‘Sala 2016’an ji bo jina YPJ’î sala rengdanê bû’

Nesrîn Abdûllah: Sala 2016’an ji bo jina YPJ’î sala rengdanê bû. Hem ji milê civakî hem jî leşkerî ev wisa bû û ev jî bi pêşengiya YPJ’ê çêbû.

Nesrîn Abdûllah, hemleya Reqayê ya di dawiya sala 2016’an de dest pê kir û di asta pêşengî de bi tevlîbûna YPJ’ê pêk hat, mîna hemleya tolhildana jinê bi nav kir û got; “Rizgarkirina Reqayê di heman demê de rizgarkirina mejiyan e jî. Ji ber ku em wek jinên YPJ’î li her deverên ku YPJ têdikoşe, ne tenê rizgarkirina ji DAÎŞ’ê, hedefa me di warê zihnî û fikrî de nûbûyin û azadkirin e. Dîsa, divê çanda demokratîk û jiyana xwişktî û biratî kûr bibe. Ji ber ku, em tenê mîna rizgarkirina axê li şer nanêrin. Em di heman demê de ji bo rizgarkirina jin û mêr, têdikoşin û şer dikin. Eger wisa nebe, wê dîsa sîstema zilamserwer û dûvikên wê bi ser kevin.

Li ser vî esasî hemleya Xezeba Firatê ya ji bo rizgarkirina Reqayê dest pê kir, esas hemleya azadkirina civakê ye. Em wek YPJ, wateyek wisa li vê hemleyê bar dikin. Di sala 2017’an jî em ê bi heman tempo û coşê tevlî vê pêngavê bibin, Reqayê rizgar bikin û tola tevahî jinan hilînin.”

Berdevka YPJ’ê Nesrîn Abdullah, têkîldarî pratîka 2016’an û hedefên sala 2017’an a YPJ’ê pirsên me bersivandin.

SALA 2016’AN BÛ SALEK CUDA

Wek YPJ, hûn pratîka şerê 2016’an çawa dinirxînin? Di vê salê de hûn tevlî kîjan şer û hemleyan bûn?

Beriya her tiştî sala 2016’an bû salek cuda. Ji ber ku di vê salê de hin pêkhate saz bûn û YPJ’ê jî cihê xwe tê de girt. Di tevahî hemleyên beriya sala 2016’an de YPG û YPJ’ê cihê xwe girtin û ev hemle bi hev re organîze kirin. Lê, sala 2016’an YPJ’ê jî wek hêzek jinê di nav van pêkhateyên nû de cihê xwe girt. Di bin sêwana vê hêzê de tevlî hemleyan bû.

Sala 2016’an em tevlî hemleyên Xezeba Xabûrê, hemleyên Elîn û Cûdî, Minbic û Reqayê bûn. Hemleya Reqayê hê jî didome. Ji bilî van jî, di hemleyên Eşrefiyê, herêma Fabrîqe, Sekene, Şiqeyf de YPJ’ê cihê xwe girt. Dîsa, li milê Efrînê wek YPJ xebatên xwe domand. Li Şehbayê di bin sêwanê Ceyş El Suwar de YPJ’ê jî wek tabûrek jinê cihê xwe girt. Dîsa, perwerde da jinên Şehbayî.

Li kantonên Cizîrê û Kobanê jî wek YPJ wezîfeya xwe bi cih anî û xwedî mîsyon bû. Di tevahî hemleyan de bi astek pêşengî berpirsiyarî hilgirt. Hemleyên îsal hatî pêşxistin, ne li ser esasê parastinê tenê bû, hemleyên azadkirinê bûn. Me li van qadan berê xwe dida çeteyên DAÎŞ’ê û axên dagirkirî rizgar dikirin. Di vî warî de sala 2016’an salek cuda bû.

‘TÊKOŞÎNA YPJ’Ê BANDOR LI TEVAHÎ HÊZÊN QSD’Ê KIRIN’

Sala 2016’an xalek din jî derket pêş. Piştî YPJ’e tevlî hemleyan bû, ev xweseriyek jî derxist holê. Di nav ti hêzên girêdayî QSD’ê de jin nîn bûn. Niha jî wisa ye. Yekane hêza xweser a jinê ya di nav QSD’ê de YPJ’e bû. Vê ji gelek milan bandorên mezin çêkir.

Li herêmên rizgarkirî piranî pêkhateya Ereb hebû. Dema dîtin jin di qada leşkerî de ne, bi taybet jî di asta pêşengiyê de şer dikin, bandor bûn. Encamên vê bandorê jî çêbûn. Gelek jin ji van herêmên rizgarkirî tevlî bûn. Ji bo tevlîbûnên jinan ên di bin sêwanê QSD’ê de me perwerdeya 2 dewreyan temam kir. Niha jî amadekariyên îlankirina hem akademiyek jinê ya Ereban hem jî tabûrek xweser a jinê ya Ereban tê kirin. Ev tevahî bi bandora YPJ’ê ya tevlîbûna operasyonan derket holê.

