26 siyasetmedar nehatin berdan

Di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ de 26 siyasetmedarên ku hatibûn girtin, nehatin berdan.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 26 siyasetmedarên HDP’yî bi îdiaya “Lêpirsîna Kobanê” ji aliyê Dadgeha Enqereyê ve hatibûn girtin. Li ser dosyeya girtina 26 siyasetmedaran lêkolîn hat kirin.

Dadgeha Cezayê Sulhê ya 6’emîn a Enqereyê li ser girtina siyasetmedar Demîrtaş, Yuksekdag, Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak, Aysel Tûglûk û Nezîr Çakan lêkolîn hat kirin.

Dadgehê derbarê siyasetmedaran de biryara dewama girtina siyasetmedaran da.

Parêzerên siyasetmedaran li dijî girtinê îtîrazî Dadgeha Cezayê Sulhê ya 7’emîn a Enqereyê kiribûn û dadgehê daxwaza parêzeran red kir.

Demîrtaş û Yuksekdag di 20’ê Îlona 2019’an de di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de hatibûn girtin.

20 siyasetmedarên din jî di 25’ê Îlona 2020’an de di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” hatin girtin. Dadgeha Cezayê Sulhê ya 4’emîn a Enqereyê li ser girtina siyasetmedaran lêkolîn pêk anî. Dadgehê piştî lêkolînê derbarê van her 20 siyasetmedaran de jî biryara dewama girtinê da. Îtîrazî biryarê li dadgeha bilindtir hat kirin, lê îtîraz dîsa hat redkirin.

Navê siyasetmedarên lêkolîna girtinê li ser wan hat kirin wiha ne: Nazmî Gur, Beyza Ustun, Ayla Akat Ata, Îbrahîm Bînîcî, Emine Ayna, Bîrcan Yorulmaz, Berfîn Ozgu Kose, Dîlek Yagli, Can Memîş, Gunay Kubilay, Bulent Parmaksiz, Pervîn Oduncu, Îsmaîl Şengul, Mesut Bagcik, Ayşe Yagci, Cîhan Erdal, Zekî Çelîk, Alî Urkut, Ayhan Bîlgen, Alp Altinors.