BI DÎMEN

‘1915’an de Ermenî û Kurd bi hev re hatin qetilkirin’

Welatiyê bi navê Habîp Sagnic ê di sala 1915’an de şahîdiya qirkirina Ermeniyan kir diyar kir ku Împratoriya Osmaniyan di sala 1915’an de bi milyonan Ermenî qetilkirin û jin û zarokên Ermeniyan di bazaran de firotin.

 

Di 24'ê Nîsana 1915'an de li dijî Ermeniyan qirkirin pêk hat. Bi milyonan Ermenî hatin qetilkirin û bi milyonan Ermenî ji cih û warên xwe hatin sirgûnkirin. Welatiyê bi navê Habîp Sagnic  (90) ku li navçeya Tatwanê ya Betlîsê dijî û şahîdiya qirkirina Ermeniyan kiriye ji ANF’ê re axivî.  

'KURD HATIN LÎSTIKA OSMANIYAN'

Sagnic diyar kir ku Osmaniyan bi lîstikên xwe yên şerê qirêj di sala 1915’an de di nava Kurdan û Ermeniyan de şerekî navxweyî da destpêkirin û wiha axivî: “Di salên 1915’an de gelên Ermenî ji nava xwe, weke gerîlayên azadiyê yên ku niha li serê çiya li ber xwe didin,  kesên fedekar derxistin û wan fedekaran berên xwe dan çiya û ji bo azadiya xwe li ber xwe dan. Piştî demekê gelên Ermenî bi rûspiyên gelên Kurd re hatin ba hev û ji wan daxwaz kirin ku neyên lîstika Osmaniyan. Gelên Ermenî bi dehan caran ji Kurdan re got û dibare kir, ‘Heger îro dora me ye, sibê dora we ye. Werin em destê xwe bidin hev û ji bo mafê xwe li ber xwe bidin.’ Piştî van gotinên Ermeniyan, gelên Kurd guh neda wan û ji bo wan gotin, ‘Na, baweriya me û we ji hev cudaye. Em nikarin bikevin dibin fermana we.’ Şoreşgerên Ermenî yên ku bi fedekarî berxwedan dikirin bi hemû têkoşîna xwe li ber xwe dan. Mezinê demê yê Ermeniyan ji Wanê bû û navê wî Aram Paşa bû. Seyda Alî jî serokwezîrê wan bû. Her wiha pîrê bi navê Bekir hebû û ew jî herdem li gundê Xorosê bû. Ermenî û Kurd bira bûn lê Osmanî ketin navbera wan de û şerê birakujî pêk anîn."

‘SULTAN ABDULLHAMÎT FERMANA KUŞTINÊ DA’

Sagnic da zanîn ku di dema qirkirinê de gelek Kurd jî hatin qetikirin û wiha pê de çû: “Hecî Musa Bekir di wê demê de ji bo şer çênebe soz dabû Ermeniyan, lê belê Bekir li ser soza xwe nerawesta û nêzî 40 Kurd kuştin. Sultan Abdulhamît jî di heman rojê de bi ferman da û got, ‘kesên Ermeniyekê bikuje ew ê bi xeleta jinek û zarokek Ermenî were diyarî kirin.’ Gelên herêmê jî guh da fermana Sultan Abdullhamît û dest bi nêçîra kuştina gelên Ermenî kirin. Ermeniyên dîtin ku nikarin li herêmê bijîn gelek ji wan berê xwe dan Erîwanê û gelek ji wan jî baweriya xwe guherandin. Gelek Ermeniyên di wê demê de li Wanê dijiyan jî xwe sipartin Aram Paşa û pişt re jî Aram Paşa bi xwe jî herêm terikand. Piştî şerê cihanê yê yekemîn derket, kurê Alî Şanlî Paşa, Abdulrezzak ango begê Botanê bû bi Alî Şanli Paşa re keçek Ermenî zewicand. Abdulrezzak jî xwedî artêş û bi hêz bû. Dema ku şerê cîhanê yê yekemîn pêk hat, Osmanî jî ji hev belav bûn. Piştî belavbûna artêşê, Abdlrezzak dibêje, ‘hûn artêşek leşker bide min ez ê herim gelê xwe rizgar bikim û bînim dibin fermana we de'.”