Li milê din, di nav komên QSD’ê de jin nîn bûn. Ev tenê ji bo parastina axên xwe û rizgarkirina welatê xwe ji DAÎŞ’ê ketibûn nav şer. Dema van koman dîtin ku jin di vê astê de tevlî dibin, şer dikin, xwedî taybetmendiyên wisa pêşketî yê şer in, wêrek in, bandor bûn. Esas mirov dikare bêje, di feraseta zilam de şikestinek, guhertinek çêbû. Di civakek wisa de dijiyan ku her tim zilam serdest bû û jin jî biçûk dihatin dîtin. Difikirîn ku jin tenê dikarin karê malê bikin, li zarokan meyze bikin. Lê, têkoşîna YPJ’ê bandorek mezin li wan kir û rêzdariyek ava kir. Dîsa, dîtin ku YPJ’ê ti carî bi şûn de gavek jî ji armanca xwe û şerê xwe navêtiye paş, dest ji çeperên xwe bernedaye. Di wan de jî li beramberî YPJ’ê baweriyek mezin ava bû. Her wiha, bi xwe jî îfade dikin ku ji dîsîplîna şer û jiyanê, feraseta hevaltiyê û hêza moralê ya YPJ’ê bandor dibin.

Ango, sala 2016’an ji bo jina YPJ’î sala rengdanê bû. Hem ji milê civakî hem jî leşkerî ev wisa bû û ev jî bi pêşengiya YPJ’ê çêbû. Dîsa hat dîtin ku têkoşîna me, şerê me ne tenê şerê parastina axê ye, di heman demê de bi guherînê sazkirina kesayetek nû ye jî.

‘EM BÛN ÎLHAMA JINÊN CÎHANÊ’

Têkoşîna YPJ’ê ya sala 2016’an di qada navneteweyî de bandorek çawa çêkir?

Di pêvajoya bihara gelan de nuqteya bi bandor û taybet a Şoreşa Rojava, şoreşa jinê bû. Jin di her qadê de bûn xwedî mîsyon û di astek pêşengiya çalak de tevlî bûn. Dîsa di qada parastinê de jî cihê xwe girtin.

Jinên YPJ’ê ya bi pêşengiya jinên Kurd, sala 2016’an jî bandora û rêzdariya ku di qada navneteweyî de afirandibûn, parastin. Heta hê zêdetir bi pêş xistin. Tê zanîn, rêxistina yekem a şer û têkoşînê ye ku li cîhanê jinan di nav civakê de ava kirine. Heta niha, ne bûye dubareya ti hêzî ne jî bûye artêşek klasîk. Erê, di nav hêzên din de jî yekeyên jinê hene. Lê, mîna me ti hêzên xweser nîn in ku xwe di nav civakê de bi rêxistin bikin, xwedî hêza biryarê, îradeyê, konferansê, kongreyê bin. Vê taybetmendiya xwe, YPJ’ê bi damezrandina xwe danî holê. Her salek cuda derbas bû, xwe, têkoşîna xwe mezin kir, rola xwe ya pêşengî parast û pêş xist. Ev jî bû sedem ku di qada navneteweyî de bandorek mezin bike.

Em bi felsefeya xwe ya jina û şer pêşengiyê dikin. Jixwe bi vê felsefeya ku em û YPG’ê esas werdigerin, di civaka Rojava de jî guherînek mezin çêbû. Jixwe, guherîn ne tenê ji bo civaka Kurd, ji bo gelên din jî çêbû. Ne tenê di nav Sûriyeyê de di qada navneteweyî de jî bandorek mezin kir. Ji ber ku di vê astê de tevlîbûna jinê ji bo têkoşîna parastinê nebibû. Di qada navneteweyî de jî guherînên mezin ava kirin.

‘DIXWAZIN SÛDÊ JI EZMÛNÊN ME WERGIRIN’

Mînak, em çendan caran çûn welatên cuda. Ji rewşenbîran, nivîskaran, siyasetvanan me nêzîkatiyên erênî dîtin. Û, me dît ku me nêrînên wan ên têkîldarî jinê guhertiye. Dîsa, gelek deveran em dawet kirin. Wek YPJ, Afrîkaya Başûr em dawet kirin û em çûn. Hem me bi hikûmetê re hevdîtin kir hem jî me konferans li dar xist, semînar dan. Dîsa, gelek heyet hatin Rojava û serdana YPJ’ê kirin. Ji bo sûdê ji ezmûnên YPJ’ê wergirin xwestin bi me re nîqaşan bikin. Jixwe ev tevahî nîşan didin ku îro YPJ’e ji bo tevahî hêzên parastina jinê bûye îlham. Hêzên din ên jinê yên ku xwe ji derveyî me bi rêxistin dikin jî dixwazin ji ezmûnên me sûdê wergirin. Ji ber vê jî gelek kom hene ku dixwazin werin û ji tecrûbe û perwerdeyên me sûdê wergirin.

