‘Rewşa Rêber Apo ji bo me jinan zêdetir hesas e’

Zozan Çewlik: Plansaziya tinekirin, îmhakirinê li ser Rêberê me û gelê me heye. Em ê vê plansaziyê, hişmendiyê têk bibin.

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik di vê hefteyê de ji bernameya Rojeva Jin a ku di Sterk TV de tê weşandin axivî. Çewlik bûyerên ku di nava hefteyê de qewîmîne û di heman demê de nirxandinên sala 2016’an û îdeayên xwe yên sala 2017’an bi vî awayî nirxand:

‘RÊBER APO XETA SOR E’

Weke ku tê zanîn beriya vê demekê Zubeyîr Aydar bi daxuyaniyekê diyar kir ku li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xeteriyên kûr hene, li ser vê jî daxuyaniyên tevgera we ji çêbûn. Weke gerîlayên YJA Starê, vê mijarê hûn çawa digrin dest û dinirxînin.

Gelê Kurd jî û tevahî cîhan jî baş dizane, bê Rêber APO ji bo azadî û hebûna gelê Kurd û tevahî Rojhilata Navîn tê çi wateyê. Serokatî ji bo jinên  Kurd, tevahî jinên cîhanê, mirovahiyê tê çi wateyê ji aliyê her kesî ve tê zanîn. 2015, pêvajo xirab bû. Ev pêvajo di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de xirab nebû. Beriya wê xirab bûbû. Beriya wê Rêber APO mudaxeleyî vê pêvajoyê kir. Piştî wê jî Erdogan û hikûmeta wê biryara şer dan. Heya roja me ya îro jî ev rewş berdewam dike. Ev rewş di aliyê tenduristî, fizikî, û ewlehî de berdewam dike. Tevahî cîhan jî rastiya hebûn û azadiya Rêber APO ji bo gelê Kurd dizane. Bi taybetî jî hûn dizanin ji bo vê daxuyaniyên tevgera jin jî çêbû. Bi taybetî jî ji bo tevgera jin, ji bo milîtanên YJA Star ê rastiya Rêber APO tê çi wateyê her kes baş dizane. Di dîrokê de, heya roja me ya îro ti Rêberan   di felsefeya xwe de, paradîgmaya xwe de û birdoziya xwe de azadiya jin negirtiye dest. Her wiha azadiya jin jî nekiriye bingeha azadiya civakê. Rewşa Rêber APO ji bo me tevahî jinan zêdetir hesas e.  Em vê agahiyê cidî digrin dest. Rewşa Rêber APO ji bo me tevahî jinan girîngiya xwe heye. Ji ber em Rêber APO  tenê weke Rêberê mirovahiyê û gelê Kurd nagrin dest. Weke Rêberê tevahî jinan dibînin û digrin dest. Di vê wateyê de ji bo me gelek girîng e û cidî ye. Êrîşên ku li ser Rêber APO tê meşandin tê wateya êrîşên li ser azadiya jin, gelê Kurd û nirxê gelê Kurd. Ya herî rast ji bo me xeta sor e. Ya ku herî zêde têkoşîna me û dîroka me şopandiye dewleta Tirk e. Di dîrokê de heya niha êrîşên bi vî awayî her tim hatiye meşandin. Ji bo vê yekê jî di dîrokê de heya roja me ya îro jî helwest û nêzîkatiyên gerîla û milîtanên YJA Star jî çi neû di kîjan astê de ye tê zanîn. Wê îro jî çi bibe ez dixwazim bi mînakekê bidim diyarkirin. Tevahî cîhan û dewlata Tirk helwest û berxwedaniya heval Bêrîtan daye raberkirin baş dizane. Di sala 1992'an de cardin li ser Serikatiya me û tevgerame ya azadiyê komplo dabûn destpê kirin. Xwe radest kirinê na pejirîne, ruhê berxwedanî ji bo xwe girîng dibîne û xwe ji zinaran tavêje. Cardin di sala 1996'an de jî hêzên navnetewî û dewleta Tirk li ser Rêber APO komployek bi pêş xistin. Heval Zîlan bi çalakiya xwe ya fedaî bersivek dîrokî da. Di kesayetiya heval Sema de, cardin di sala 1999'an de dayikên Kurd, keçên Kurd û di şexsê heval Rotînda, Bermal de helwestên herî jor de girêdanbûyînên xwe dan diyarkirin. Jin rewşa Serokatî weke hebûna xwe digre dest. Ji bo vê gerîlayên YJA Star her tim bi ruhê xwe yê fedaî girêdanbûyînên xwe yê dîrokî dane raberkirin. Ji bo vê her kes bila baş bizane bi taybetî jî dewleta Tirk bi tenê gerîlayên YJA Star jî mabe ji bo vê mijarê wê Tirkiye aloziyan bijî. Ev konseptekê nû ya Erdogan, AKP û MHP ye. Weke milîtanên YJA Star bi awayeki gelek tund û çalak em ê bersiva vê bidin. Pêwîst e Erdogan hesabê vê bike. Heya niha weke HPG û YJA Star şerî ku hatiye meşandin di bin kontrolê de daye meşandin lê ger ku rewşek cuda li ser Serokatî were meşandin berpirsiyarên vê Erdogan û çeteyên wê ne. Ev ê Tirkiye ber bi aloziyê ve bibin. Wê şer bin kontrolê xwe de derbikeve. Wê bersivên gerîlayên YJA Star her tim weke helwest û çalakiya heval Zîlan bibe.

