KBHD: Em ê hesab ji yên ku dixwazin Şengalê desteser bikin, bipirsin

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan nerazîbûn nîşanî peymana qirêj a li ser Şengalê da û destnîşan kir ku ew ê hesab ji yên ku dixwazin îradeya gelê Şengalê desteser bike, bipirsin.

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBHD) li ser planên qirêj ên li dijî Şengalê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku ku dijminê gelên bindest û dijminê jinan DAÎŞ'ê di 3'ê Tebaxa 2014'an de bi piştgiriya serdestiya mêr û dewleta Tirk a faşîst êriş bir ser warê pîroz ê Êzidiyan Şengalê û hate gotin, "Yek ji komkujiyên herî giran ên dîrokê kir. Bi hezaran mirov kuşt, dest avêtin bi hezaran jinan, ji 5 heta 7 hezar jinan li bazarên koleyan firotin û ji cih û warê wan kirin. Ev komkujî êrişek li dijî bawerî, çand û fikrê civaka Êzidî bû."

'YÊN KU KOMKUJÎ JI NEDÎTÎ VE HATIN...'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dema ku DAÎŞ'ê êriş bir ser Şengalê, artêşa Iraqê û pêşmergeyên ku êriş ji nedîtî ve hatin û hêzên xwe vekişandin, civak û jinên Êzidî bi tenê hiştin û reviyan."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Li dijî êrişkariya DAÎŞ'ê, berxwedana bi pêşengiya 12 gerîlayan pêşî li qirkirina Êzidiyan girt. Civaka Êzidî bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinê yên Şengalê (YJŞ) derbên giran li çeteyên DAÎŞ'ê xistin û ji xaka Şengalê qewirandin.

PDK a ku di dema êrişa çeteyan de civaka Êzidî di nava lepên çeteyan de hişt û Şengal terikand, îro dixwaze hêzên YBŞ/YPJ'ê yên ku pêşî li fermana 73'an girtin û Şengal parastin ji Şengalê derxîne. Ev pratîk pratîkeke komployê ye ku hêên emperyalîst û herêmî di nav de bûn. DYE, dewleta Tirk, PDK û rêveberiya Iraqê aktorên vê komployê bûn. Rêveberiya xweseriya demokratîk a ku li Şengalê ava bû, ji aliyê van hêzan ve hewl tê dayin ku bê tasfiyekirin."

'PARÇEYEK JI KONSEPTA TASFIYEYÊ YE'

Di daxuyaniyê de hae ragihandin ku zîhniyeta îro hewl dide li Şengalê îradeya jinên Êzidî bifetisîne, êrişî Şoreşa Rojava û destketiyên jinan jî dike û hate gotin, "Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bi dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî dest danî ser îradeya gel a demokratîk a li van herêman. Dewleta Tirk û çeteyên wê ku dagirkerî, qirkirin, guhertina demografîk, jiyana bi serweriya mêr û jiyana koledarî li jinan ferz dikin, dijminê sereke yê Şoreşa Rojava, destketiyên jinan û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Serhildana jinan a li sîstema serweriya mêr tirsa herî mezin a vê zîhniyeta DAÎŞ'ê ye.

Li ser Bakur, Başûr, Rojava êrişên dagirkeriyê û operasyonên leşkerî yên rejîma Erdogan ê faşîst hene. Planeke nû heye ku hewl didin li Şengalê biceribînin ku parçeyek ji konsepta lawazkirin û tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd e. PDK û rêveberiya Iraqê hevparê vê konseptê ne. Amerîka bi sekna xwe ya li herêmê plansazê yekser ê konseptê ye. Lewma piştevaniyê dewleta Tirk a faşîst dagirker û hêzên paşverû yên li herêmê ye."

'EM DI ÇEPERÊN XWE DE NE Û BI GELÊ ŞENGALÊ RE NE'

KBDH'ê diyar kir ku ya tê xwestin bê afirandin, ferzkirina îradeya noker a bi rêbaza PDK'ê li ser Şengalê ye û wiha dewam kir: "Destketiyên gelê Şengalê û jinên Şengalê ku bi berdêlên giran afirandine tune tên hesibandin. Yên ku di rojên zor û zehmet de ne bi gelê Şengalê re bûn, niha hewl didin paşeroja wan diyar bikin. Lewma peymana hatiye çêkirin li nava gelên Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn derbasdar nîne. Divê gelê Şengalê li ser paşeroja gelê Şengalê biryarê bidin.

Bi navê Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan em şervanên YJŞ'ê bi hestên şoreşgerî silav dikin ku li dijî koletiyê ji bo azadiyê şer kirin û bûn sembola berxwedan û rûmetê. Em bi gelê Şengalê, bi jinên Şengalî re ne ku di têkoşîna azadiyê de berdêlên mezin dan. Em di çeperên xwe de ne, çeka me di destê me de ye. Di êrişeke gengaz de em ê berdêlên giran bi dewleta Tirk a faşîst û nokerên wan bidin dayin; em ê hesab ji yên ku dixwazin îradeya gelê Şengalê desteser bike bipirsin."