Ji HDP’ê banga budçeya Hestiyariyê ji bo Zayendiya Civakî

Jinên HDP’yî, li Stenbolê ji bo Zayendiya Civakî Komxebatek Bûtçeya Bihestiyar lidar xistin.

Meclîsa Jinan a HDP’ê, li Stenbolê ji bo Zayendiya Civakî Komxebatek Bûtçeya Bihestiyar lidar xist. Komxebata bi rêya onlîne û rû bi rû hatî kirin, Parlementer, endamên Koordînasyona Jinê, rojnameger, nivîskar, akademîsyen, aktîvîst û jinên sendîkevan tevlî bûn.
Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran û Parlementer Filîz Kerestecîoglû, di axaftinên bi beşa çapemeniyê re vekirî de: Di pêvajoya çêkirina bûtçeyê li Meclîsê de, Meclîsa jinan bal kişandin li ser perspektîfa bûtçeyê.

DAXWAZ Û PÊŞNIYAR HATIN  KIRIN
Piştî axaftinan komxebatê di rûniştina xwe ya yekemîn a ji çapemeniyê re girtî de; bi vê sernavê “Bûtçekirina Bihestiyar a Zayendiya Civakî: Pêvajoya çêkirina bûtçeyê û bûtçeyê weke giştî girtina dest, em dikarin bînin rewşa bihestiyar a zayendiya civakî?” nîqaş domandin û fikrên xwe anîn ziman. Di rûniştina duyem de ji tevlîbûyiyan nêrîn û daxwaz hatin girtin.
Jinên ku ji bo komxebatê mafê axaftinê girtîn, diyar kirin ku pêwîstî bi bihestiyarkirina bûtçeya zayendiya civakî heye û li gorî vê pêwîst e jin hevkariya xwe çêbikin.
Encama ji komxebatê derketî wê di Komîsyona Bûtçeyê ya Meclîsê de bê parve kirin.

YÊN TEVLÎBÛYÎN
Kesên tevlî komxebatê bûyîn ev in:
“Ayşe Acar Başaran, Ayşegul Goguş, Ayşe Surucu, Bedriye Yorgun, Deniz Beyazbûlût, Derya Yolcû, Dilşat Canbaz, Ebrû Gunay, Emel Memîş, Fatma Kûrtûlan, Feray Mertoglu, Filîz Kerestecîoglû, Gulistan Atasoy, Gulsum Agaoglû, Huda Kaya, Kadriye Ozguç, Latîre Demircî Kahya, Mîne Akarsû, Nebîle Irmak Çetîn, Necla Akgokçe, Nûran Îmîr, Semîha Arî, Semra Guzelî Şemsa Ozar, Ozgun Akdûran, Zuleyha Gulum.”