Ozlem Soyler a girtî: Ev dozeke ya rûmetê ye

Ozlem Soyler a li Girtîgeha Jinan a Gezbeyê ku ji 16’ê Kanûnê ve di grevê de ye, tîne ziman ku mîna ku meydanê ji mirinê re bixwaze, encama dawî bibîne û bi wate pêşwazî dike got: “Ev dozeke ya rûmetê ye.”

Ji girtiyan Ozlem Soyler a li Girtîgeha Jinan a Gezbeyê 98 roj in di greva bêdawî-bêdorveger de ye di nameya şandî de wiha dibêje: “Em dibîhîstin ku her kes ji rewşa me bi fikar û metirsîdar in. Ev di warê menewî û moral de hêzê dide me, lê li cihê xwe rawestîn û bi fikra û metirsîdar bûyîn ji bo me di warekê de nafamkirine. Pêvajo vê yekê napejirîne.”

Ozlem Soyler di sala 1985’an li Umraniye ya Stenbolê hatiye dinê. Bavê wê ji Erziromê ye, dayika wê jî ji Trabzonê ye. Ozlem di sala 2002’an de tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê dibe. 2012’an li Amedê tê girtin û 17 sal û 10 meh ceza lê hatiye birîn. Soyler a li Girtîgeha Jinan a Gezbeyê tê ragirtin, li ser armanca xwe ya çalakiyê, hêvî û daxwazên xwe nameyek nivîsî. Nameya Soylem a di roja 85’an a çalakiyê de ev name nivîsiye. Di nameyê de ev tişt tê gotin:

 “Li dijî tecrîdê em di nava tevgerê de ne, lê li dijî me jî her diçe tecrîd tê kûrkirin. Nerazîbûneke min a tecrîdê li ser min weke takekesî kûrkirinê nexem e. Ya me jê nerazî tecrîda di kesayeta me de li ser civakê kûrkirine.

Di warê moral û biryardariyê de mîna roja yekem bi hêz û moral in. Yên mîna me ku dil dane azadiyê di mijarê bê ka wê çiqas û çawa bijîn xwedî wate û vîneke xurt e. Niha jî dibêjim; eger her rojê mîna koleyek û li ber înkarê û gefa mirinê jiyînê be, mîna ku meydanê ji mirinê re bixwazin, bi zanist û bi wate her encamê pêşwazî dikin. Ev dozeke ya rûmetê ye. Rûmeta me, berxwedana rûmetê, li ser navê gel wê bi teqez bigihêje serketinê.

Hem weke Kurd û jineke Karadenizî di pêvajoyeke wiha destanî û dîrokî de cih girtin pê serbilind im. Divê gel û her kes hê zêdetir dor li vê govenda serketin û xwedî lê derbikeve. Hêviya me ji heskirî, malbat, dost û gelên Tirkiye û gelê Kurd ev e. Denîzan, Mahîran, Kemalna û Sakîneyan ji bo me mîrasekî yê baxçeyê gelan hiştiye.

Em li ferqê de bin an ne li ferqê de bin 21 sal in li Îmraliyê sîstemeke ya tecrîdê heye, wijdan û sebra me tê pîvan. Ji xwe têra xwe me derb xwariye. Divê em vê birîna civakî bi lezgîn derman bikin. Yan jî em ê hemû rojekê ji hesabpirsîna wijdanî rizgar nebin. Erê, hêvî xweş e. Lê êdî hêvî bi tenê xeylên me pêk naîne. Hêvî mîna darekî ya kîrazê ye. Eger tu bixwazî mezin bibe, gul bide û fêkî bide divê tu av bidî, binê wê bikolî. Ev jî divê bê tirs, bi cesret destekê bidî berxwedêrên greva…

Em dibîhîstin ku her kes ji rewşa me bi fikar û metirsîdar in. Ev di warê menewî û moral de hêzê dide me, lê li cihê xwe rawestîn û bi fikra û metirsîdar bûyîn ji bo me di warekê de nafamkirine. Pêvajo vê yekê napejirîne. Hevrê Leyla bû ku fikar û metirsiyê xwe yên di warê siberojê de xiste pratîkê. Wê jî li gorî tişta pêwîst sekna xwe raber kir.

Ez di roja 85’an a çalkiyê de me. Li ser rewaş xwe ya tenduristî min bi zanabûn tiştek nenivîsand, ji ber ku rewşa me bi bûyerên pêk bên ve girêdayî ye. Bi hêviyên welatek azad, sobhetên azad li hevcivîn û hêviyên berxwedanê…”