Girtiya siyasî Ayten Beçet çalakiyek fedayî pêk anî

Girtiya siyasî Ayten Beçet a li Girtîgeha Gezbeyê tê ragirtin, ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd çalakiyeke fedayî pêk anî, şehîd bû.

Li gorî agahiyên hatin girtin, girtiya siyasî Ayten Beçet a li Girtîgeha Jinan a Gezbeyê tê ragirtin çalakiyeke fedayî pêk aniye.

Beçet bi çalakiyeke fedayane ji bo şikandan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şehîd bû.

Bi bihîstina agahiyê re parêzer çûn ber derê girtîgehê. Rêveberên girtîgehê ji bo parêzeran aniye ziman ku Beçet xwe bi darve kiriye û jiyana xwe ji dest daye. Têkildarî bê ka cenaze birine kû ti agahî nehatin girtin.

Ji destpêkirina grevên birçîbûnê ve 2 girtî bi giştî 3 çalakvan şehîd bûne.

Ji destpêkirina grevên birçîbûnê ve 2 girtî bi giştî 3 çalakvan şehîd bûne.

17’ê Adarê girtiyê siyasî Zulkuf Gezen ê li Girtîgeha Tekirdagê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyeke fedayî şehîd bibû. Cenazeyê Gezen li Goristana Yenîkoy a Amedê hatibû veşarti.

Li bajarê Krefeld ê Elmanyayê jî 20’ê Sibatê li dijî tecrîdê Ûgûr Şakar çalakiyek pêk anîbû û bedena xwe dabû ber agir. Şakar 22’yê Adarê şehîd bibû.