14 kes li Wanê hatin binçavkirin
Li navçeya Artemêtan a Wanê, di serdegirtina malan de 14 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Artemêtan a Wanê, di serdegirtina malan de 14 kes hatin binçavkirin.
Polîsên Tirk danê vê sibehê avêtin ser malên li taxa Suphan a navçeya Artemêtan a Wanê û 14 kes binçav kirin.
14 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Wanê. Li ser sedema binçavkirinê agahiyek bi dest neket.