16 meh in cenazeyê gerîla nadin malbatê

Cenazeyê Serhat Kaya yê ku li Colemêrgê di êrîşa hewayî de şehîd bûbû, 16 meh in nadin malbatê.

Di 18'ê Tebaxa 2019'an de li Herêma Talê ya Colemêrgê di êrîşeke hewayî de 2 gerîlayên HPG’ê şehîd bûbûn.Yek ji vana Serhat Kaya bû. 16 meh in cenazeyê Kaya radestî malbata wî nekirine. Malbat ji bo cenaze werbigire serî li dozgeriyê daye, lê belê cardin jî cenaze radestî malbatê nekirine û malbat werê difikire ku cenazeyê kurê wan hatiye parçekirin.

GUNDIYAN HIN PARÇEYÊN BEDENA MIROVAN DÎTINE

Birayê wî Kenan Kaya, anî ziman ku serlêdan kiriye lê belê heya niha ji bo DNA'yê xwîn ji wan nehatiye stendin. Kaya, diyar kir ku dozgeriyê nivîsek ji jendirmeyan re nivîsandiye, lê belê jendirmeyan îddîa kiriye ku ji ber ku herêm "herêmeke qedexe ye” nikarin xwe bigihînin cenaze. Kaya, destnîşan kir ku li herêma ku hatiye bombebarankirin du baregehên leşkerî hene û nêzî gundê Talê ye. Kaya, bilêv kir ku gundiyên herêmê hin parçeyên laşê mirovan dîtine û li cihê ku dîtine jî veşartine.

Kaya, bang li kesên ku îdia dikin zarokên wan hatine "revandin" û ev demeke li ber avahiya HDP'ê ya Amedê rûniştine jî kir û got: "Cenazeyê birayê min bi qasî 30 kîlometreyan dûrî min e, nikarim werbigirim. Cenazeyê me radestî me nakin. Vê rastiyê bibînin, berbayî lîstika wan nekevin."

‘DIBE KU CENAZE HATIYE PARÇEKIRIN’

Kaya, destnîşan kir ku ew werê difikirin ku di êrîşa hewayî de cenazeyê birayî wî hatiye perçekirin û got: "Hema destek jî be, em cenazeyê xwe dixwazin. Bihêlin em wergirin. Lê nahêlin. Ev tiştekî dijî mirovahiyê ye. Sed sal jî derbas bibe em ê xwedî li birayê xwe derkevin."