Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê dest pê kir
Rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya 25’ê Mijdarê eşkere kirin.
Rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya 25’ê Mijdarê eşkere kirin.
Rêxistin û saziyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir û tê de bernameya çalakiyên xwe yên 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê eşkere kir.
Çalakî di çarçoveya hemleya “Na ji qirkirin û dagirkeriyê re, em bi hev re jin û jiyanê biparêzin” dê pêk bên.
Endama Koordînasyona Kongreya Star Rîhan Loqo Kurdî û berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya kantona Qamişloyê Xedîca Zahir Erebî, li Parka Xwendinê ya li bajarê Qamişloyê daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Em bi ruhê jinên tekoşêr yên ku li beramberî birdoziya pergala netewedewletê ya zayendperest têdikoşin. Têkoşîn û berxwedana wan jinên leheng, di riya azadiya netewa jin de ji me re bûye çira. Li pey doza wan, bi biryardarî, bi cesaret û bi armanca jiyaneke azad a bi azadbûna jinê gengaz, em hîn dimeşin.
Xwişkên me, hevrêyên me û hemû jinên dildarên azadiyê; Li çar aliyên cihanê li beranberî faşîzm, dîktatorî û hewildanên reşkirina jiyanê, jin li qadan in. Ji Emerîkaya Latîn bigre, heya Tunis ji Tirkiyeyê bigire heya Polonya, ji Sûriyeyê bigire heya Hindistanê, ji Bîlarus bigre heya Iraq, Lubnan û Pakistanê jin bi têkoşîna xwe xwedî li mafê xwe yê bi berdelên giran bi dest xistî derdikevin.
Bi hezaran salan e li beranberî jinan qirkirinek heye. Lê belê kesekî kuştinan jinan wek qirkirin bi nav nekir. Jinên têkoşêr yên cihanê ji bona ku xwe wek netewek di destpêkê de hatî mêtîngerkirî û rastî qirkirinê hatî bide qebûlkirin, gelek berdêl dan. Lê em dibînîn ku jin her ku diçê bi saya têkoşîna xwe bi serdikeve. Jinan bi çalakiyên di asta cihanê de dane destpêkirin gelek caran dengê xwe gihandin hev. Bi hev re bûn hêza guhartinê û bi rêxistinbûna xwe tirs xist nava pergala mêr ya serdest. Jinan îspat kir ku bi hevgirtin û yekbûnê dikarin sînoran derbas bikin û bi hev re li beranberî zilma mêr tê bikoşin.
Hevreyên mê yên dildarên azadiyê, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên êş kişandine, berdêl dane û yên ku bi berxwedana xwe bûne stêrka herî geş ya Rojhilata Navîn! Em di qonaxeke gelek nazik re derbas dibin. Destkeftiyên me yê bi xwîna hezaran şehîd me bi dest xistine, hîna di bin xeteriyeke gelek mezin de ne.
Têkoşîna me hêz da hemû mirovahiyê û jinan. Bê guman me piştgiriyeke gelek xurt girt û baweriya serkeftinê da. Gef û êrişên li beranberî pergala ma ye ku jin pêşengên wê ne, didomin. Em niha jî bi hêzên ku ji DAIŞ`ê re bûn palpişt, yên wek Erdogan- AKP û çeteyên wê re têkoşîn dikin.
Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em ê bi hevgirtîn û têkoşîna xwe jinên cîhanê ber bi avakirina konfederalîzma jinan ve bibin. Em bi birêxistinbûn, bîrdozî û têkoşîna xwe dikarin bibin pêşengê wê avakirinê. Ev hêza me heye.
Ji bo Sûriyeke azad û demokratîk, ji bo jiyaneke aştiyane û aram em bang li xwişkên xwe yên Sûriyê jî dikin; em bi her jinên ku daxwaza azadî, wekhevî û aşitiyê dikin re ne. Ger em mil bidin hev du, Sûriyeke azad wê gengaz be.
Li ser wê bingehê em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin dirûşma “Ji qirkirin û dagirkeriyê re na! Em ê jin û jiyanê biparêzin!” de, ji 10`ê Mijdarê heta 10`ê Berfanbarê em ê çalakiyan pêk bînin.”