YJA Star: Em ê bi ruhê berxwedanê yê Apoyî komployê têk bibin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê: Weke fedaiyên Rêber Apo bi ruhê berxwedanê yê Apoyî ku li Avaşîn, Zap, Metîna û herî dawî li Girê Amediyê hate nîşandan û bi rêbaza lêdanê em ê komployê di sala 26'an de têk bibin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê têkildarî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Di ser komployoa navneteweyî re 25 sal derbas bûn ku bi kûrkirina polîtîkaya tecrîdê, îzolasyona civakî û tenêhiştinê ya li hemberî Rêber Apo dewam dike, ku hêvî û fikrê azad ê mirovahiyê ye. Di nava 25 salan de Rêberê me serî li ber ti zext, gef û êşkenceya hêzên komploger ên navneteweyî netewand û yek ji berxwedanên herî mezin ên dîrokê kir. Ji kêliya ku komployê destpê kir û pê ve bi milyonan mirov rabûn ser piyan, ji her temenî, ji her neteweyê mirovan li hemberî vê komployê berxwedaneke dîrokî kirin û bi çalakiyan xwedî li Rêbertî derketin. Em şehîdên ku bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' bedena xwe kirin meşale û tarîtiya li ser jin û mirovahiyê dihate ferzkirin ji holê rakirin, bi hurmet û minet bi bîr tînin û ji bo bîranîna wan soz didin ku em ê vê komploya tarî têk bibin. Di serî de girtiyên azadiyê ku ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê me mîna Kemal û Hayriyan bedena xwe kirin mîna abîdeya berxwedanê, dayikên me yên fedakar ên xwedî li çalakiyên zarokên xwe derdikevin, gelê me yê welatparêz ê ku di nava şert û mercên giran ên zivistanê de ber bi azadiyê ve dimeşin, silav dikin. Em di wê baweriyê de ne ku her çalakiyeke bi ruhê êrîşê yê 'her ku lê bide em ê qezenç bikin' ê gerîla re dibe yek, wê teqez bi ser bikeve û di sala 26'an de komployê têk bibe.

DI SALA 26'AN DE EM Ê KOMPLOYÊ TÊK BIBIN

Komploya 15'ê Sibatê ku komploye herî mezin a dîrokê ye, di şexsê Rêberê me de li dijî gelê me û nirxên mirovahiyê hate kirin. Rêberê me li ser bingeha vê rastiyê, rûyê hêzên komploger nîşan da. Lewma yek ji sedemên tecrîda girankirî jî ev helwesta Rêberê me ye, ku ji bo gelan û mirovahiyê destnîşan kiriye. Rêberê me di nava ti şert û mercî de tenê weke şexsekî nabe bê nirxandin, doza wî doza azadiyê ya gelan û mirovahiyê ye. Li ser vê bingehê hêzên komploger xwestin Rêberê me ji civakê qut bike, bi demê re bide jibîrkirin, bi tenê bihêle, bi vî rengî bigihêje armanca xwe û xwe xapandin ku bi vî rengî dikarin tola herî mezin ji Rêberê me hilînin. Lê belê di nava 25 salan de hate dîtin ku Rêberê me ne tenê Rêberê gelê Kurd e, di heman demê de Rêberê gelên Rojhilata Navîn e, Rêberê jinan û mirovahiyê ye. Sedema sereke ya bilindbûna dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' û 'Azadî ji Rêber Apo re' ya di asta navneteweyî de, ev mîsyona Rêberê me ye. Li gel tecrîda giran a ku 25 sal in dewam dike, pêşî li bandora Rêberê me nikare bê girtin, li her deverê têkoşîneke mezin heye ji bo fêhmkirin û bicihanîna fikrên Rêberê me. Gotina 'Parêznameyên min li ku bin ez li wir im' a Rêberê me tê piştrastkirin, hate fêhmkirin ku bi êşkence û tecrîdê Rêberê me nikare bê astengkirin. Li hemberî vê yekê hêzên komploger ji bo dewamkirina komployê êrîşî nirxên azadiyê yên Rêberê me dikin, bi vî rengî hewl didin bandora Rêbertî bişikînin û hegemonya xwe dewam bikin. Rastiya esasî ya ku di binê êrîşên hovane yên dagirkeriyê yên li ser qadên gerîla yên 9 salên dawî, îradeya Rêberê me ya nikare bê şikandin heye. Vê îradeyê roj bi roj bandoreke hîn zêde kir, pêl bi pêl li nava civakê belav bû, li hemberî komployê bû sekneke rêxistinî ya global. Her wiha Rêberê me bi vê sekna xwe nexşeya 'Çawa divê bê şerkirin' nîşanî hêzên YJA Starê da. Bi rêbertiya vê nexşeyê haya me ji wezîfeya me ya têkbirina komployê heye û weke çepera berxwedanê ya herî girîng, em li ser esasê wê yekê tevdigerin ku gerîla her roj hîn xurt bikin. Rêberê me di şexsê xwe de nîşanî me da ku temînata bingehîn a nirxên azadiyê jiyanek bi berxwedanê ye, dagirkerî û komplo çiqasî kûr jî bin dema ku bi xurtî li ber hate rawestîn wê karibe bê têkbirin. Lewma weke fedaiyên Rêber Apo bi ruhê berxwedanê yê Apoyî ku li Avaşîn, Zap, Metîna û herî dawî li Girê Amediyê hate nîşandan û bi rêbaza lêdanê em ê komployê di sala 26'an de têk bibin.

