Li Îranê di bazara kar de cih ji jinan re tine!

Li gorî îstatîstîkên fermî li Îranê sala 2017'an li bazara kar rêjeya jinan tenê 16,8 ji 100'î ye.

Îstatîstîkên li ser rêjeya jinan a tevlêbûna kar a li Îranê xwe dispêrin ser Bernameya Rabûnê ya Neteweyên Yekbûyî. Bi vê çarçoweyê Navenda Îstatîstîkên Îranê her sal encamên têkilî hêza kar diweşîne. Navenda rewşa bazarê ya 10 salan a di navbeyna 2008-2017'an de dinirxîne. Îstatîstîkên navborî nîşan dide bê ka rêjeya di navbeyna jin û mêran de, ya li bazara kar ji hev dûr e. Tê fêhmkirin di dema diyarkirî de rêjeya mêran a li nav kar 4 caran li ya jinan e.

Li gorî îstatîstîkan di van deh salan de tevlêbûna mêran a li bazara kar 63 ji 100'î û ya jinan jî 14 ji 100'îye, li Îranê ji her 100 kesê ku dixebitin 84 jê mêr, tenê 16 jê jin in.

Li gorî heman îstatîstîkan 2017'an rêjeya mêran a di nav bazara kar de 71,4 ji 100'î û ya jinan jî 16,8 ji 100'î ye.

Ev dane nîşan didin ku li bazara kar mêr serwer in Dema ku mirov li asta perwerdehiyê binere, tê dîtin ku di bazara kar de ti guherîneke newekhev tine. Di nav civakê de 46 ji 100'î yê ku ji perwerdehiyê derbas bûne li gel ku jin in jî, di bazara kar de rêjeya jinên ku kar bi dest ve tînin tenê 9 ji 100'î ye. Ango ji 100 jinên perwerde standî tenê 10 jê dixebitin.

Di nav koma ku perwerdehiya bilind standî de, rêjeya jinan a di nav bazara kar de 37 ji 100'î ye. Di vê komê de rêjeya jinan dibe nîvê yê mêran.