10 jinên ku cînayetên li ser jinan protesto kirin, hatin destgîrkirin

Li Êlihê 10 jinên ku xwestin cînayetên li ser jinan protesto bikin, hatin destgîrkirin.

Endamên Meclîsa Jinan a HDP’a Êlihê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) xwestin di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya Li Dijî Tundiya ser Jinê li Kuçeya Hunerê bi daxuyaniyek çapemeniyê balê bikişînin ser kuştina jinan. Beriya jin daxuyanî bidin polîsan kuçeyê dorpêç kirin. Polîsan bi hİnceta biryara qedexeya çalakiyan a Walîtiyê heye, destûr neda daxuyanî bê lidarxistin. Jinên HDP’yî dowîzên navên jinên hatine qetilkirin danîn erdê. Polîsan dowîzan kom kir.

Piştî destûrnedana polîsan jinên HDP’yî ber bi avahiya partiyê ve meşiyan. Jinan di meşê de dirûşma “Zext nikarin me bêzar bikin” berz kirin û helwesta polîsan şermezar kirin. Di vê kêliyê de polîsan derdora jinan girt û Wekîla Hevserokên HDP’a Êlihê Gulcemal Erdînç, aktîvîstên TJA’yê Derya Arslan, Sîdar Onat, Guler Oran jî di nav de herî kêm 10 jin destgîr kirin.