RÊBAZA TÊKOŞÎNÊ YA FEDAÎ YA ŞEHÎDÊN ME BÛ PÛSÛLAYA RASTÎ YA TÊKBIRINA KOMPLOYÊ

Di vê pêvajoyê de ku gerîlatiya serketinê ketiye meriyetê, faşîzma Tirk hewl dide bi çekên kîmyewî encamê werbigire, lê belê artêşa wê ya dagirker li hemberî berxwedana gerîla ya bi fedaîtî ji zûdeyî têk çûye. Li Girê Hakkarî li hemberî êrîşên artêşa Tirk a sûcdarê çek ên bi çekên kîmyewî û qedexekirî, hevrêya me Azê ku tevî hevrêyên wan şehîd ketin jî dest ji çepera berxwedanê berneda û bi tena serê xwe bi mehan şer kir, li Girê Ortê Jiyan, Berçem, li Girê Amediyê Andok, Welat, Helmet Dêreluk, Rizgar û Serxwebûn ên ku dagirkerî parçe kirin û derb li komployê xistin, rêya me ya serketinê jî misoger kirin. Divê neyê jibîrikrin, hevrêyên me yên şehîd ên ku xeta berxwedanê ya Rêberê me ji xwe re kirin esas, bûn rêbaza têkoşînê ya fedaî û ev rêbaz jî pûsûlaya rastî ya şikandina tecrîdê û têkbirina komployê ye. Çiyayên me ku dagirkerî rûyê xwe yê herî hovane lê nîşan dide; bi saya têkoşîna bêhempa ya hevrêyên me yên şehîd, veguheriye qada xitimînê ji bo hêzên komploger. Dewleta Tirk a faşîst û artêşa wê ya dagirker a ku piştgiriyê ji NATO'yê werdigire, li çiyayên Kurdistanê asê mane. Fedaiyên Apoyî yên ku heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer dikin, gotina 'Sefer li Kurdistanê dibe lê serketin lê nabe' careke din bi bîr xistin û xwedî li soza xwe ya şikandina tecrîdê û têkbirina komployê derketin. Faşîzma Tirk ji bo karibe ji krîzê rizgar bibe êrîşên xwe bi rengekî bêperwa dewam dike, êrîşî qadên jiyanê yên gelê me yê sivîl ê bêçek dike. Yekane rêya li hemberî vê faşîzmê, berxwedana li ser xeta şehîdên me ye. Têkbirina hemû gavên dagirkeriyê û komployê bi têkoşîna bênavber û xwedîderketina li vê têkoşînê dibe. Berxwedana Rêberê me ya li Îmraliyê vê yekê ji me dixwaze. Li ser vê bingehê weke hêzên gerîla yên jin ên tevlî pêvajoyê dibin, em careke din dibêjin em bi îdîa ne ku tecrîdê bişikînin û komployê têk bibin.