Weke gelê Kurd, tevgera azadiyê û gerîlayên YJA Star we sala 2016’an çawa pêşwazî kir? Têkoşîn, berxwedaniya we di kîjan astê de bû û destkeftiyên we çi bû?

Ev nêzî çil sal in em têkoşîna azadiyê didin meşandin. Her sal jî ji bo me wate û girîngiyên xwe hene. Her sal jî ji bo me salên têkoşîn û berxwedaniyê ne. Lê dî dîroka me de hin sal hene cuda ne. Di dîroka têkoşîna me de sala 2016’an saleke neji rêzê ye. Weke ku tê zanîn di sala 2015'an de piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê pêvajoyek nû destpê kir. Ev pêvajo heya roja me ya îro bi awayekî herî bi hêz tê meşandin. Ji bo me saleke bi berxwedaniyê derbas bû. Yê ku pêşengtiya vê pêvajoyê kir jî di serî de Rêber APO bû. Cardin di vê salê de me Rêveberiya Xweser îlan kir. Têkoşîna vê hate meşandin ev ê ji vir û şûn de jî berdewam bike. hevalên ku pêşengtiya vê berxwedaniyê kirin bi çalaki û jiyana xwe ya fedaî de, ji bo ku nirxê gelê Kurd biparêzin çalakiyên fedaî pêk anîn. Di Bakurê Kurdistanê de di pêşengtiya YPS Jin û YPS'ê de ji bo parastina xwerêveberiyêgelek bedelên giranbiha dan. Em tevahî hevalên li Sur, Cizîr û Şirnexê şehîd bûne bi bîr tînin. Cardin di qadê gerîla de gelek hevalan berxwedaniya rûmetê de şehîd bûn. Em van hevalên xwe jî bi rêzdarî bi bîr tînin. Em di şexsê heval Mehmet û Asya de tevahi şehîdên xwerêveberiyêbi minetdarî bi bîr tînin. Bi rastî jî gelê Botanê li hember faşîzma dewleta Tirk û Erdogan berxwedaniyek bê hempa dan raberkirin. Heya roja me ya îro jî li ber xwe didin. Em soza bilindkirina têkoşîn û berxwedaniya wan didin.

