Nergis Mûhammedî ji hucreyê peyam şand: Serketin teqez e!

Aktîvîsta mafên jinan a Îranî Nergis Mûhammedî ku xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobel e, ji hucreya xwe ya li Tehranê peyam şand û got: “Serkeftin ne hêsan e, lê teqez e.”

Peyama Nergis Mûhammedî ji aliyê keça wê Kîana Rahmanî ve bi Fransî hate xwendin û di malpera înternetê ya fermî ya Nobelê de hate weşandin. Rojnamevan û aktîvîsa 51 salî spasiya xwe li komîteya Nobelê ya Norveçê kir.

Nergis Mûhammedî car din rexne kir ku jin li Îranê ji neçarî serê xwe digirin û bang li rayedarên Îranî kir ku bi erka xwe rabin.

Aktîvîsta girtî got: “Hikûmetek ku 45 sal in di civakê de xizaniyê ava dike. Hikûmetek ku bi polîtîkayên şer, li herêmê û li cîhanê aştî û aramiyê dixe metirsiyê.”

Nergis Mûhammedî 13 caran hatiye girtin, 5 caran bi giştî 31 sal cezayê girtîgehê û 154 cezayê qemçî lê hatiye birîn. Ji 2021’an ve car din hatiye girtin.

Nergis Mûhammedî di peyama xwe de got: “Weke gelê Îranê em demokrasî, azadî, mafên mirovan û wekheviyê dixwazin. Komara Îslamê li pêşiya vê daxwaza neteweyî, astengiya sereke ye. Em hewl didin da ku rûmeta Îranê û rûmeta mirovahiyê jinûve zindî bibe. Serkeftin ne hêsan e, lê teqez e.”

Nayê zanîn ku aktîvîst Nergis Mûhammedî çawa peyama xwe gihandiye.