Rapora HDP’ê: Li Amedê di 7 mehan de 7 jin hatin qetilkirin

Di rapora ji aliyê Parlementera HDP’ê Semra Guzel ve hate amadekirin de, li Amedê di 7 mehên destpêkê ya 2020’ê de 7 jin hatine qetilkirin. Gezel bal kişand ser bê ka wê çawa pêşiya tundî û qetilkirinê bê girtin.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel rapora 7 mehên 2020’an a tundî û kuştina jinan ên li Amedê bi raporekê bi raya giştî re parve kir. Guzel li avahiya partiya xwe ya bajêr civîn lidar xist.

Guzel diyar kir ku li gorî amarên rapora wan tundiya zilaman û êrîşên zilaman ên li ser jinan zêde bûne û li Tirkiyê di 7 mehên sala 2020’an de 155 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin û 85 jin jî bi awayên guman jiyana xwe ji dest dane.

Guzel destnîşan kir ku di pêvajoya pandemiyê de tundiya li ser jinan zêde bûye û piştî Guhertina Yasaya Înfazê ket meriyetê û girtiyên kiryaran kiribûn hatin berdan tundî û kuştinê dewam kirin û guhertina yasayê bandorekî neyînî li ser jin û zarokan kiriye.

Guzel da zanîn ku li Amedê li ber salên bihûrî kuştina jinan zêde bûye û du zilamên bi Guhertina Yasayê hatine berdan li Amedê 2 jin qetil kirine.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Guzel destnîşan kir ku polîtîkayên qeyûm ji bo jinana qadên jiyanê nas nake û di 7 mehên salê de 4 qeyûm tayînî şaredariyên wan hatine kirin û 4 hevşaredarên wan jin ji wezîfeyê hatine girtin. Guzel got qeyûm destkeftiyên jinan dike armanca xwe û ev polîtîkaya jinan bi hepskirina malê re rûbirû dihêle û tundiyê zêde dike.

Guzel anî ziman ku li cihek wek Amedê hevalên wan jin ên dixwazin tundiyê û kuştinê rawestînin yan tên girtin an jî saziyên wan tên lawazkirin û dixwazin bi destgîrkirin û girtinê têkoşîna jinan dabeş bikin û asteng bikin. Guzel got li gorî daneyên Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) di sala 2020’an de 21 jin dema binçavkirinê de bi muameleyên xerab û êşkenceyê re rûbirû mane.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Guzel da zanîn ku 7 mehên sala 2020’an de 7 jin bi tundiya zilaman hatine qetilkirin û 9 jin jî bi awayên guman jiyana xwe ji dest dane û di meha Tebaxê de jî 2 jin ji ber tundiya zilaman rakirine nexweşxaneyê û zilamek jî hewl daye ku hevjîna xwe ya 21 salî qetil bike.

Guzel pêşniyazên têkoşîna tundiya li dijî jinan rêz kir û got ew dixwazin her cûre zext, tundî û êrişên li ser jinan werin bidawîkirin û divê îradeya jinan were nasîn û polîtîkayên ji bo jinan hin bêtir werin li pêşxistin.