Bi taybetî jî em baş dizanin ku Erdogan û hikûmeta wê encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê û serkeftina şoreşa Rojava hezim nekirin. Hatibû wê astê ku ya wê muzakere bide destpêkirin, dest bi pêvajoyek nû bike, ya jî wê vê red bike û vî şerî ber bi şerekî dijwar ê dîrokî ve bibe. Lê tê zanîn konsepta Erdogan, hikûmeta wê AKP û MHP vê red kirin. Ji bo vê jî pêvajoyek nû li ser Serokatî û nirxên gelê Kurd destpê kir. Weke tevgera azadiyê, HPG û YJA Star jî pêvajoyek nû daye destpêkirin. Pêngava Şerî Gel ê Şoreşgerî ji bo me pêngavek gelek girîng e. Em xwedî dîrok û têkoşînek bingehîn in. Em dikarin bibêjin ku gelê Kurd û tevgera azadiyê bi îlankirina xwerêveberiyê li hember îmha û tinekirina Erdogan û hikûmeta wê ya ku li ser gelê Kurd da meşandin kete nava berxwedanî, têkoşîn û şerekî giştî. Bêguman ev pêngav ji bo tevgera me jî û ji bo gelê Kurd jî pêngavek nû bû. Bêgûman di dîroka me de jî hin dem hene ku dîrok dide guhertin. Bi şêwazên xwe, taktîk, çalakî û têkoşîna xwe re. Rêveberiya xweser, parastin, ewlehiya wê girtin, avabûyîna wê ji bo me nûbûyînek bû. Di pêşengtiya YPS Jin û YPS’ê de bi berxwedaniya kul i bajarên Kurdistanê dane meşandin em ketin sala 2016'an. Di roja me ya îro de jî ev hedef û armanc di pêşiya me de ye. Em ê vê armancê xwe heya serkeftinê jî berdewam bikin. Bêguman di roja me ya îro de netenê di Kurdistanê de di tevahi Rojhilata Navîn de şerê cîhanê yê sêyemîn tê jiyîn. Herî dawî jî bi şerê Mûsil û Reqayê jî tê diyarkirin ku netenê şerê DAİŞ'ê ye. Şerê di navbera hêzên navnetewî û netew dewlet de ye. Heman şer, şerê dîzaynê ye. Ev şer jî herî zêde di Kurdistanê de tê meşandin. Di tevahî parçeyên Kurdistanê de ev di Rojava de di pêşengtiya YPJ, YPG de, li Şengale YJŞ, YJA Star, HPG de, li Bakurê Kurdistanê, bi berxwedanî sal hate pêşwazîkirin. Ev rastî eşkere bûye ku ji bo çareseriyê, ji bo azadiya gelan û jiyanê gelê Kurd mifteya serkeftinê ye. Gelê Kurd  îro pêşengtiya vê dike.

