HPG’ê nasnameya gerîlayê li Bedlîsê şehîd bibû eşkere kir

Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya gerîlayê di şerê 11’ê Tîrmehê de şehîd bibû eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê HPG’ê ve hate eşkere kirin, di encama bomberdûmana artêşa Tirk a li devera Şêx Cûma a girêdayî Bedlîsê de gerîlayê bi navê Diyako Ahemdî (Hemlet Dersim) ê li Sine hatî dinê şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku kesê bi navê Farûk Unal ê berê hatibû diyarkirin ku bi birîndarî ketiye destê artêşa Tirk, xwe radestî artêşa Tirk kiriye.

Nasnameya gerîlayê şehîd ketî wiha ye:

Nasnav:: Hemlet Dersim
Nav û Paşnav: Diyako Ehmedî
Cihê Jidayikbûnê: Sine
Navê Dayikê- Bav: Avat- Tîkbal

Cih û Dîroka Şehadetê: Bedlîs/ 12’ê Tîrmeha 2018