EM SOZ DIDIN KU WEZÎFEYÊN XWE YÊN HERÎ ZEHMET BI RENGEKÎ FEDAÎ BI CIH BÎNIN

Hêzên di bîst salên dawî de di rêveberiya rejîma şerê taybet a Tirk de ne, ji bo karibin ji vê krîzê rizgar bibin, meşandina komployê bi rêbazên qirêj ji xwe re kirine polîtîkayeke dewletê. Şefên şer ên rejîma şerê taybet a Tirk bi tifaqên qirêj ên navneteweyî û paşverûtiya herêmî her firsendê hewl didin têkçûna xwe binixumînin. Berxwedana bêhempa ya Rêberê me, pêşketinên ku bi ruhê êrîşê yê fedaî yê Apoyî û israra gelê me ya di azadiyê de derkete holê, nîşan dide ku rejîma şerê taybet a Tirk û şefên wê yên şer nikarin xwe li hewldaneke biçûk jî rabigirin. Ji ber vê yekê hewl didin ku lêgerîneke biçûk a li maf û edaletê, daxwazeke biçûk a ji bo azadiyê, muxalefeteke biçûk bitepisînin. Ev yek nîşan dide ku dawî li vê rejîma faşîst tê ku bi artêşa xwe ya polîsan hewl dide civakê bitepisîne. Lewma wezîfeya bingehîn a dikeve ser milê me ew e ku faşîzma Tirk di nava vê çirava wê de bifetisînin. Helwesta êrîşkar a faşîzma Tirk nîşaneya psîkolojiya wê ya têkçûnê ye, lewma xwedîderketina bi xurt a li Rêbertî wê bibe pêngava herî bingehîn a têkbirina komployê. Weke jinên YJA Starê em soz didin ku bi vê têgihiştinê tecrîda li ser Rêberê xwe bişikînin, di sala 26'an de ji bo têkbirina komployê wezîfeyên herî zehmet bi fedaîtî bi cih bînin.

Li hemberî hêzên ku komployê li ser jiyana bê Rêbertî ferz dikin, weke artêşa fedaî ya Rêbertî YJA Starê bersiva me wê di sala 26'an de bi rengê Zîlan, Bêrîtan, doga, Sara, Rûken û Azê be. Divê bê zanîn ku ne em ne jî gelê me hînî jiyaneke bê Rêbertî bûne, em ê hîn nebin. Weke YJA Starê em hêza xwe ji sekna fedaî ya şehîdên xwe yên leheng, ji xwedîderketina gelê xwe ya li têkoşînê, ji berxwedana Rêberê xwe werdigirin. Li ser vê bingehê em careke din şehîdên xwe bi minet û hurmet bi bîr tînin ku li hemberî tarîtiya komployê bûn ronahî, em soz didin ku berxwedana wan bi ser bixînin. Di serî de gelê me em bang jinan, şoreşgeran, demokratan, hêzên kedkar û rewşenbîran dikin ku li dijî komployê bi berpirsyarî tevbigerin û li dora paradîgmaya modernîteya demokratîk li hemberî komployê bibin yek û xwedî li têkoşînê derkevin. Em soz û biryardariya xwe careke din destnîşan dikin ku het azadiya fîzîkî ya Rêberê me û afirandina jiyaneke bi rûmet a gelê me em ê têkoşîna xwe mezin bikin."