Weke gerîlayên  YJA Star jî em di sala 2016'an de ketin di nava şerekî dîrokî de. Ev şerê îro tê meşandin tenê neBakurê Kurdistanê, çiyayên wê, netenê tevahî parçeyên Kurdistanê eleqedar dike. Di vê pêvajoyê de xeteriyên mezin jî hene, lê derfetên gelek mezin jî di pêşiya me de ye. Weke tevgera jin û YJA Star jî di xeta şerê gel ê şoreşgerî de di pêşengtiya gerîla de bi taktîka xwe de, şêwazê xwe de, her wiha di şerê bajaran de jî nûbûyînek û berxwedaniyek dîrokî dan raberkirin. Ev berxwedanî di tevahî qadên me de îro berdewam dike. Wekê tê zanîn biryara şerê topyekun hate girtin. Di 15'ê Tîrmehê de li ser Erdogan û hikûmeta AKP'ê darbe hate bipêşxistin. Ya rastî di tevahî Rojhilata Navîn de û di tevahî parçeyên Kurdistanê de bi pêş ketinên gelek bi demî tê jiyîn. Ji bo vê yekê ger ku em valatiyan bihêlin ev ê bibe sedema windakirinê. Darbeya hate kirin jî li hember Erdogan û çeteyên wê hate bipêşxistin. Lê ev darbe bi ser nekett. AKP ji bo ku berxwedanî, hebûn û têkoşîna gelê Kurd û tevgera azadiyê îmha bike, tine bike vê darbeyê ji bo xwe kir weke hincetek ji bo wê her kes girt û xist girtîgehan de. Ji ber ku ew, gelê Kurd ji bo pergala xwe ya desthilatdariyê weke xeteriyek dibîne. Felsefe û paradîgmaya Rêber APO ji bo xwe gelek xeter dibîne. Her kes û tevahî cîhan jî vê baş dizane ku tevgera me ya azadiyê di aliyê siyasî de jî, leşkerî de jî bi pêş ketinên bingehîn dijî. Di parastinê de jî bûye hêz. Erdogan di aliyê hiqûqî de jî xwest hin tiştan ji bo xwe bike rewa di asta herî faşîst de tiştên ku dixwaze pêk bîne. Di pêşiya pêkanîna planên xwe de gerîlayên YJA Star û HPG asteng dibîne, ji bo vê cardin biryara dagirkirina welat û çiyayên Kurdan xistiye hedefa xwe. Em meyze bikin hem di aliyê civakî de, siyasî de û leşkerî de girtin li ser girtinê pêk tîne. Dixwaze li ser tevahî civakê tirsekê pêk bîne. Di Tirkiyê de kes nikare ji bo wekhevî û aştiyê daxuyaniyek bide. Di tevahî Tirkiyê de ev wisa nelê bi taybetî jî li ser gelê Kurd û jinên Kurd vê pêş dixe.

‘DEWLETA TIRK ÎMHAKIRINA KURDAN KIRIYE HEDEF’

Ew dem mirov dikare bibêje Erdogan ji bo ku hebûna xwe û jiyana xwe demdirêj bike tinekirin û îmhakirina gelê Kurd xistiye hedef û armancê xwe?

Bêguman wisa ye, ji ber gelê Kurd ji bo xwe xeterî dibîne. Hikûmetên berê wê jî gelek şêwaz  bi kar anîn. Tevahî şêwazên xwe yên ku bi kar tîne rewa dibîne. Di civakê de şikestinê esas digre dest. Tenê neji bo Bakurê Kurdistanê heman demê de Rojava û Başûr jî dixwaze dagir bike. Ji bo vê tevahî plansaziyên wê li ser vê ye. Yên ku li hember wê li ber xwe dide û têkoşîn dide meşandin jî gerîlayên YJA Star û HPG ne. Ji bo vê jî di aliyê leşkerî de jî weke stratejî jî danîne pêşiya xwe dibêjin em ê heya biharê xilas bikin.

Bi rastî jî çiqasî Erdogan û çeteyên wê astengî dijîn her tim dibêjin em ê tine bikin, ji holê rabikin, ev di raya giştî de jî nêrînek dide avakirin. Lê hûn jî weke gerîlayên YJA Star û HPG bi çalakî, taktîk û şêwazên xwe de bersivên dîrokî didin. Tevahî neyar jî mat dibin. Nûbûyînên hûn bi pêş dixin çavkaniya xwe ji çi digre?  