 ‘KURD Û ERMENÎ BI HEVRE HATIN QETILKIRIN’

Sagnic daxuyakirin ku di sala 1915’an de hemû kesên li herêmê, gelên Ermenî weke dijmin didîtin û wiha axaftina xwe dom kir: “Leşkerên Osmaniyan dema li herêmê Ermeniyek didîtin ew yekser qetil dikirin û agir berdidan malên wan. Osmaniyan bi planên xwe yên şerê qirêj şerekî kûr xiste nava gelên Ermenî û Kurdan de. Di wê demê de nêzî 800 hezar Kurd di qirkirinê de hatin qetilkirin. Piştî demekê Abdurrezak Paşa ji mezinê Ermenîyan re nameyek şand. Mezinê Ermeniyan yê wê deme Selahattîn bang li gelên Kurd û Ermenî kir û got, ‘Bila ti kes ne reve û axa xwe ne terikîne. Bila em li ser axa xwe koçber nebin.’Leşkerên Osmaniyan wê demê gund, navçe û bajarên Ermenî lê dijiyan tev şewitandin. Wê demê Mustafa Atatûr digot vaye me herêmên Ermeniyan tar û mar kirin, min geliyê zîlan bê nefes hişt. Li Tetwanê jî gelek gundên Ermeniyan hebûn, lê bi qirkirinê re hemû li ser axa xwe koçberbûn.”

‘QIRKIRINA HERÎ MEZIN LI SER JINA ERMENÎ BÛ’

Sagnic di dema qirkirinê de jî bal kişand li ser têkoşîna jinên Ermenî û ev tişt got: “Di dema qirkirinê de jinên têkoşer ên Ermenî textîkên herî balkêş pêk dianî.  Li aliyekê komkujiya herî mezin li ser jinên Ermenî hat pêkanîn. Jin di qirkirinê de weke amûrekî şer dihat karanîn.  Leşkerên Osmaniyan jinên Ermenî tecawûz dikirin û bi laşê wan dilîstin. Jinên Ermenî ji bo leşker nêzî wan nebin, xwe dinava ax û heriyê de didan. Ji bo bêhna nexweş ji wan bê û leşker nekarin nêzî wan bibin. Di têkoşîna Ermeniyan de rûlê jina Ermenî gelek girîng bû.”

NOKERÊN OSMANIYAN ALAYÊN HEMÎDIYAN

Împratoriya Osmaniyan di sala 1915’an Ermenî qetil kirin. Di dema şerê yekemîn ê cîhanê de dewletên Îtilaf ên ku serêkşiya wan Fransa û Îngîltere dikir ji bo ku Xirîstiyanan li hember Împratoriya Osmaniyan bikar bîne, di serî de bi Ermeniyan û gelê Rojhilata Navîn re kete nav peywendiyê. Bi vî awayî xwest ku gelê herêmê yên di bin desthilatdariya misilmanan de li hember Osmaniyan bikar bînin. Li hember vê planê Îngîltere bi Alayên  Hemîdiyê ku pêk dihatin ji hinek eşîrên Kurd ên ku nokertiya Osmaniyan dikirin, polîtîkaya ‘qirkirina gelan bi destê hevdû’ meşand. Li gor vê yekê li hember gelên ku serhildanê dikin yan jî îhtîmala serî rakirina wan heye, dest bi pêkanînên bê rehman kirin. Yek ji van pêkanînan jî di sala 1915’an li hemberî gelê herî qedîm ê herêmê Ermeniyan pêk hat. Wê demê bi destê Alayên Hemîdiyê hêjmar ne zelal jî be nêzî Milyonek Ermenî hatin qetilkirin. Bi milyonan jî ji cih û warê xwe bûn û hatin sirgûnkirin.