NAV-DEM'ê ji bo Festîvala Zîlan banga tevlîbûnê kir

NAV-DEM'ê ji bo 13. Festîvala Zîlan ku wê roja 1'ê Tîrmehê were lidarxistin, banga tevlîbûneke xurt kir.

NAV-DEM'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, Tevgera Jinên Kurd li hemberî hemû êrîşan, li gelemperiya cîhanê bi taybetî li Rojhilata Navîn piştevaniya jinê afirandiye û ji bo polîtîkayên dewletên nîjadperest ên dijminatiyê li jinan dikin werin şikandin, li her derê têkoşînê mezin dike.

NAV-DEM'ê bal kişand ser qadên azad ên bi têkoşîna jinên Kurd a bi salan hatiye afirandin û wiha dewam kir: "Li gel van qadên azad, vîna jinê ya azad hatiye afirandin. Lewma Tevgera Jinên Kurd ji aliyê siyasî, civakî û çandî ve xwedî hêza guherîn û veguherîna civakî ye. Li Bakurê Sûriyeyê, Şengalê, li Başûrê Kurdistanê bûne hêviya li dijî dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê û polîtîkayên dewletê yên dijminatiya li jinê. Jinên Kurd ku îro li Rojhilata Navîn û gelemperiya cîhanê veguherîne sembola berxwedanê, nirxên mirovahiyê diparêzin. Nabe ku ev kevneşopî ji Têkoşîna Azadiya Kurd a çil salan cihê bê nirxandin. Ji ber vê yekê, divê Bêrîtan, Viyan, Asya, Sakîne, Rojbîn, Ronahî û Zîlan ên di oxira afirandina jiyana azad de canê xwe feda kirine, werin bîranîn."

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin, ji bo bîranîna Zeynep Kinaci (Zîlan) ku ji bo jinên Kurd weke manîfestoyê tê dîtin, îsal cara 13. Festîvala Jinê ya Navneteweyî tê lidarxistin.

Daxuyaniya NAV-DEM'ê wiha dewam kir: "Li dijî êrîşên modernîteya kapîtalîst û dûvikên wê, jin li her derê xwe bi rêxistin dikin û têdikoşin. Festîvala Zîlan jî parçeyek ji vê têkoşînê ye. Hevserokên jin ên meclîsa NAV-DEM'ê, rêveberên me yên jin û endamên me yên jin wê bi rengekî çalak tevlî festîval ê bibin. Ji ber vê yekê em bang li girseya xwe ya jinê, jinên ciwan û hemû hêzên demokratîk ên li dijî sîstema bi serdestiya mêr in, xwedî li Festîvala Zîlan derkevin û tevlî bibin."