Wek YPJ’ê, encamên xebatên dîplomatîk ên ku we sala 2016’an meşand çi bûn?

Sala 2016’an hem veşartî hem jî eşkere me gelek hevdîtinên dîplomatîk kirin. Encama ji van hevdîtinan derket me ji raya giştî re ragihand. Li ser YPJ’ê gelek belgesel, filmê danasînê hatin çêkirin, roportaj û pirtûk hatin nivîsîn. Lê, ez bi vê bawer im, herî baş YPJ dikare xwe îfade bike. Lê, ev hatin û çûyinên me, dîsa hevdîtinên me bûn xwedî bandor.

Îsal, YPJ’ê wek hejmar xwe çiqasî mezin kir? Bi taybet jî ji qadên rizgarkirî tevlîbûna ji bo YPJ’ê çiqas bû?

Îsal esas ruhekî enternasyonal bi pêş ket. Ev di nav gelên xwecih de hê bêtir li pêş bû. Bi taybet jî jinên Ereb. Ji qadên rizgarkirî tevlîbûn zêde bû. Ji Şedadê heta Minbicê, jinên Ereb di astek baş de tevlî bûn. Hejmara jinên Ereb di nav YPJ’ê de zêde bû. Ji ber vê jî ji bo wan akademiyek xweser hat avakirin. Heta niha di nav QSD’ê de jî bi organîzeya YPJ’ê me 2 dewreyên xweser ên jinên Ereb temam kirin. Û demek nêz dibe ku tabûra jinên Ereb bê îlankirin. Her wiha jinên Kurd û ji gelên din jî di astek girîng de tevlîbûn çêbûn.

DI PERWERDEYÊ DE PISPORBÛYIN ÇÊBÛ

YPJ a ku li cîhanê deng veda û bûye çavkaniya îlhamê, şervanên xwe çawa perwerde dike? Sala 2016’an, sîstemek çawa ya perwerdeyê esas wergirt?

Sala 2016’an hem ji bo derfetan hem jî tevlîbûnan salek cuda bû. Esas, îsal YPJ’ê di qada perwerdeyê de pisporbûyin bi pêş xist. Hem di warê fikrînê hem leşkerî hem jî branşê de bi dehan akademî vekirin û YPJ’ê xwe li van akademiyan bi rêxistin kir.

Perwerdeyên me ji dîrokê heta felsefeyê, heta rastiya jina û kesayetê, heta dîroka jinê, berfireh e. Ji ber ku YPJ ne tenê hêzek qeba ya şer e. YPJ, hêza civakî , çandî, exlaqî û heta têgihiştinê ye. Jina ku dikeve ferqa xwe, têkoşînek wisa dide.

Dîsa xalek din jî, jinê bi xwe bawer kir. Yek ji encamên girîng a têkoşîn û serkeftina YPJ’ê jî ev e. Jinan, li erdnîgariya me berê hê zêdetir baweriya xwe bi mêran tanîn. Mêr, ji jinan hê xurttir didîtin. Lê, niha jin hêza xwe dibîne. Dibîne ku mêr jê ne çêtir e.

Wek YPJ’e, îsal we ti hêzên din perwerde kirin?

Bi taybet îsal, li qadên rizgarkirî jinan xwe xweser bi rêxistin kirin. Mînak, îsal Meclîsa Leşkerî ya Jinê ya Minbicê hat birêxistinkirin. Wek YPJ, hem di warê perwerde, hem pêdivî, lojîstîk û hwd. me destek da. Dîsa YPJ tevlî hemleya Minbicê bû. Dûvre, Meclîsa Leşkerî ya Jinê ya Minbicê hat avakirin. Li ser vê jî YPJ’ê tevahî xebat dewrî wê kir û vekişiya. Niha jî têkîliyên me hene. Kengî jî pêdivî bi tecrûbe, destekên me bibînin em amade ne bixin xizmeta wan.

Meclîsa Leşkerî ya Jinê ya Babê hat damezirandin. Wek YPJ’ê me dîsa destek da. Dîsa, jinên Şehbayî tabûra xwe îlan kirin. Daxwaza perwerdeyê ji me kirin û me jî vê pêdiviya bi cih anî. Niha jî têkîliyên me hene. Niha jinên Ereb hewl didin tabûra jina Ereban ava bikin. Di vî warî de em destekê didin.

