YPS JIN’ê li sê bajaran çalakî li dar xist

Tîmên Tolhildanê yên Rojevîn Garzan a YPSJ JIN’ê diyar kir ku wan li Stenbol, Riha û Entalyayê di çarçoveya ‘Pêngava tolhildanê’ de çalakî li dar xistine.

Tîmên Tolhildanê yên Rojevîn Garzan a YPSJ JIN’ê diyar kir ku di çarçoveya ‘Pêngava tolhildanê ya li dijî mêtinger û sîxuran’ wan li Stenbol, Riha û Entalyayê çalakî li dar xistine.

Li gorî daxuyaniyê tîmên tolhildanê di 16’ê Tebaxê de bi şev li Taxa Vakif Ensar a Maltepeya Stenbolê ATM’yên bankayan şewitandine. Hate diyarkirin ku di çalakiyan de hemû ATM hatine îmhakirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 14’ê Tebaxê de tîmên me yên tolhildanê li navçeya Karakopru ya Rihayê li dijî trafoya ku elektrîk dida lojmanên polîsan çalakiya sabotajê li dar xistiye. Piştî vê çalakiyê lojmanên polîsan bi saetan bêyî elektrîk maye.

Tîmên tolhildanê di 4’ê Tebaxê de li navçeya Manavgatê ya Entalyayê depoyeke li çewliga faşîstê bi navê Î.K. şewitand. Di vê çalakiyê de bi qasî 2 milyar dolar xisar çêbû û kamyona vî kesî jî hate şewitandin.

Jin ên ku li Kurdistanê pêşengiya pêşveçûna şoreşgeriyê dikin koletiyê qebûl nakin û li ser rêya azadiyê bi qehremanî şer kirine. Berxwedana xwerêveberiyê bi ruhê fedaî yê Nûcan, Axîn, Rûken û Hêviyan derketiye holê. Jin li qadan di eniyên pêş de cih digirin û têkoşîna xwe didomînin. Faşîzma dewleta Tirk herî zêde ji jinan ditirse. Rejîma AKP û MHP’ê dijminê jinan e. Jin divê di têkoşîna hevpar de werin ba hev. Li hemberî van êrîşên li dijî îrade û nasnameya jinan divê bi şîara xwebûn û xweparastinê em li her derê dakevin qadan û têkoşînê geş bikin. Em YPS JIN diyar dikin ku li hemberî sazî û dezgehên feraseta serwer wê çalakiyên me yên xweparastinê bidome. Heta ku faşîzma dewlet û mêran bi dawî bibe wê çalakiyên me bidome.”