KJK: Ji bo yekîtiya neteweyî pêvajoyek dîrokî ye
Koordînasyona KJK: Em di pêvajoyek dîrokî re derbas dibin ku xwedî wezîfe ne têkoşîna bi heybet a jina Kurd bi yekîtiya neteweyî ve bigihînin merheleyek hê rêxistinkirî.
Koordînasyona KJK: Em di pêvajoyek dîrokî re derbas dibin ku xwedî wezîfe ne têkoşîna bi heybet a jina Kurd bi yekîtiya neteweyî ve bigihînin merheleyek hê rêxistinkirî.
Koordînasyona KJK: Em di pêvajoyek dîrokî re derbas dibin ku xwedî wezîfe ne têkoşîna bi heybet a jina Kurd ku li çar parçeyên Kurdistanê ji Leyla Qasiman heta Viyan Soranan, ji Zîlanan heta Sakîne Cansizan, ji Şîrîn Elemhûliyan heta Arîn Mîrkanan dewam kiriye, bi yekîtiya neteweyî ve bigihînin merheleyek hê rêxistinkirî.
Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku Destpêka salên sedsala 20’emîn, hêzên hegemonîk ên cîhanê li gor polîtîkayên qirker û asîmîlasyonîst ên siyaseta cîhanê ji bo Kurd wek neteweyekê li Rojhilata Navîn cihê xwe negire, Kurdistan bi temamî kirine çar parçe û êşên bi sedan salan li gelê Kurd rewa dîtine.
Bi berdewamî got, “Tevahî cîhan domahiya sed salan li dijî van polîtîkayên qirker û mêtinger şahidiya berxwedanên bi heybet ên ciwan û jinên Kurdan kirine” û KJK’ê wiha dewam kir; “Lê, ji ber domahiya dîrokê berxwedanên gelê Kurd parçeyî û xwecih mane, sedsala 21’emîn jî mêtingeriyê xwe domandiye. Hêzên mêtinger ku îro jî ji vê rastiyê sûdê werdigerin, ji bo karibin destkeftiyên gelê Kurd di leha xwe de bi kar bînin, serî li her cure têkîlî û tifaqên qirêj didin. Ne tesaduf e ku çeteyên mîna DAÎŞ’ê hov, dijminê mirovahî û jinê wek mayinin serserî li erdnîgariya Kurdistanê bi cih bibin. Rojhilata Navîn çawa ku di şerê yekemîn û duyemîn ên cîhanê de bûye erdnîgariyeke ku hevsengiyên siyasî yên cîhanê hatine sazkirin, her wiha îro jî ji ber navenda 3’yemîn Şerê Cîhanê ye, bûye erdnîgariyeke ku hevsengiyên nû tên sazkirin. Dîrokê nîşanî me daye ku mîna sedsala 20’emîn, sedsala 21’emîn jî ji bo hêzên navneteweyî û herêmî karibin hêzên xwe biparêzin wê hevsengiyên nû yên Rojhilata Navîn dîsa li ser Kurdistanê ava bikin. Di vî şerî de ku tevahî hêz dixwazin bi bandor bibin, têkîlî û tifaq rojane diguherin, gelê Kurd ji bilî yekîtiyê nikare pişta xwe bi ti rastî û hêzên din germ bike. Di vê atmosferê de a stratejîk yekîtiya neteweyî ye ku xwe dispêre hêza cewherî.”
‘BI TÊKOŞÎNA HEVPAR VE KURD BÛNE XWEDÎ TÊGIHIŞTIN Û NASNAMEYA NETEWEYÎ’
Koordînasyona KJK’ê bal kişand, “Kurd, di sedsala 20’emîn de jî şerê man û nemanê didin, bi êş û bedelên mezin jî bûne xwedî deskeftiyên mezin û wiha domand; “Nîv sedsal e ku gelê Kurd û jinên Kurd jî li tevahî parçeyan bûne xwedî rêxistinbûyinên xurt û berxwedanên bi heybet. Berxwedan û têkoşînên li her parçeyekî pêş ketine, sînor bêwate kirine, yekîtiyeke ruhî ya ku parçeyek qedera parçeyekî din bandor dike û diyar dike, çêbûye. Di Şoreşa Rojava de gelê Kurd li her parçeyî rabûye ser piyan, ji bo vê berxwedana bi heybet ciwan û jinên Kurd ji her çar parçeyên Kurdistanê tevlî bûne, ruhê yekîtiya neteweyî beyan kirine. Şoreşa Rojava nîşan daye ku; bi têkoşîna hevpar ve êdî Kurd ji her demê zêdetir bûne xwedî têgihiştin û nasnameya neteweyî.
