2. festîvala Şehîd Genco bi dawî bû

2’emîn Festîvala Çand û Huner a Şehîd Genco ku li bajarokê Dûkan ê girêdayî Silêmaniyê hate lidarxistin, bi dawî bû.

2’emîn Festîvala Çand û Huner a Şehîd Genco ku bi dirûşmeya ‘Xiyanet û dagirkeriyê tine bike û Rêber Apo azad bike’ li bajarokê Dûkan ê girêdayê parêzgeha Silêmaniyê ku îro saet 10:00’ê destpê kir, di saet 16:00’ê de bi dawî bû.

Di derbarê armanc û lidar xistina festîvalê de endama komîteya amadekar a festîvalê, Mîtra Pênciwênî ji Rojnews re axivî, û wiha got: “Weke Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê sala duyemîne ku vê festîvalê lidar dixin. Ev jî ji bo parastina çand û hunera gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê ye. Em dixwazin her sal li herêmek cuda ya Başûrê Kurdistanê lidar bixin.”

Pênciwênî di dewama axaftina xwe de wiha ev tişt got: “Di vê festîvalê de çend komên mûzikê, şano, govend û hunerî derketin ser dîkê û hunera xwe pêşkê kirin. Her wiha çend pêşangehên wêneyan hatin vekirin. Ev ji bo parastina çand gelê me ku em naxwazin çanda ti welatek dagirker li ser ciwanên me bandora xwe bide çêkirine.”

Di dawiyê de jî Mîtra Pênciwênî got ku ji gelemperiya Başûrê Kurdistanê komên hunerî û kesayet tevlî festîvalê bibûn.