Komxebata Jin û Parastinê, ku bi beşdariya 160 delegeyan û nûnerên 16 hêzên jinan ên li Rojhilata Navîn li Kobanê dest pê kir, dewam dike.
Berdevka Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Nesrîn Ebdullah, ku di heman demê de endama Komîteya Amadekar a komxebatê ye, girîngiya vê civînê ji ANF'ê re nirxand.
Ebdullah bal kişand şerê giran ê di dema dawî de li Rojhilata Navîn rû daye û diyar kir, şer û aloziyê herî zêde bandor li jin û zarokan kiriye.
Ebdullah, hovîtiya hat serê jin û zarokên Êzidî û êrîşên hêzên tarî yên li dijî jinên li herêmê bibîr xist û got, "Ji bo parastinê divê êdî jin bi rengekî serbixwe biryarên xwe bidin. Bi vî rengî pêşî li van hêzan bigirin. Em bi vê armancê li hev civiyan e."
Di dawiya axaftina xwe de Nesrîn Ebdullah got, "Rast e ev kombûn têra çareserkirina hemû pirsgirêk û aloziyan nake. Lê ev gaveke ji bo têkoşîna jinê û çareserkirina bi hişmendiyeke nû. Wê kombûnên bi vî rengî dewam bikin."