Jinên li kampên AFAD'ê ne di nava lepên çeteyên fuhûşê de ne!

Derket holê, jinên ji Sûriyeyê yên li kampên Elbeylî û Îslahiyeyê dimînin, ji aliyê çeteyên fuhûşê ve tên îstîsmarkirin. Çeteyan li xwe mikur hatin ku ew bi rayedarên kampan re dixebitin.

Li gorî nûçeya Dîhaberê, jinên ku tevî malbatên xwe ji şerê li Sûriyê reviyan û hatin li kampên Elbeylî û İslahiyeyê bi cih bûn ketin nava tora fuhûşê. Peywirdarê ewlehiyê yê kampa Îslahiyeyê wiha got: "Li kampê fuhûş li zarokên ku temanên wan di navbera 16-17 salan de ne tê ferzkirin. Em nizanin navbeynkar kî ne. Lê belê rayedarên kampê destûrê dide ku derkevin derve. Dibêjin em ji bo kar derdikevin. Mesela dibêjin pêdiviya wan bi 6-7 karkeran heye. Di bin navê karkeriyê de jinan werdigirin û piştî ku fuhûşê bi wan didin kirin wan tînin. Ev çerx tim wisa tê dubarekirin." 

KESÊN JI KAMPÊ TÊN DERXISTIN CAREKE DIN VENAGERIN' 

Îtirafên welatiyê bi navê Yaşar Bûdak jî careke din wê drama penaberan radixîne ber çavan. Bûdak diyar kir ku li navçeya Elbeylî ya Kilîsê hema bêje li her malê jineke Sûriyeyî heye. Bûdak, got ku mara wî bi 3 jinên Sûriyeyî re heye. Bûdak diyar kir ku li bajêr hemû jinên Sûriyeyî ji kampê hatine derxistin û bi malbatên wan re li hevkirinek hatiye kirin. Bûdak wiha got: "Yanî ne li gor rizaya jinan, dema pereyan didin malbatan jin careke din venagerin kampê." 

Bûdak dest nîşan kir ku ev tişt li Kilîsê veguheriye sektorekê û ji bo vî karî kesên navbeynkar hene. Bûdak diyar kir ku piştî ku bi navbeynkaran re li hev tê kirin, pêwendî bi peywirdarên kampê re tê dayîn û wek jin bi malbatên xwe re biçin geştê ji kampê tên derxistin. Bûdak anî ziman ku li gundekî nêzî Elbeylî an jî li kafeyeke li navenda Kilîsê bi malbatê re li hev rûdinên û li wir piştî ku li hev dikin jin tê 'firotin'. 

LI OTOBAN Û PAVYONAN FUHÛŞ LI WAN TÊ FERZKIRIN 

Bûdak dest nîşan kir ku rayedarên kampê li hemberî van pêkanînan xwe li bêdengiyê datînin û wiha axivî: "Heke rayedarên kampê bixwazin dikarin mudaxileyî vê rewşê bikin. Lê belê ew jî dibêjin 'Em nikarin li hemberî zewaca mirovan bibin asteng' û li hemberî vê rewşê xwe li nedîtiyê datînin. Hin jin bi rastî jî dizewicin, lê belê gelek jê jî ji dêvla zewacê fuhûş li wan tê ferzkirin. Çend roj berê zarokeke 15 salî vegeriyaye cem malbata xwe. Lê belê zarok ducanî ye. Piştî ku karê wan bi zarokê re qediya ew şandine cem malbata wê. Piraniya jinên ku di bin navê zewacê de ji kampan tên derxistin li qeraxên otobanan û pavyonan fuhûş li wan tê ferzkirin." 

'EV ÇERX TIM DUBARE DIBE' 

Hat îdiakirin ku li kampa AFAD'ê ya li navçeya Îslahiye ya Dîlokê ye peywirdarên kampê û çeteyên fuhûşê bi hevkariyî dixebitin. Hat diyarkirin ku di navbera pêkanînên vê kampê û ya Kilîsê de tu cudahî tune ne. Hat destnîşankirin ku wek jin li nav zeviyan bên xebitandin ji kampê tên derxistin û paşê li pavyon û baran fuhûş li wan tê ferzkirin. Tê gotin ku li seranseriya Îslahiyeyê fuhûş li jinên Sûriyeyî tê ferzkirin û peywirdarê ewlehiyê yê kampê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bibêje ev agahî dan: "Li kampê fuhûş li zarokên ku temenên wan di navbera 16-17 salan de ne tê ferzkirin. Em nizanin navbeynkar kî ne. Lê belê rayedarên kampê destûrê dide ku derkevin derve. Dibêjin em ji bo kar derdikevin. Mesela dibêjin pêdiviya wan bi 6-7 karkeran heye. Di bin navê karkeriyê de jinan werdigirin û piştî ku fuhûşê bi wan didin kirin wan tînin. Ev çerx tim wisa tê dubarekirin." 

'HAYÊ RAYEDARÊN KAMPÊ JÎ JÊ HEYE' 

Peywirdar anî ziman ku fuhûş li keça 16 salî û dayika wê ya 30 salî ku li kampê dimînin tê ferzkirin û wiha got: "Ev her serê sibê wek biçin kar dertên derve. Êvarî dema tarî dikeve dubare tên kampê." Peywirdar, diyar kir ku temenê jinên ku fuhûş li wan tê ferzkirin di navbera 15-30 salan de ne. Peywirdar got ku, hayê rayedarên kampê jî ji vê yekê heye. 

Peywirdar diyar kir ku penaberên kampê bi şideteke dijwar re jî rû bi rû ne. Peywirdar got ku herî zêde peywirdarên kampê şidetê li penaberan dikin, dema ew têr nekin vê carê jî leşker dikevin dewrê û carinan ev şidet digihîje asta îşkenceyê. Peywirdar anî ziman ku ji ber vê şidetê penaber dixwazin kampê biterikînin û çend meh berê ji ber şidetê penaberan serî rakiriye, lê belê di demeke kurt de ev raperîna wan hatiye tepisandin. 

3 HEZAR JIN LI KU DERÊ NE? 

Her wiha di destpêka salên ewil ên şerê Sûriyeyê de li gundê Harranê yê Reyhanliya Hatayê di bin navê zewacê de 3 hezar jin ji aliyê çeteyên fuhûşê ve hatibûn kirîn û ev yek di çapemniyê de xwe dabû der. Hîn jî der barê aqûbeta van jinan de agahiyên zelal bi dest neketine û hat diyarkirin ku gelek kes ji Konya, Mersîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê tên û di bin navê zewacê de bi sedan jinî dikirin. Her wiha derketibû holê ku hin jinên ku di bin navê zewacê de hatibûn firotin li Antakyayê di pavyonan de tên xebitandin.