'Em ê çîroka Nûjiyan Erhan temam bikin'

Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê, nûçegihan Nûjiyan Erhan ku ji aliyê hêzên PDK'ê ve hate şehîdxistin, bi bîr anî.

Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê, şehîda çapemeniyê Nûjiyan Erhan bi bîr anî.

Di daxuyaniya nivîskî ya platformê de hate gotin, "Nûjiyan Erhan (Tûba Akyilmaz) berî 2 salan li bajarokê Xanesorê yê Şengalê dema ku nûçe dişopand bû hedefa hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hate qetilkirin.

Nûjiyan mîna Gûrbetellî Ersoz, Ayfer Serçe, Denîz Firat û gelek ji wan bû bingehek ji çapemeniya jinê ya Kurd re. Nûjiyan gelek xebatkarên çaepmeniya jinê ku perwerde kir, li Şengalê hişt ku çîrokên jinê yên jinan û lêgerîna heqîqetê temam bikin."

'EM Ê XWEDÎ LI MÎRATEYA WÊ DERKEVIN'

Di dawiya daxuyaniya platformê de hate gotin, "Bi navê xebatkarên jin ên çapemeniya azad, em ê xwedî li mîrateya Nûjiyan derkevin, wêrekî, biryardarî û îradeya wê ya têkoşînê ji jinên siberojê re ragihînin û her çîroka nîvco temam bikin."