RJAK: Divê li Başûrê Kurdistanê dijî şîddeta li ser jinan çalakî bên kirin

RJAK’ê diyar kir ku divê li Başûrê Kurdistanê çalakiyên li dijî şîddeta were destpêkirin û got: “Ji sala 2018’an û heta niha gelek jê jin 238 kes hatin qetilkirin an jî xwe kuştin.”

Li Başûrê Kurdistanê piştî bûyerên 16’ê Cotmehê ya ku piştî referandûma di 25’ê Îlonê de hatibû destpêkirin, salek derbas bû. Di vê pêvajoyê de li Xurmatû li ser jinan êrîşên zayendî hate kirin.

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) têkildarî bûyerên şîddeta li ser jinan û têkildarî salvegera 16’ê Cotmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

RJAK sedema zêdebûna kuştin û xwekuştinên jinan li Başûrê Kurdistanê sipart hewldanên dagirkeriya Tirk a bi alîkariya hinek hêzên cihêkar ên Herêma Kurdistanê û di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Nimûneya vê yekê jî di encama bûyerên 16’ê Cotmehê de bû ku Kurd û jinên Kurd ên li herêmên nakokî li ser hene, êrîş li wan hate kirin, rû be rûyê şîdet û êrîşan hatin.

Bi taybet ev êrîş li bajarokê Xurmatûyê pêk hatin. Di van êrîşan de destdirêjî li jinan hate hatin. Her roj li bajarên Herêma Kurdistanê nûçeyên kuştinên jinan tên bihîstin. Ji serê sala 2018’an ve 238 kes ku zêdetirî wan jin in, an hatine kuştin an jî xwe kuştine. Hişmendiya dagirkerî, şerxwazî û zilamsalariyê ya di civakê de jinan kirine hedefa şerê desthilatdariya xwe. Bi vê rêyê dixwazin hêza jinên azadîxwaz bê vîn bihêlin.”

Di dewama daxuyaniyê de RJAK’ê bal kêşa ser bandora şer û nakokiyên li Rojhilata Navîn a li ser jinan û got: “Vê dagirkeriyê wisa kiriye ku tund û tujiya li ser jinê tenê ne ji aliyê fizîkî ve pêk bê, êdî veguhere tund û tujiya çandî û civakî. Destdirêjiyê li axê jî dikin.”

RJAK’ê di dawiya daxuyaniyê de ji bo dawî anîna şîdeta li ser jinê banga xwe rêxistinkirinê li jinan kir û eşkere kir ku divê jin li asta Başûr û Iraqê xwedî helwesteke hestyar be û daxuyanî wiha bi dawî tê: “Pêwîste weke jinên Kurd li dijî hemû hêzên dagirker ku destdirêjî li ser axa me û me kirin, di asta Kurdistan û Iraqê de xwedî helwest bin. Bi taybet divê qonaxê de ku Kurdistan di demek gelek hestyar de derbas dibe, divê em bêdeng nemînin. Ji bo vê em bang li hemû gelê Kurd dikin daku li hemberî tund û tujiyan çalakiyan lidar bixin û xwedî helwest bin.”