Bêgûman her tim yê ku rûyê Erdogan û çeteyên wê derdixe pêş, tevahî plansaziyên wê vala derdixe gerîyên YJA Star û HPG ye. Ya rastî jî di nava salê bi xwe de jî di aliyê taktîk û şêwaz de jî yê ku konseptên wê vala derdixe darbe lê dide wê ji îro pê de jî berdewam bike gerîlayên azadiyê ne. Tê zanîn di nava salê de gelek hevalên me yên di asta fermandariyê de jî bi berxwedanî û têkoşîna xwe vê konseptê vala derxistine. Ji bo vê jî niha weke YJA Star jî di taktîkên xwe de û şêwazên xwe yên şer de jî gelek nûbûyîn daye avakirin. Cardin şerê sala 2016’an naşibe şerê ti salan. Bi rastî jî di aliyê gerîlatî de profesyoneltiyek gelek kûr jiyaye. Bi rastî jî bi bi pêş ketinên me re artêşa Tirk têk çû. Ti carî artêşa Tirkiye ewqasî rezîl nebûye. Yê ku vê kir jî gerîlayên YJA Star û HPG bû. Ji bo vê tenê di destê wê de teknîkê wê maye. Dixwaze bi teknîkê xwe darbe li gerîla bide. Lê gerîla teknîkên wê jî vala derxist. Ti hêz wê nikaribe berxwedanî û têkoşîna gerîla tine bike. Ev berxwedanî bi çalakiyên gerîla yên ku di nava salê de pêşxistiye li Elezîzê, Cizîrê, Şirnexê, Colemêrgê bi awayekî şênber derket holê. Em weke gerîlayên YJA Star em di vê îdeayê de neku em ê azadiyê pêk bînin. Ji ber em xwedî mîrasek bingehîn yê berxwedaniyê mezin bûne. Ev berxwedanî netenê di Bakurê Kurdistanê de, heman demê îro li Rojava weke YPJ li hember DAÎŞ, li Şengalê YJŞ, YJA Star, li Rojhilatê Kurdistanê HPJ ji bo parastina azadiya xwe û nirxên xwe di nava parastinê de ye. Berxwedaniya jina Kurd li ti derê nayê dîtin. Li hember vê konseptê û êrîşên faşîst di bin pêşengtiya gelek fermandariyên jin de berxwedanî bi pêş ketin. Di pêşengtiya heval Nucan, Berfîn, Çiyager, Zeryan, Axîn û tevahî hevalên şehîd bûne de xwedî berxwedaniyek mezin bû. Cardin ev nêzî sê meh in di qadên parastina medya de, di xeta Şemzînan de berxwedaniyek gelek dijwar tê meşandin. Neyar xwest qadên gerîla û navendên wê tine bike lê heya niha ser neketiye û wê ji îro şûn de jî ser nekeve. Li vir di pêşengtiya heval Axîn  de, Devrîm de, Çîçek de û Medenî de sê meh in berxwedaniyên dîrokî tê meşandin. Rûxmê ku şev û roj bi teknîkên xwe yên ku qaşo tê de nûbûyîn daye avakirin bi ser gerîla de tê, lê ev jî bi ser neketin. Çanda jin ya parastinê di roja me ya îro de xwe li her derê rêxistin kiriye. Li Rojava YPJ, li Şengalê YJŞ, YJA Star û li Rojhilatê Kurdistanê HPJ xwe bi awayekî bi hêz rêxistin kiriye. Herî dawiyê li Şengalê hemleya bi navê "Tolgirtina Jinên Ezidî" hate destpêkirin. Ev hemle gelek serkeftî derbas bû, di vê pêngavê de tiliyê yek hevalê me jî xwîn nebû. Ev encamê sekna azadiyê ye, encamê birdoziya Rêber APO ye, xwe hedef û armancê xwe de kilîtkirine. Di nava salê de gelek hevalên me bi ruhê fedaî derketin pêş. Weke heval Zinar, Doga, Eylem, Doza, Roza û hwd. Weke hêzên YJA Star em tenê di roja me ya îro de li hember vê hişmendiyê şer nakin. Em xwedi gelek ezmûnên dîrokîne. Gelek kesên ku hatine ser hikûmetê her tim gotine em ê tine bikin, ji holê rabikin lê herî dawî jî bi xwe li hember berxwedanî û têkoşîna gerîla tine bûne û têk çûne. Di nava salê de gelek çalakiyên xweser jî pêk hatin lê heman demê de jî di nava HPG'ê de jî beşdarbûyîn hate çêkirin. Di hunera şer de gerîlayên YJA Star û HPG jî xwe gihandiye asteke gelek jor. Ev çavkaniya xwe ji lêhûrbûyîn û perwerdeya xwe ya bingehîn digre. Çalakiyên ku di nava salê de hatine bipêşxistin jî da diyarkirin ku ev çiqasî bi pêş de ye. Bi dîmenên ku di nava salê de hatine  jî vê eşkere dike. Ev di aliyê çalakiyên sekvanî de sabotaj de û bi profesyonel bikaranîna tevahî çekan de xwe da der. Gelek çalakiyên YJA Star û HPG yê  bi vê şêwazî hene. Lê di dîroka me de balafirên şer nehatiye xistin. Lê ev jî hate kirin balafirê şer hate xistin. Dewleta Tirk, Erdogan û hikûmeta AKP her çiqasî vê veşêrin jî lê wê nikaribin vê rastiyê ji holê rabikin. Em pir rehet dikarin bibêjin gerîlayên YJA Star bi berxwedanî, moralê xwe, cesaret, têkoşîn û taktîkên xwe re mohra xwe li salê xist. Di pêşengitya jin de, vîna jin de, siyasetê de û rêxistinbûyîna jin de bûye xwedî nasnameya jina azad. Li hember vê di nava salê de Erdogan û çeteyên wê di sala 2015'an de jî û di vê salê de  jî li hember jina azad, jina xwedî vîn ji derveyê mirovahiyê û exlaqê şer bi hişmendiyê xwe yê qirêj nêzîkatî pêk anîn. Lê li hember vê jî di xeta Zagros û Zapê de gerîlayên YJA Star heya dawiyê ji bo parastinê xwedî ruhê berxwedaniyê bûn û di helwestên xwe de jî zelal bûn.

