Jin a ku leşkerê Tirk dest avêtê, jiyana xwe ji dest da

Î.E. a 18 salî ku li Êlihê çawişê pispor ê artêşa Tirk Mûsa Orhan dest avêtibû wê û ji ber vê yekê hewl da xwe bikuje, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Jin a ciwan roja 16'ê Tîrmehê, ji ber destavêtinê li navçeya Qûbînê ya Êlihê hewl da xwe bikuje.

Î.E. heman rojê rakirin nexweşxaneyê, lê jiyana xwe ji dest da. Î.E. di nameya li dû xwe hişt de diyar kir ku dest avêtiye wê.

Li ser giliyê malbatê, leşkerê Tirk hate destgîrkirin, lê belê tevî ku bi Tipa Edlî destavêtin hate piştrastkirin jî, leşkerê Tirk ê tecawizkar bi kontrola edlî hate berdan.

Malbata Î.E. ji bo piştgiriya hiqûqî serî li Şaxê Êlihê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da. ÎHD'ê li ser daxwaza malbatê serî li Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê, Wezareta Parastinê ya Milî û Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê da û xwest têkildarî lêpirsînê û bûyerê agahiyê bidin wan.