'Jina ku li ser şopa Zîlan azad dibe, welat û jiyana azad e'

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, Zeynep Kinaci ya ku roja 30'ê Hezîrana 1996'an li Dersimê li dijî artêşa Tirk çalakiya canbexşane kir, bibîr anî.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, çalakiya Zîlan weke "banga li jiyana azad" bi nav kir.

Fermandariyê diyar kir, ew ê li ser şopa Sema Yuce, Gulan (Fîlîz Yerlîkaya), Dîcle Afrîn, Silav Koçer, Zîlan Pepûle û hemû şehîdên azadiyê yên dane ser şopa Zîlan bimeşin û soza serketinê da.

'HEVRÊ ZÎLAN BI BERPIRSYARIYA SERDEMÊ RABÛ'

YJA Starê bal kişand ser şert û mercên siyasî yên dema lidarketina çalakiyê û destnîşan kir, li dijî xeteriyên li ser tevgera azadiyê ya Kurd, Zeynep Kinaci bi erk û berpirsyariyên serdemê rabû û ev wezîfe bi cih anî.

Fermandariyê bibîr xist, di sala 1996'an de dijmin hemû hêza xwe ji bo tinekirin û tasfiyekirina PKK'ê seferber kiribû û komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê me di vê demê de dabû destpêkirin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Bi gotina, 'Ya em ê biqedînin, ya em ê biqedînin' her roj li medyayê şerê taybet dihate meşandin; mirov ji gund û malên xwe dihatin birin û kuştin, îşkenceyên gelekî giran li gel dihatin kirin. Hevrê Zîlan bi hêza xwe ya hest û mejî dît, ku ev xeterî di şexsê Rêbertî de li dijî hemû jinan, gelan û mirovahiyê tê kirin û li dijî vê yekê erk û wezîfeyên xwe bi rengekî bêhempa bi cih anî.

Çeteya AKP-Qesra Erdogan a îro, ji salên 90'î dijwartir di şexsê Rêberê me de êrîşî gelê me, tevgera me ya azadiyê û nirxên mirovahiyê dike. Halbûkî di roja îro de, hêza bingehîn a ku rewşa siyasî û leşkerî yal i herêmê û cîhanê diyar dike, Rêber Apo ye. Erkên dewleta faşîst ên bi vê dizanin, hemû hêza xwe seferber kirine û êrîş dikin. Ji her demê bêhtir şerê taybet dimeşînin, hewl didin dil û mejiyê mirovan bixapînin. Her roj gotina 'Wê di Nîsanê de biqede, wê di destpêka Gulanê de biqede, qediya, li ber qedandinê ye' dubare dikin û bi zanebûn hewl didin mirovan bixapînin. Halbûkî ya diqede û wê biqede rejîma faşîst a AKP'ê ye. Tevgera Azadiyê ya Kurd îro li Rojava, bakur, Rojhilat û Başûr, ya girîng li Rojhilata Navîn bûye yek ji hêzên herî girîng û roj bi roj mezintir dibe. Dewleta Tirk jî bi polîtîka û pêkanînên xwe yên şaş, li pêşberî tevgera me qels dibe.

'EM Ê HETA SERKETINÊ ŞER BIKIN'

Yek ji faktorên bingehîn ên têkçûna dewleta Çete-AKP a faşîst, hêza YJA Starê ye ku bi bi hezaran şervanên azadiyê yên li ser şopa hevrê Zîlan in têdikoşe. Gerîlayên me yên YJA Starê, bi ruhê berxwedanê, bi şehîdan û bi derbên li dijmin dixin re, nîşan dane ku ruhê Zîlan dijî. Bi taybetî, di Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran-Şehîd Nalîn Mûş a tevgera me de, performansa hêzên me yên YJA Starê û çalakiyên di meha Hezîranê de tên kirin, çalakiyên li gorî ruhê Zîlanbûnê ne. Weke YJA Starê em ê van çalakiyan daîmî bikin û heta serketinê em ê şer bikin. Ji ber vê yekê, ne tenê ji bo gerîla, ji bo hemû hêzên şoreşger em dibêjin; fêhmkirin û bicihanîna sekn û banga Zîlan li her qada jiyanê mirovan bi ser dixîne. Jiyana azad û avakirina demokratîk, bi rêbaza şer û jiyanê ya Zîlan dikare veguherin rastiyekê.

Çalakiay 30'ê Hezîranê banga hevrê Zîlan a li jiyana azad e. Û ev bang vediguhere helwesta berxwedanê û dengê hevpar ê bi hezaran gerîla, bi mîlyonan jinan, gelê me û hemû bindestan. Ev helwest, weke têkoşîneke ji bo jiyana azad a bi Rêberê me re, xweseriya demokratîk a li Kurdistanê û konfederalîzma demokratîk a li Rojhilata Navîn şênber dibe. Lewma erk û wezîfeyên girîng dikevin ser milê hêzên modernîteya demokratîk. Çawa ku hevrê Zîlan bi çalakiya xwe îspat kir ku jiyana azad rastiyeke, em ê jî li qadên siyasî, leşkerî û jiyanê bi çalakiyên xwe kirin jiyana azad mayinde bikin. Ji ber vê yekê wezîfeyên girîng dikevin ser milê tevahiya gelê me, bi taybetî jinên dildarên azadiyê. Roj ew roj e ku jin û gel hesab ji sîstema modernîteya kapîtalîst û sîstema komploker bixwazin û bi ser bikevin. Ev serdem ji vî alî ve xwedî gelek avantajane. Em di rojên welê de ne, ku her kesên qala azadî û demokrasiyê dikin, lazim e ji bo serketina vê têkoşînê bikevin bin bar. Em bang li hemû jinan dikin, ku bibin hevparê vê kelecan, coş û rûmeta berxwedanê.

Di salvegera çalakiya jiyana pîroz û watedar a hevrê Zîlan de, em hemû şehîdên xwe yên şoreşê careke din bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşînê bi ser bixînin."