‘BI RIZGARKIRINA REQAYÊ EM Ê TOLA TEVAHÎ JINAN HILÎNIN’

Niha di Hemleya Xezeba Firatê de wek YPJ’e hûn çawa tevlî dibin?

Hemleya Xezeba Firatê ji hemleyên din cudatir e. YPJ’ê îlan kir ku pêşengiya vê hemleyê li xwe digire. Ji ber ku Reqa, ji bo DAÎŞ’ê hem navendek îdeolojîk hem jî siyasî ye, hem dilê Sûriyeyê hem jî paytexta DAÎŞ’ê ye. Ev hemle ji bo me wek tolhildana jinê ye. Di serî de jinên Êzîdî yên ji hêla DAÎŞ’ê hatin qetilkirin û revandin û li bazarên koleyan hatin firotin, tolhildana jinan e ku li Reqayê di bin serweriya DAÎŞ’ê de hatine girtin. Heta niha me 601 jinên Êzîdî rizgar kirin. Dîsa tevî şertên zor jî me bi hezaran jin û zarokên Reqayî rizgar kirin. Hûn dizanin, niha zivistan e û şert zor in. Lê dîsa jî ne manewî ne jî moralê me kêm nebû.

YPJ’ê hem wek fermandarî hem şervan hem jî di asta berdevktiyê de tevlî hemleyê bû û heta îro jî jin di çeperên herî pêş de cihê xwe di hemleyê de digirin. Berdevka vê hemleyê jî, fermandara wê jî hevalek jin e.

‘RIZGARKIRINA REQAYÊ RIZGARKIRINA MEJIYAN E’

Wek min îfade kir, em di heman demê de şerekî îdeolojîk dimeşînin. Rizgarkirina Reqayê ne tenê rizgarkirina bajarekî ye. Rizgarkirina Reqayê di heman demê de rizgarkirina mejiyan e jî. Ji ber ku em wek jinên YPJ’î li her deverên ku YPJ têdikoşe, ne tenê rizgarkirina ji DAÎŞ’ê, hedefa me di warê zihnî û fikrî de nûbûyin û azadkirin e. Dîsa, divê çanda demokratîk û jiyana xwişktî û biratî kûr bibe. Ji berk u, em tenê mîna rizgarkirina axê li şer nanêrin. Em di heman demê de ji bo rizgarkirina jin û mêr, têdikoşin û şer dikin. Eger wisa nebe, wê dîsa sîstema zilamserwer û dûvikên wê bi ser kevin.

Li ser vî esasî hemleya Xezeba Firatê ya ji bo rizgarkirina Reqayê dest pê kir, esas hemleya azadkirina civakê ye. Em wek YPJ, wateyek wisa li vê hemleyê bar dikin. Di sala 2017’an jî em ê bi heman tempo û coşê tevlî vê pêngavê bibin, Reqayê rizgar bikin û tola tevahî jinan hilînin.

Wek YPJ, hûn bi kîjan hedefan derbasî sala 2017’an dibin?

Sala 2017’an hem di warê leşkerî hem jî di warê siyasî de wê bibe salek fînalê. Eger çareserî pêş nekeve jî wê derfetên çareseriyê bi pêş bikevin. Lê ji milekî jî îhtîmal heye ku nakokî û şer hê kûrtir bibin.

Lê, wek YPJ’e em ê her tim ji bo çareseriyek aştiyane demokratîk desteka xwe bînin ziman. Dîsa, ji bo em karibin çareseriyê bi pêş bixin divê em hêzên xwe mezin bikin. Em hedef dikin ku hêza xwe 2-3 qatan mezintir bikin. Ev ruh, di YPJ’ê de bûye ruhê parastina neteweya demokratîk.

Dîsa, li ser vî esasî em dixwazin bi perwerdeyan ve vê hêzê bigihînin asta pisportiyê.

Li milê din, bi taybet wek jin ji bo me esas ew e ku em kesayeta xwe bi cewherî ava bikin. Ne tenê milê leşkerî, li ser esasê paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya jinê hêzên xwe hê kûrtir bikin. Em xwedî vê hêzê ne. Em dizanin ku jinek azad û têgihiştî, civake azad û têgihiştî ye. Ev hedefa me ya stratejîk e.

Dîsa em ê tempoya xwe ya ji bo Hemleya Xezeba Firatê ya ji bo rizgarkirina Reqayê dest pê kir, bidomînin û bi rizgarkirina Reqayê tevahî jinan azad bikin.