Têgihişt û fêhmkirina rastiya Bêrîtan

Rastiya Bêrîtan a ji Stenbolê destpê kir û xwe gihand çiyayên Başûrê Kurdistanê, berxwedana Dersimê bi berxwedana PKK'ê ya hemdem re kir yek...

Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Jînda Ronahî qala sembola artêşbûna jinê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) kir:

Em di şexsê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de hemû şehîdên Kurdistanê bi hezkirin û minetdarî bi bîr tînin û bejna xwe bi rêzdarî li ber bîranînên wan ditewînin.

Dewleta Tirk sala 1992’an li Başûr li dijî PKK’ê êrîşeke dagirkeriyê da destpêkirin. Hêzên PDK-YNK jî tevlî êrîşê kirin û xeta hevkarî-teslîmiyetê dihat ferzkirin. Li se vê xakê bêyî xeta teslîmiyet, nokerî û dagirkeriyê, encam nikarîbûn bi dest bixista. Ji Endîkû û vir ve rewş bi vî rengî bû.

Enkîdu! Hîna jî di bîra Kurd û Kurdistanê de mîna travmayekê ye. Desthilatdar û sîstemên mêtingeriyê pir ji Enkîduyan hez dikin. Tevgereke mîna PKK’ê bi îdîa derket holê. Ev yek dihat wê wateyê ku dawî li dagirkerî û talanê were. Ev jî dihat wê wateyê ku çavkaniyên wan ên mêtingeriyê ku wê qet dest jê neberdeban, ji destê wan çûba. Hemû jî gelek nerehet bûn. Hemû jî pir zêde bi hêrs bûn. PKK ji ku derê derket! Tam jî Kurd hatin rewşa mirîbûnê… PKK û Rêbertî li dijî wan derketin û ji vê rewşê re gotin bes e. Vê yekê jî derbas kirin, belav bûn, bûn girseyî û nîşan dan ku cîhaneke din jî heye ku were jiyîn. Gel rabû serhildanê, dest bi lêgerîna li mafê xwe kir, li serê çiyayan di destê kur û keçên wan de çek, mîna Gutiyan çiya kirine warê xwe û li dijî êrîşên bajariyan bi rengekî bi rêxistinî rawestiyan û şer dikirin. Her wiha şerekî ku nayê têkbirin, şerê gerîla dan destpêkirin… Êdî jiyana nû şîn dibû.

ÊRÎŞA HEGEMONYAYA NAVNETEWEYÎ

Êrîşa 1992’an a li Başûr, ne tenê dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst û hêzên hevkarên wê bûn, êrîşa hegemonên cîhanê jî ya li dijî PKK’ê bû. Xwesteka wan pêşxistina statuyeke nû li Başûr, dihat wê wateyê ku bi polîtîk were pêkanîn. Bi vî rengî wê nirxên şînbûyî jî, ji kokê wê hatiban qutkirin. Wê derkek baş daban Kurdan. 

Li aliyê din wê derfet afirandiba ku paşverûtiya hem di hundirê me de û hem jî ji derveyî me bijî û Kurdbûna nû tune were hesibandin. Li gorî wan eger PKK rê bide xeta hevkarî û xiyanetê, pirsgirêkên wê bi rengekî hîn bi koktir were çareserkirin… Îcar sekna Bêrîtanê, sembola sekna li dijî van planan e. Bêrîtanê kir ku bibe sembola berxwedanê û hemû berxwedan werin dîtin.

Rastiya lehengiyê ya di nava PKK’ê de Bêrîtan ava kir. Bêrîtan li derdora Zagrosê weke keçeke Kurd a çiyayî xwe bi bîrdoziya PKK’ê zane kir. Bi wê çalakiya xwe çanda xwedawentiyê derxist holê. Ya ku dijî ne kêlî ye, dîrok e. Dîrokê niha jî xwe aniye ziman. Niha pêşerojê bi xwîna xwe ava dike.

NE TENÊ ÇALAKIYEK BÛ

Rêbertiya me Bêrîtan mîna sembol û xetekê dît û pênase kir. Rêbertî dît ku çalakiya Bêrîtanê ne tenê çalakiyek e, rastiyek e, pêkhatina heqîqetê ye û ev yek ji bo gel û hevrêyan kiriye mal.

“Destana keçeke Dêrsimî Gulnaz Karataş (Bêrîtan) heye ku ji Stenbolê hatiye. Ev heval di serdergirtina qereqola Rubarok de weke fermandarê taximê wezîfe digire. Li Başûr şer destpê dike, li wir jî berpirsyar e, li ser serê taximê ye. Di şer de birîndar dibe, heta guleya xwe ya dawî şer dike. Hêzên Başûrî jê re dibêjin ku teslîm bibe. Ew dibêje, ‘Na, we bi dijmin re hevkarî kir. Li ser esasê Başûr, hûn êrîşî Bakur dikin. Ez qet teslîmî we nabim’. Helbet hêzên Başûrî – dihesibînim ku hinekê li ser bingehê hestiyariyê – jê re dibêjin ‘em tiştekî bi te nakin’. Heval dibêje, ‘ez qet teslîmî we nabim û ez we weke xiyanetkar dibînim’ û xwe ji zinarekê mezin diavêje. Ev yek bandorekî mezin li ser wan çêdike. Hemû gelê Başûr hîna jî vê bûyerê nîqaş dikin, bi ti rengî nikarin ji bandora vê xilas bibin. Ji ber ku li dijî xiyanet û hevkariyê, bersivên bi rengî xweş dide.”

