Li Saarland jinên Êzidî kongreya xwe ya yekem lidar xistin

Jinên Êzidî yên li bajarê Saarbrucken ê eyaleta Saarland ê Elmanyayê ku biryara rêxistinkirinê dabû, 1’emîn komgreya xwe lidar xistin.

Jinên Êzidî yên li bajarê Saarbrûcken ê Saarland ê Elmanyayê bi kongreyekê Komîna Jinên Êzdî ya Şehîd Xabûr Avesta ava kirin.

Di kongreyê de endamên Meclîsa Jinên Kurd ê Freîbûrg, jinên Êzidî û nûnerên jinên Elewî amade bûn.

Kongre bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên şoreş û azadiyê ve hate destpêkirin. Piştî hilbijartina dîwanê û şûnde kongre bi axaftina destpê kir.

Di kongreyê de Zêro Al axivî û bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna xweser a jinên Êzidî. Al got: “Divê jin bi taybet jinên Êzidî ji bo parastina pradîgmaya konfederalîzma demokratîk, li ser bingehê parastina nasname, ol, netewa xwe xwe bi rêxistin bike.

Di dewama kongreyê de nûner a SMJÊ Songul Talay axivî û diyar kir ku jin rê nadin Erdogan ferman li Şengalê li Efrînê û en jî li deverekî din a Kurdistanê bide pêkanîn. Ji bo vê divê jin hê zêdetir têkoşînê bike û xwe rêxistin bike.

Piştî axatinan rapora xebatê hate xwendin, hate nirxandin. Di enama kongreyê de 4 komîsyon hate hilbijartin û rêveberiyeke ji 13 jinan pêk tê hate avakirin.