Li Amedê, Dayikên Aştiyê ber bi avahiya AKP'ê ya bajêr ve meşiyan

Bi wesîleya roja dayikan, Dayikên Aştiyê yên Amedê xwestin ber bi avahiya AKP'ê ya bajêr ve bimeşin, lê polîsên Tirk pêşî li wan girtin.

Endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Amedê, bi wesîleya 'Roja Dayikan' li avahiya DBP'ê ya Amedê li hev civiyan û tevî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û Parlamentera Amedê ya HDP'yî Sîbel Yîgîtalp ber bi avahiya AKP'ê ya bajêr ve meşiyan. Dayikan xwestin çelengeke reş deynin ber avahiyê.

Dayikan di dema meşa xwe de wêneyên jin û zarokên ji aliyê dewletê ve hatin kuştin û pankarta bi nivîsa 'Bila şer raweste û muzakere dest pê bike' nivîsandî, hildan.

Lê belê polîsên Tirk dor li daykan girtin û peşî li meşa wan girtin. Li ser vê yekê dayikan çalakiya rûniştinê pek anîn. Dayikan gotin, ew bi biryar in ku çelenga reş deynin ber avahiya AKP'ê ya bajêr.

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û Parlamentera Amedê ya HDP'ê Sîbel Yîgîtalp bi amîrên polîsên rejîma AKP'ê re hevdîtin kirin. Di dema hevdîtinê de, di navbera amîrê polîsan û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de li ser gotina 'Kurdistanê' nîqaş derket. Guven ji amîrê polîsan re got, "Li her devera Tirkiyeyê roja dayikan bi meşê tê pîrozkirin, lê li Kurdistanê destûra vê nayê dayîn." Amîrê polîsan jî got, "Ev der ne Kurdistan e, Amed e. Tu yê nebêjî Kurdistan." Bi van gotinan gef li Guven xwar. Guven jî got, "Ev der Kurdistan e û hûn nahêlin dayikên Kurd roja xwe pîroz bikin."

Dayikên Aştiyê yên Amedê, li gel zext û zordariya polîsên Tirk jî ji biryara xwe vengeriyan û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Endama Însiyatîfa Dayikên Aştiyê Sûltan Koyûncû daxuyanî da. Koyûncû diyar kir, weke dayikên aştiyê bi wesîleya rojê xwestine daxwazên aştiyê careke din bînin ziman û got, "Em naxwazin kesek bimire. Ji bo daxwaza xwe ya aştiyê bînin ziman, me xwest çelengê deynin ber avahiya AKP'ê ya bjer. Lê hûn dibînin, polîs dor li daxwaza aştiyê ya dayikan digirin û asteng dikin."