EGER EM BIXWAZIN BÊRÎTAN EM IN

Bi rastî jî Bêrîtan dibe sedem ku hin pêşmerge ji xwe şerm bikin û çeka li dijî gelê xwe deyne û dest ji şerkirina li hemberî PKK’ê berde. Bi salan xwedî li cenazeyê wê derdikevin û bi rêzdarî diparêzin. Piştre jî didin hevalên wê.

Gelek tişt hene ku rastiya Bêrîtan ji me re dibêje. Tevî ku 31 sal li ser derbas bûne, em Bêrîtanê hîna zindî û li gel xwe hîs dikin. Eger em bixwazin Bêrîtan em in. Em hemû dikarin xwe di Bêrîtanê de bibînin. Qet ji me dûr nîne. Ew êdî sembol û xeta me ye.

WÊ XETA BÊRÎTANÊ BIŞOPÎNIN

Rêbertiya me wiha gotiye, “Jinên divê derbarê vê mijarê pir bi hişyar bin. Derfetekê 5 hezar salî girtine. Eger qesrekê bidin her yek ji we jî, tif bikin rûyê wan. Bila keç qiyametê rakin, car din dixwazin we bixînin nava cendereyê. Lîstokekî mezin li ser jinan heye. Eger her kes ji çiya were xwar jî, ewane wê heta pêkanîna aştiya bi rûmet jî têbikoşin û wê neyên xwar. Hûn berxwedana Bêrîtanê dizanin. Hûn dizanin ji Dêrsimê bû. Dema ku li ber zinarê pêşmerge jê re dibêjin, ‘were em te nakujin’ lê ew ji bo ku teslîm nebe xwe ji zinarê diavêje. Wê xeta Bêrîtanê bişopînin. Ez endamek ê vê xetê me. Heta ku aştiya bi rûmet were, wê vê xetê bidomînin. Hûn dizanin Ferhadê namerd çû, lê jinên me bi rûmet in. Ez bawer dikim ku gelek keçên me yên bi rûmet hene.”

Bêrîtan ji bo me hemûyan rêber e. Rêbertiya me got, “ez endamek ê vê xetê me”. Ev ji bo me ferman e.

ÇARENÛSA ŞER GUHERT

Eger mirov bi baldar be, Bêrîtan bi sekin, meş û kesayeta xwe bû xet, yanî bû fermandar. Piştî 31 salan yek ji heqîqetên ku em vegerin lê temaşe bikin û fêr bibin, otoriteya xwezayî ya civaka jina azad e. Di nava PKK’ê de rastiya fermandariyê, rastiya Bêrîtanê ye. Rastiya Zîlanê ye. Rastiya Egîd e. Du salên Bêrîtanê di nava partiyê de tejî bûn, bû fermandarê taximê lê ji wezîfeyê hat girtin, ev yek ji bo xwe weke sedemê paşdeçûyînê û xweberdanê nedît, îrade û biryardarî nîşa kir ku berxwedanê di şexsê xwe de veguherîne xetekê. Bêrîtanê weke xwedawenda şer, çarenûsa şer guhert. Yên ku hundirê xwe bi ruhê Apoyî dagirtin, dikarin her kêliyê bibin fermandar. Bêrîtan ji vî aliyê xwe ve jî mamostek pir baş e. Bi tevlîbûn, sekin, ked, hezkirin, rêzdarî, têkoşîn û berxwedana xwe, xwe afirand, îtîbar bi dest xist û hezkirin-rêzdarî-nirx dît. Em hemû jî dikarin ji van rastiyan fêr bibin û bibin xwendevanên wê.

Rastiya Bêrîtanê û şehîdan, hatina me ya rewşa hebûna civkaî îfade dike. Rêbertiya me ev yek pir xweş pênase kiriye: “Hebûna civakî çiye? Tişta ku li kes were kirin, li hemûyan tê kirin.”

BERSIV TEQEZ BÛYE

Rêbertiya me got, “Eger tu şer bikî tu wê azad bibî, eger tu azad bûy tu wê bedew bibî, hingî ku tu bedew bûy tu wê werî hezkirin, bi nêzîkatiya esas bersiv teqez bûye.” Di şexsê Bêrîtanê de bersiv teqez bûye. Bêrîtan dibe du jinên li Mêrsînê bi çeka xwe azad û bedew dibin; dibe Sara, dibe Rûken. Li Mêrdînê dibe Eylem, Gulbahar; li Garzanê dibe Bêrîtan. Zindîbûn, nemirî ev e. Bêdawîbûn ev e! Azadî ev e!