Wek jinên Kurd em baş dizanin ku; hêzên navneteweyî û herêmî qasî ku mêtinger û qirker, ewqas jî ji ber zihniyet û sazûmaniya xwe ya baviksalarî-desthilatdar, çavkaniya pirsgirêkên cinsiyetparêz in jî. Di vê sedsalê de ku ji bo jinan jî têkoşîna azadiyê mezin bûye û bi pêş dikeve, ji ber êrîşên zayendparêzî jî zêde dibin, têkoşîna hevpar nebe nabe. Di çaryeka yekem a sedsala 21’emîn de jinên Êzidî hatin qirkirin, li bazarên koleyan wek kole hatin firotin. Ev ne tenê li dijî jinên Kurd, êrîşek cinsiyetparêzî û qirker e ku li dijî tevahî jinên Rojhilata Navîn û cîhanê hatiye kirin. Lê divê neyê jibîrkirin, ji ber yekîtiya neteweyî nehatiye sazkirin, vê para xwe di qirkirina Êzidiyan û bi taybet jî jinên Êzidî de dîtiye. Li dijî van êrîşan, jinên Kurd îradeyek wisa nîşan dane ku ji bo tevahî jinên cîhanê bûne sembola berxwedana bi heybet. Jinên Kurd ku bûne hem pêşengên têkoşîna neteweyî hem jî têkoşîna azadiya jinê, niha jî xwedî berpirsiyartî û wezîfeyê ne ku bi hişmendî û îradeya hevpar bibin pêşengê yekîtiya neteweyî.
Ji destpêka tevgera me ya azadiya jinê ve her tim di çareserkirina pirsgirêkên me de rêgeza me ya yekem bûye welatparêzî. Ango, pîvanê me yê esasî ew e ku em ê xwedî li nirxên cewherî yên xaka xwe derkevin, li qadên jiyana azad, di serî de bi tevahî jinên Kurd ên li giştî parçeyan, bi tevahî jinên herêmê re li ser esasî yekîtiya demokratîk em ê bên cem hev û vê bi pêş bixin. Bi rêka vê jî li dijî zayendparêzî û desthilatparêziya civakî, bi têgihiştinê, rêxistinbûyinê, têkoşînê û bi pêşengiya jinê em ê ji nû ve bafirînin.
Em di pêvajoyek dîrokî re derbas dibin ku xwedî wezîfe ne têkoşîna bi heybet a jina Kurd ku li çar parçeyên Kurdistanê ji Leyla Qasiman heta Viyan Soranan, ji Zîlanan heta Sakîne Cansizan, ji Şîrîn Elemhûliyan heta Arîn Mîrkanan dewam kiriye, bi yekîtiya neteweyî ve bigihînin merheleyek hê rêxistinkirî. Ev pêvajo, ji bo sazkirina yekîtiya neteweya gelê Kurd wek jin rolek pêşengî dide ser milên me. Wek gelekî ku li çar parçeyan di bin pençên qirkirinê de ye, ji bo wek gelekî parastina hebûna xwe û sazkirina hebûna xwe, pêwîst e ku li ser bingehekî em bigihêjin hev û divê li her parçeyan li ser esasê îradeya cewherî ya gelê Kurd em statuyê bi dest bînin.
Wek netewe, îro hem em bi rîskên mezin re hevrû ne hem jî ji her demê zêdetir xwedî derfet in ku li xaka Kurdistanê dawiyê li her cure mêtingerî û dagirkeriyê bînin û azadiya xwe bi dest bînin. Tenê em îradeyek hevpar nîşan bidin. Wek KJK, bi nêzîkatiyek berpirsiyarî ji bo ji eniya jinê yekîtiya neteweyî bi pêş bikeve, em amade ne ku rol û mîsyona dikeve aliyê me pêk bînin. Em bang li rêxistinên jinan, kesayetan û jinên ciwan ên li çar parçeyên Kurdistanê dikin ku em li ser bingehekî hevpar bicivin, bi ked, fikr û têkoşîna xwe tevlî pêvajoya avakirina yekîtiya neteweyî bibin. Di pêvajoyek wisa de ku li her parçeyî êrîşên sîstematîk ên li dijî ruh, hêza me ya fikrînê, laşên me gihiştiye asta şerekî, wek jinên Kurd ji her demê zêdetir ji bo me pêdivî ye ku em hê zêdetir bên gel hev, pirsgirêkên xwe yên hevpar bi hevparî nîqaş bikin û çareseriyên hevpar bi pêş bixin.
Li ser vî esasî em bawer in ku wê rêxistinên jinan, kesayet, jinên ciwan ên li çar parçeyên Kurdistanê bi berpirsiyartiyeke dîrokî nêzî banga yekîtiya neteweyî bibin, careke din destnîşan dikin ku di vê xisûsê de em ê her cure berpirsiyariya ku dikeve aliyê me pêk bînin.”