‘BEDELÊ WÊ ÇI DIBE BILA BIBE YJA STAR AMADE YE’

Çeteyên ku beşdarî operasyona Ertuş bûne û leşker jî xwe mukur hatin û gotin; di operasyonê de herî zêde zehmetî dan me gerîlayên jin in. Bi taybetî jî di wir de gerîlayek jin ya bi navê Çîçek gelek leşkeran asteng dike bi berxwedaniya xwe. Bi rastî jî gerîlayên jin vê ruhê xwe ji kû derê digrin, çavkaniya vê ruhê çi ye?

Çavkaniya vê ruhê birdoziya Rêber APO ye. Baweriya xwe bi paradîgma û felsefeya Rêber APO ya ku azadiya jin bingeha azadiya tevahi civakê dibîne digre. Ev îrade û ruh zû bi zû nayê radestgirtin. Di roja me ya îro de Erdogan gelek kes girtin. Weke siyasetmedar, demokrat û hwd. kesên ku Erdogan rexne dike hema tê girtin. Her wiha dibe ku hin kes jî pişta Erdogan bigrin. Dibe ku di fikrê wê de heye ku her kesê bigre û bêxe. Lê pêwîst e Erdogan vê pir baş bizane ku wê ti cari gerîlayên azadiyê teslîm negre. Wê ti carî Mehmet Tunç, Asya, Sêvê, Fatma, Çîçekan teslîm negre. Wê ti carî Zinaran û ruhê Zinaran teslîm negre. Jixwe niha tirsek avakiriye ku kes nemaye. Tirs heman demê tê wateya teslîmgirtina îradeya azad. Bi riya tirsê dixwaze jin teslîm bigre, civak û Kurdan teslîm bigre. Erdogan bila baş bizane ku kesê ku ji bo azadiya xwe, civaka xwe, nirxê şer dikin, bawer dikin wê ti carî nikare wan teslîm bigre. Di vê mijarê de jina Kurd bi sekna xwe, helwestê xwe vê daye diyarkirin. Ev ji dayika Taybet bigrin heya tevahî hevalên şehîdên jin vê bi sekna xwe dan diyarkirin.

