1'ê Mijdarê li Kobanê tê pîrozkirin

1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi dirûşma "Kobanê berxwedana mirovahiyê ye" li Kobanê tê pîrozkirin.

Ji gelek herêmên Bakurê Sûriyeyê bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûne. Nûnerên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, Hevserokên Meclîsa Sivîl a Reqayê, rêveberên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, Hevserokê Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Mansûr Selûm û nûnerên bi dehan partî û rêxistinên ji herêmên Bakurê Sûriyeyê li qada pîrozbahiyê ne. Fermandarên leşkerî jî cihê xwe di pîrozbahiyê de girtin.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê Hevseroka Rêveberiya Kantona Kobanê Bêrîvan Hesen axivî.

Hesen got, "Îro Roja Kobanê ya Cîhanê ye. Bala hemû cîhanê li keleha berxwedanê ye. Berxwedana ku me bi saya şehîdên xwe nîşan dan, timî di dilê me de ye. Ez hemû şehîdên me yên ji hemû herêmên Rojhilata Navîn ahtin û li ber xwe dan, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Piştî Hesen, fermandarên YPG û YPJ'ê mafê axaftinê girtin û gotin, "Em vê rojê diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kobanê yê berxwedêr, hemû şehîdên me û şervanên xwe yên birîndar dikin. Ji wan kesên ku li benda ketina Kobanê bûn, em ji vê derê ji wan re dibêjin; bi saya berxwedana Arîn Mîrkanan û Rêvanan, berxwedana me xurtir bûye. Ronahiya wan gihîşt Minbic, Reqa û Dêra Zorê û ew herêm jî ronî kir."

Pîrozbahî bi axaftina rêveberên federasyonê û mêvanan dewam dike.