1'ê Gulanê li Wanê bi coşeke mezin hate pîrozkirin

Li Wanê 1’ê Gulanê cejna karker û kedkaran bi tevlîbûna deh hezaran kesî bi çoşeke mezin hate pîrozkirin.

Cejna karker û kedkaran 1'ê Gulanê li Wanê bi çoşeke mezin hate pîrozkirin. Pîrozbahî li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter pêk hat. Parlamentera Amedê ya HDP'yî Feleknas Ûca, Hevseroka HDP'ê ya Wanê Yadîşen Karabûlak, Hevseroka DBP’ê ya Wanê Ayla Tarhan, Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Zahîde Besî, Endamên Meclîsa Partiyê yên HDP-BDP’ê, Rêveberên KESK-DÎSK, Aktivîstê TJA, Dayikên Aştiyê, nûnerên KCD'ê û bi hezaran welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Li qada pîrozbahiya pankartên bi nivîsa "Ne Rewşa Awarte, demokrasî" û "Ne biryarname, Ked" hatin daliqandin.

Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo ji bo bîranîna kesên ku di komkujiya Enqere ya 10'ê Cotmehê û 1'ê Gulana 1997'an Taksîmê de jiyana xwe dest dan û hemû şehîdên şoreşê dest pê kir.

Seroka Komîteya Amadekar Seher Kadîroglû Ataş û Hevserokê DÎSK'ê ya Wanê Omer Tekîn axivîn. Piştre Parlamentera Amedê ya HDP'yî Feleknas Ûca axivî û nerazîbûn nîşanî dîlgirtina hevalên xwe da. Ûca got, wê gelê Wanê di 24’ê Hezîranê de bersiva pêwîst careke din bide AKP’ê.

'JI TIŞTA DITIRSIN, WÊ BI SERÊ WAN DE WERE'

Ûca diyar kir ku tevî hemû qedexeyan jî 1'ê Gulanê bi ruhê berxwedanê tê pîrozkirin û got; "Niha jî ji tifaqa me ya bi gel re ditirsin. Ewqas ditirsin ku êdî Rewşa Awarte jî bi dawî nakin. Lê tişta ku ditirsin wê bi serê wan were û vê carê wê HDP bi 100 parlamenteran biçe Meclîsê. Ji bo pêkanîna vê em ê gelekî bixebitin û bi ser bikevin. Kurdên ku dengê xwe didin AKP'ê bila baş zanibin ku AKP êdî ji aliyê MHP'ê ve hatiye dîlgirtin. Li wir tifaqek êdî nîne. Niha MHP welat bi rê ve dibe."

Piştî axaftinan pîrozbahiya 1'ê Gulanê bi stranan bi dawî bû.