Ji KCK'ê peyama Sirri Sureyya Onder: Têkoşîna du gelan kir yek

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku Sirri Sureyya Onder karîbû têkoşîna herdu gelan bigihîne hev û destnîşan kir ku xurtkirina têkoşîna demokrasî û aştiyê wê rêya herî rast a xwedîderketina li bîranîna wî be.

JI KCK'Ê PEYAMA SERSAXIYÊ

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê piştî wefata Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder peyameke sersaxiyê weşand.

KCK'ê di peyama xwe de ragihand ku xurtkirin û pêşvebirina têkoşîna demokrasî û aştiyê rêya herî rast a xwedîderketina li bîranîna Onder e û got, "Li ser bingeha hurmeta li wî û xwedîderketina li armancên wî, em ê di nava hewldaneke bi vî rengî de bin. Em bang li her kesî dikin ku ji bo dilsoziya bi bîranîna hêja ya Sirri Sureyya Onder, têkoşîna demokrasî û aştiyê ji cihê ku wî hiştiye hilgirin ser milê xwe û ji bo serxistina vê têkoşînê hîn bêhtir hewl bidin."

Peyama KCK'ê bi vî rengî ye: "Em bi xemgîniyeke mezin pê hesiyan ku Sirri Sureyya Onder ê hêja jiyana xwe ji dest da, ku ji ber krîza dil 18 rojan di çavdêriya awarte ya nexweşxaneyê de dihate dermankirin. Li gel ku doktoran gotibûn rewşa wî gelekî giran e jî, mîna her kesî me jî bawer dikir û em jî li bendê bûn ku Sirri Sureyya Onder ê hêja wê vê rewşê derbas bike. Mixabin ev yek pêk nehat. Ewladekî hêja yê gelên me, ku gelek bendewariyên Tirkiyeyê jê hebû û bi karê xwe ku heta niha kir tevkariyeke girîng li têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê kir, mixabin bi vî rengî ji nava me çû. Em dixwazin ragihînin ku ji ber windakirina vî mirovê têkoşînê yê hêja, gelekî xemgîn in. Di serî de malbat û xizmên wî, em sersaxiyê ji hemû hezkiriyên wî, dost û hevalên wî yên kar, civata huner-sînemayê, DEM Partiyê û gelên me re dixwazin. Li pêşberî bîranîna wî ya hêja bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

ŞEHÎDÊ AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ YE

Sirri Sureyya Onder dema ku karê ji bo aştî û demokrasiyê dikir ku karekî gelekî hêja ye, nexweş ket û mixabin jiyana xwe ji dest da. Lewma ew şehîdê aştî û demokrasiyê ye. Sirri Sureyya Onder di heman demê de mirovekî mezin ê têkoşînê ye. Sosyalîst, şoreşger û welatparêz e. Wî jiyana xwe bi têkoşîna sosyalîzm, demokrasî û azadiyê derbas kir. Ji bo vê jî berdêlên gelekî giran da. Taybetmendiya wî ya herî girîng ew bû; ku ji aliyekî ve pêşengekî girîng ê têkoşîna sosyalîzm û tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê bû, li aliyê din jî bi piştevaniya bi gelê Kurd re neferekî girîng ê vê têkoşînê bû. Di jiyana xwe de têkoşîna du gelan kir ye û bi vî rengî îdeala li Tirkiyeyê herî zêde tê xwestin, pêk anî. Bi kesayetiya xwe ya hunermendî û karê xwe re tevkariyên gelekî mezin li pêşketina civakî kir. Bi rêya hunera xwe rastiya civakî bi wêrekî, bi bandor û estetîk nîşan da, ya heyî xist ber lêpirsînê û fikir hîn bêhtir kûr kir.

XETA MAHÎR Û YILMAZ GUNEY TEMSÎL KIR

Sirri Sureyya Onder ê hêja ku bi gotinê taybetmendiyên wî yên erênî naqedin, bi jiyan, huner û têkoşîna xwe ya sosyalîzm û demokrasiyê xeta Mahîr, Denîz, Îbrahîm, Yilmaz Guney bi rengekî hêja temsîl kir û bû yek ji neferên girîng ku ev xet gihand vê serdemê. Em wî bi hurmet bi bîr tînin û li pêşberî bîranîna wî ya hêja careke din bejna xwe ditewînin. Ew di meha Gulanê de şehîd bû ku meha şehîdan e. Bi vê wesîleyê em şehîdên meha Gulanê û şehîdên demokrasî û şoreşê hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînin.

JI BO BÎRANÎNA WÎ DIVÊ EM TÊKOŞÎNA DEMOKRASÎ Û AŞTIYÊ BI SER BIXÎNIN

Sirri Sureyya Onder ê hêja karekî gelekî girîng karê aştiyê dikir û pêşengî jê re dikir. Bendewariyên gelekî mezin jê hebû, lê belê karê ku heta niha kiribû gelekî mezin bû û li gel hevalên xwe yên din ên kar karên aştiyê gihandibû asteke girîng. Wefata wî ji bo me êşeke giran jî be rêya herî rast a xwedîderketina li bîranîna wî pêşvebirin û serxistina têkoşîna demokrasî û aştiyê ye. Ji ber hurmeta me ya ji bo wî û dilsoziya bi armancên wî re em ê di nava hewldaneke bi vî rengî de bin. Em bang li her kesî dikin ku ji bo dilsoziya bi bîranîna hêja ya Sirri Sureyya Onder, têkoşîna demokrasî û aştiyê ji cihê ku wî hiştiye hilgirin ser milê xwe û ji bo serxistina vê têkoşînê hîn bêhtir hewl bidin."