KBDH: Berxwedana Kobanê rê dide ber têkoşîna me
Konseya Giştî ya KBDH'ê bi wesîleya 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Berxwedana Kobanê rê dide ber têkoşîna me."
Konseya Giştî ya KBDH'ê bi wesîleya 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Berxwedana Kobanê rê dide ber têkoşîna me."
Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) di daxuyaniya xwe de da ravekirin: “Kobanê ku azadbûna wê di encama bedelên mezin û îradeyeke bênavber de bû, destana derbaskirina sînorên xwe ye. Kobanê, di qirika dewleta Tirk a faşîst û nûnerê wê yê niha rejîma Erdogan de asê maye. Vîna şoreşgerî ya di şexsê Arîn Mîrkan de, ji Girê Miştenûrê gihişt gelên cîhanê. Ev roja serketinê ya ku li hemû cîhanê wek Roja rizgariya pîrozkirina Kobanê hatibû dest pê kirin.Ev roj roja gûrbûna meşaleya/çiraya hêviyê li dijî tarîtiya DAÎŞ'ê ye."
Di berdewamiya daxuyaniyê de vana hatin diyarkirin:
"Çawa ku hewldanên zîhniyeta faşîst a baviksalarî doh li Kobanê encam negirt, îro jî li qadên ku berxwedan lê tê kirin, wê nikaribin encamên teqez ku dixwazin bi dest bixin. Kobanê sirûda/klama serketinê ya tije bi ders e. Ev îrade, li şûna ku li hemberî şert û mercên zehmet gazincan bike, ji neçariyan derfetan diafirîne, di şer de li dijî tarîtiya DAÎŞ'ê têkoşîna domandina rizgariyê, bi dersên fermandariya jinê tije ye.
Berxwedana me ya îro jî bi encamên ku me ji van ders girtine didome. Dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' vediguhere bahozeke ku di serê lûleyên me de nîzama baviksalarî di jiyan û hişê me de dihejîne. Dewleta Tirk dizane ku Şoreşa Rojava ya ku di van demên dawî de êrîşên xwe zêde kiriye, di heman demê de şoreşa jinê ye û şoreşa ku tevî her tiştî li ser piyan maye. Ev yek dewleta Tirk dîn û har dike. Tevî her cure êrîşên kîmyewî û serweriya teknîkî, her çalakiya gerîlayên jin ên ku nikarin vîna wê li çiyayan bişkînin, di mejiyê wan de diteqe. Ev cesareta/wêrektiya ku me ji Arîn, Sarya û Qederan ku wekî mîras girtiye wê di demên herî tarî de jî meşaleya hêviyê geş bike û têkoşîna me ya yekbûyî ya şoreşgerî wê bi kulîlkên serkeftinê tacîdar bike.”