êriş bikim."

Ev proje bû sedem ku kampanya Enfalê ya qirker a ji şeş qonaxan bi cih bê anîn ku di Sibata 1988'an de dest pê kir û heta Îlona 1988'an dewam kir.

Bi vî rengî çend meh beriya bidawîbûna şerê navbera Iraq û Îranê, Saddam kêmbûna şer ji bo xwe weke firsendekê dît û di 15'ê Adara 1988'an de bi çekên kîmyewî êriş bir ser Helebçeyê 5 hezar Kurd bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Di dema operasyona Enfalê de derdora 200 hezar mirovên Kurd hatin qetilkirin. Di dema vê qirkirinê de 90 ji sedî yê gundên Kurdan hatin hilweşandin.

32 SAL DI SER RE DERBAS BÛN, HÎN JÎ XWÎN JI BIRÎNÊ TÊ

Di ser komkujiya Helebçeyê re 32 sal derbas bûn. Lê belê Helebçe hîn jî birîna Kurdan e ku xwîn jê tê. Dema ku komkujî hate kirin deng ji qada navneteweyî nehat. Wê demê Yekîtiya Sowyetê, welatên rojavayî û cîhana Ereban hemûyan li dijî Îranê piştgirî didan rejîma Iraqê. Tenê Fransayê bi daxuyaniyekê bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kir. Neteweyên Yekbûyî di 26'ê Nîsana 1988'an de bi rengekî erzan not kir ku Iraq û Îranê çekên kîmyewî bi kar anîne.

EW TENÊ JI MALBATÊ MAYE: ARAS ABÎD EKREM

Piştre lêkolîn hate kirin ku di komkujiya Helebçeyê de çend kes hatine qetilkirin, çend kes winda ne û çeka kîmyewî bandor li çend kesî kiriye. Yek ji saziyên ku ev kar kir jî Komeleya Qurbaniyên Çekên Kîmyewî ye ku navenda xwe li Helebçeyê ye.

Komeleyê di encama karê xwe yê bi salan de eşkere kir ku di komkujiyê de 5600 kes hatine qetilkirin. Li gorî daneyê ku komeleyê eşkere kir, bi dehan zarokên ku ji bo ji komkujiyê rizgar bibin reviyan Rojhilatê Kurdistanê hîn agahî ji wan nayê girtin.

Her wiha di encama lêkolînê de eşkere bû li Helebçeyê herî kêm kesek ji malekê bi çeka kîmyewî hatiye qetilkirin.

Ji ber komkujiyê bi dehan malbat bi temamî ji holê rabûn. Ji 31 malbatan jî tenê kesek ma. Yek ji wan jî Aras Abîd Ekrem e ku serokatiyê ji Komeleya Qurbaniyên Çeka Kîmyewî ya li Helebçeyê re dike.

Aras Abîd Ekrem têkildarî salvegera 32'emîn a Komkujiya Helebçeyê axivî û rêveberiya Kurd û partiyên Kurdan rexne kir. Ekrem her wiha nerazîbûn nîşanî hêzên navneteweyî da ku ya hate kirin weke qirkirina Kurdan qebûl nekirine û bi vî rengî li Bakur, Rojava û Rojhilat pêşî li qirkirina Kurdan vekirine.

EKREM: ŞERÊ DESTHILATDARIYÊ YÊ PARTIYAN BÛ SEDEMA KOMKUJIYAN

Ekrem destnîşan kir ku ji ber partî, rêxistin û hêzên Kurdan nebûn yek, komkujî hate kirin.

Ekrem diyar kir, ji ber şerê desthilatdariyê yê navbera partî û rêxistinên Kurdan, di serî de helebçe li gelek deveran komkujî li Kurdan hate kirin û got, "Ji ber ku siyaseteke wan a ji bo yekîtiyê, têkoşîneke bi rengê yekîtiyê nebû, felaket bi serê me ve hatin."

'HÊZÊN NAVNETEWEYÎ HEVPARÊN QIRKIRINÊ NE'

Abîd Ekrem hêzên navneteweyî bi rengekî tund rexne kir ku qetilkirina bi hezaran kesî bi çekên kîmyewî hîn jî weke qirkirinê nabînin, weke encameke şerê Îran û Iraqê dibînin û got, "Sedemeke vê nêzîkatiyê jî lihevnekirin, nakokî û nebûna yekîtiyê ya navbera partiyên me ye. Ev aliyekî meseleyê ye. Aliyê din ê girîng jî hevkariya hêzên navneteweyî ye ku çekên kîmyewî firotin Saddam Huseyîn. Hêzên navneteweyî zanin ku ne tenê Saddam Huseyîn ji vê komkujiyê berpirsyar e, ew bi xwe jî ji komkujiyê berpirsyar in, lewma weke Qirkirina Kurdan nabînin."

'JI BER KU PARTIYÊN KURD NEBÛN YEK...'

Ekrem destnîşan kir ku ji bo pêşî li komkujiyên li parçeyên din bê girtin divê partî û rêxistinên Kurd bibin yek, lê belê vê yekê nakin û ji ber vê jî li parçeyên din gelek caran komkujî hatin kirin.

Abîd Ekrem got, "Piştî ku Saddam Huseyîn hate hilweşandin eger rêveberiya Kurd a li Başûr karîbûya komkujiyên li Helebçe, Barzan û deverên din ên Başûr bigihanda qada navneteweyî, eger karê siyasî û dîplomatîk ji bo vê yekê kiribûya, wê îro li parçeyên din, li Bakur, Rojhilat, Rojava komkujî nebûya, wê li Şengalê komkujî nebûya."

'MESELEYEK DI SER PARTIYAN RE YE'

Abîd Ekrem diyar kir ku birîna bi komkujiya beriya 32 salan vebû hîn jî nehatiye pêçandin, mîna roja destpêkê xwîn jê tê û got, "Li Helebçeyê ji 31 malbatan tenê kesek maye. Li her malbatê şehîdek heye. Li hin malbatan 12 şehîdên xwe hene. Bi dehan zarok winda ne. Piştî bombardûmanê derbasî Îranê û Rojhilat bûne, piştre venegeriyane. Nayê zanîn ku sax e yan nexas in."

Ekrem destnîşan kir ku ev mesele di ser partiyan re ye û got, "Partiyên me divê bi vê zanibin û li gorî wê têbikoşin. Ji bo Qirkirina Kurdan bi hêzên navneteweyî bidin qebûlkirin divê bixebitin."