TJK-E Ayten Beçet bibîr anî: Wê tecrîd bê şikandin

Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) girtiya siyasî Ayten Beçet a li Girtîgeha Gezbeyê çalakiyeke fedayî pêk anî bibîr anî û soza şikandina tecrîdê û têkbirina faşîzmê da.

TJK-E ya daxuyaniyek nivîskî da got: “Li pêşberî berxwedan û çalakiya hevrê Ayten Beçet bi rêzdarî û minet bejna xwe ditewînin, sersaxî ji malbata Beçet, gelê xwe û hemû jinan re dixwazin.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Em gelê Kurdistanê û jinên Kurd di rojên bi berxwedana herî bi heybet û bi rûmet a dîrokê sedsalan herî rûmet dijîn. Ewladên leheng ên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ku her kêliya dijî bi berxwedanê dijîn, ji bo dîwarê faşîzmê hilweşînin, mîna duh îro jî bedena xwe dihelîne û ruhê xwe ji bo azadiya gelê xwe û hemû mirovahiya hejar feda dikin.

Ji bo gihandina serketinê ya pêngava ‘Tecrîdê bişkîni, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azadbikin’ hevrêyê me Zulkuf Gezen û Ûgûr Şakar ên xwe feda kirin, ji bo li dorî azadiya Rêber Apo bibin yek, her kes li dijî faşîzmê serî hilde û bilindkirina ala berxwedanê her kes vexwendiye erk û berpiryariyên xwe xwedî derkevin.

Her çendî şehadeta hevrê Ayten êş dabe dilê me jî ewqasî hêrsa ma ya li hemberî faşîzmê, şikandina tecrîdê û parçekirina faşîzmê jî xurt kiriye. Li ser vî bingehî di serî de li pêşberî berxwedan û çalakiya hevrê Ayten Beçet bi rêzdarî û minet bejna xwe ditewînin, sersaxî ji malbata Beçet, gelê xwe û hemû jinan re dixwazin.

Bang li hemû jinan, hêzên xwe, gelê xwe dikin li ser daxwazên şehîdên me berxwedan û çalakiyê xurt bikin û bi hêz tevlî têkoşînê bibin.”