BI DÎMEN

Jinên Kurd jî beşdarî Mîhrîcana Çandê bûn

Jinên Kurd ên beşdarî Mîhrîcana Çandên Li Dijî Nijadperestî û Faşîzmê ku li Bochumê pêk hat bûn, çanda xwe nîşan dan û pêkanînên krîmînalîzekirina dewleta Elman a li dijî Kurdan eşkere kirin.

Jinên Kurd jî beşdarî Mîhrîcana Çandên Li Dijî Nîjadperestî û Faşîzmê (Ruhr International das Fest der Kulturen)ku her du salan carekê li bajarê Bochum ê Elmanyayê tê lidarxistin, bûn.

Meclisa Jinan a Şehîd Asya Yuksel a Dûîsbûrgê jî beşdarî mîhrîcana du rojan bû. Hevseroka Meclîsê Rehşan Adar axaftinek kir û bal kişand ser cihêkariya ku gelê Kurd û jinên Kurd li Elmanyayê rû bi rû ne ûgot ku  zîhniyeta dewleta Elman li vir Kurdan krîmînalîze dike.

Di roja duyemîn a mîhrîcanê de Koma Kulîlkên Rojê ku di nava desteya Meclîsa Jinan a Asya Yuksel de xebatên çandî dimeşîne, piştî danasîna cil û bergên herêmî yên Kurdistanê bi gerandina govend bal kişand ser xwe.

Meclîsa Jinan bi standa ku 2 rojan vekir, pêjgeha Kurdî da nasîn.

Di mîhrîcanê de belavokên ku ji bo 18’emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlan ku di 15'ê Hezîranê de li Dûîsbûrgê bê lidarxistin, hatin belavkirin.