Zeynep Kinaci li Adigeyê hate bîranîn
Kurdistaniyên li Adigeyê dijîn, Zeynep Kinaci (Zîlan) a di 30'ê Hezîrana 1996'an de çalakiyeke fedayî pêk anî, bi civînekê bibîr anîn.
Kurdistaniyên li Adigeyê dijîn, Zeynep Kinaci (Zîlan) a di 30'ê Hezîrana 1996'an de çalakiyeke fedayî pêk anî, bi civînekê bibîr anîn.
Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigey a Rûsyayê dijîn, gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci di salvegera 21. a çalakiya xwe de bibîr anîn. Bi vê armancê li Navenda Çanda Kurd a Adigeyê civînek hate lidarxistin. Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Piştre li ser jiyan û têkoşîna Zîlan sînevîzyon hate nîşandan.
Seroka Organîzasyona Jinên Kurd li Moskowayê Tara Qadir di civînê de axivî û got, "Çalakiya Zîlan ji bo jinên Kurd tê wateya manîfestoya lêgerîna li rastiyê. Zîlan xwedî wê hêzê bû, ku bi tena serê xwe pêşî li êrîşa li dijî Rêbertî bigire. Bi çalakiya xwe, hemû lîstikên qirêj ên dewleta Tirk ji hev xist. Divê em jî bi vîneke xurt û biryardariya çalakî û ruhê Zîlan, pêşî li komploya qirêj û tecrîda li ser Rêberê xwe bigire."
Piştre, jinên beşdarî civînê bûn li ser girîngî û wateya rojê axivîn.