HDK-Ewropa: Her jin divê zêdetir li vê berxwedanê xwedî derkeve

Hewldana Meclîsên Jinan ên HDK-Ewropayê got Leyla Guven ew rûmetdar kirine û domand, ''Niha her jin zêdetir berpirs e ku li vê berxwedanê xwedî derkeve.''

Hewldana Meclîsên Jinan ên HDK-Ewropayê li ser berdana Leyla Guven a di roja 79'an a greva birçîbûnê de got, ''Leyla Guven a nûnera gel, xemla serhildanê li xwe girêdaye û bi pêngaveke pêşeng serê govenda berxwedanê dikişîne.''

Di daxuyaniyê de grevên birçîbûnê yên li Ewropayê, Hewlêrê, Strasboûrgê, Gallerê hatin bibîrxistin û hate gotin, Hevseroka KCD'ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven bi çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi roleke pêşeng rabûye û hate gotin, ''Leyla Guven bi temsîla vîna jinên berxwedêr, wekhevî û azadîxwaz û daxwazên wan  têkoşîneke girîng daye destpêkirin.''

Bi berdewamî hate gotin rewşa greva birçîbûnê ya Leyla Guven hatiye rewşeke krîtîk, her ku diçe rewşa tendiristiya wê girantir dibe û hate gotin, ''Di van şertan de ku rewşa tendiristiya wê her roj girantir dibe, têkilî bidawîbûna tecrîdê divê daxwazên wê werin bicihanîn.''

Hewldana Meclîsên Jinan a HDK-Ewropa her  got, ew di serî de Leyla Guven, hemû berxwedêrên li dijî tecrîdê li ber xwe didin slav dikn, Leyla Guven li dijî êrîşên faşîzmê, zilam-serweriyê, li dijî polîtîkayên wan bi rola pêşeng a jin li ber xwe dide û hate gotin, ''Leyla  Guven em jin rûmetdar kirin. Niha her jin bi wê berpirsyariyê ye ku zêdetir li berxwedanê xwedî derkeve.''