Erdogan ji bo ku vê vîn û baweriya jin bişkîne bi riya çeteyên xwe şêwazên ji derveyê exlaqê pêk anîn. Di şexsê heval Ekîn de xwestin peyamekê bidin. Heval Ekîn xwedî seknekê milîtan yê jina azad bû. Xwestin vîna jina azad bişkînin. Cardin di berxwedaniya Zapê de nikarîbûn li hember vîn û baweriya gerîlayan bisekinin ji bo wê cardin şêwazê xwe yê qirêj pêk anîn. Du hevalên me yên jin birîndar dîl digrin, di hiqûqa şer de jî gava birîndar bikeve dest şêwazên cuda li ser wan nayê bikaranîn. Lê bila her kes baş bizane ku em ê bi vîna xwe ya azad bijîn, têkoşîn bidin meşandin. Ji derveyê jiyanek azad û rûmet ti rê li pêşiya me nîne. Ji bo vê yekê çi bedel bê xwestin weke gerîlayên YJA Star em amadene.

We nirxandinên sala 2016’an kir, hûn dikarin blançoya salê bi awayekî şênber bidin diyarkirin?

Di vê mijarê de gerîlayên YJA Star di her çar parçeyê Kurdistanê de xwedî têkoşîn û berxwedaniyêk bêhempa ne. Bedelên gelek giranbiha jî hatin dayîn. Jixwe ev rojane bi raya giştî re hatin parvekirin. Em dikarin bibêjin jixwe di dawiya salê de em weke fermandariya YJA Star bilançoya salê bi awayekê berfireh wê ji raya giştî re û gelê me re were eşkerekirin.

Gerîlayên YJA Star wê sala 2017’an çawa pêşwazî bikin? Îdeayê we ji bo sala 2017’an çi ye?

Me salek gelek tijî jiya û salên dîrokî jî benda me ne. Ji bo me rewşa Serokatî gelek girîng e. Weke hêzên gerîlayên YJA Star hebûna Serokatî, hinceta hebûna me ye. Ji bo vê erkê me yê herî bingehîn parastina azadiya Rêber APO ye. Ji bo azadiya Rêber APO wê çalakiyên me bi awayekî çalaktir berdewam bike. Em ê bi pêngava şerê gel ê şoreşgerî di sala 2017'an de jî heya serkeftinê berdewam bike wê nesekine. Li ser gelê Kurd û tevgera azadiyê, di Kurdistanê de jî û Rojhilata Navîn de jî demên hesas tê jiyîn. Şerekî pir dijwar tê jiyîn. Hêzên ku naxwaze tevgera azadiyê ser bikeve. Bi taybetî jî di vir de Erdogan gelek xwe bi hêz dide nîşandan. Lê demên xwe yê herî lawaz dijî. Em weke hêzên YJA Star di ferqa erkên xwe yên dîrokî de ne û li ser wê bingehê jî têkoşîn didin meşandin. Plansaziya tinekirin, îmhakirin li ser Rêberê me û gelê me heye, em ê vê plansaziyê, hişmendiyê têk bibin. Ji bo avakirin û serkeftina xwerêveberiyê jî em di nava lêhûrbûyînê de ne. Em vê pêvajoyê ji rêzê nagrin dest. Em ê hişmendî û pergala Erdogan û yê tevahî netew dewleta ji holê rabikin. Em di vê îdeayê de ne. Em weke gerîlayên YJA Star vê pêvajoyê weke pêvajoyekê amadekarî nagrin dest. Em ê kêlî bi kêlî di nava çalakiyan de bin. Ev pêvajo ji bo me pêvajoyekê awarte ye. Gerîlayên YJA Star jî ji bo her şert û zûrifê amadene. Em ê azadiyê misoger bikin. Jiyanek azad bidin domdarîkirin.