'Em ê bi ruhê Zîlanbûyînê serketinê misoger bikin'

Gerîlayên YJA Starê, di 21. salvegera şehadeta kadroya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) de nêrînên xwe anîn ziman û gotin, "Em îro bi ruhê Zîlan şer dikin û em ê bi Zîlanbûnê bi ser bikevin.

Gerîlayên YJA Starê, di 21. salvegera şehadeta kadroya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) de nêrînên xwe anîn ziman û gotin, "Em îro bi ruhê Zîlan şer dikin û em ê bi Zîlanbûnê bi ser bikevin.

'ZÎLAN BI ÇALAKIYA XWE PÊŞÎ LI KOMPLOYA LI SER RÊBER APO GIRT'

Gerîlaya bi navê Nûpelda Mardîn, di şexsê milîtanên PKK’ê Zîlan, Gulan, Sema, Dijle û Sîdar de tevahî cangoriyên meha Hezîranê û şoreşa Kurdistanê bibîr anîn û li ser girîngiya çalakiya Zîlan wiha axivî; "Di dîroka şerê me yê çekdarî de taktîk û rêbaza çalakiya heval Zîlan kirî bi xwe re demekî nû ya di pêşxistina şerê gerîla de anî. Heval Zîlan bi çalakiya xwe ya dîrokî navê xwe di têkoşîna gerîlabûnê de nivîsand. Çalakiya heval Zîlan li hemberî komploya ku di sala 1996’an de li ser Rêber APO hatibû plankirin, pêk hat. Şêwaz û rêbaza çalakiya heval Zîlan, di tevgera me de yekem bû. Bi her awayî cuda bû. Di aliyê siyasî, leşkerî, taktîkî û fedaî de mirov dema bala xwe bidê mînakekî çalakiya bi vê awayî nehatî pêkanîn. Çalakiya heval Zîlan dewleta Tirk xiste nav şoqeke mezin. Bi vê çalakiyê derket holê ka berxwedana gelê me û ya Jina Kurd çiqas xurt e. Dilsoziya hevala Zîlan a bi Rêber APO, şehîdan û gel re çiqas mezin bû radixe ber çavan. Di bingeha li darxistina çalakiyek wisa mezin de bawerî, dilsozî û evînek mezin a bo jiyanê heye. Heval Zîlan bi hestên xwe yên xurt tehlîkeya li ser Rêbertî, gerîla û gel bi pêşdîtinên xwe yên xurt re dike yek wisa dibe bersiv. Di wan şert, merc û bê derfetiyan de analîzên kur dike."

Mardîn bal kişand ser dilsoziya Zîlan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û wiha axivî; "Mirov dikarê bêje heval Zîlan hevrêtiya ji dil û herî mezin bi Rêbertî re meşand. Ev di nameya xwe de bi rengekî herî zelal nivîsandiye. Her gotin û hevokeke hatiye nivîsandin felsefîk, polîtîk e. Rastiya Kurdistanê û heqîqeta jinê bi awayekî herî têr û tije aniye ziman. Heval Zîlan, nameyên xwe bi hişmendiyek kur a dîrok û zanistiyê nivîsandiye. Lêhûrbûn û tehlîlên ku heval Zîlan wê demê kirine îro jî heman tişt têne jiyîn. Ji ber wê di roja îro de Zîlanbûyîn ji me tê xwestin. Bi ruhê Zîlan, Gulan, Sema û Dijle jiyîn ji me tê xwestin. Rêbertî di bin tecrîdek girankirî de tê ragirtin. Li ser gel û gerîla êrîşên hovane têne meşandin. Li hemberî van plangeriyên qirêj ên li ser gel û Rêbertî rêya yekane berxwedane. Ez dibêjim ruhê demê Zîlanbûne. Ez jî weke milîtanekî di xeta Zîlan de têdikoşim tişta ku bikeve ser milê min ez ê pêkbînim. Ji bo em li hemberî rastiya van şehîdên me yên mezin bibin bersiv tevlîbûnekî rast a ji vê demê re tê xwestin. Ez jî bi wê bîr û baweriyê tekoşîn bikim û ji vê demê re bibim bersiv."   

'ZÎLAN DI JIYANA GEL Û GERÎLA DE NIRXEKE MANEWÎ Û EXLAQÎ AVA KIR'

Gerîlaya bi navê Nûrhak Boran Amanos diyar kir, ku Zîlan ji bo wan temsîla çanda fedayîbûnê ye û wiha dest bi gotinên xwe kirin; "Di her serdem û demên dîrokê de, kesayetên qehreman ji nav gel der tên. Di şoreşa gelê me û gelên Rojhilata Navîn de jî bi hezaran qehremanên navê xwe di dîrokê de nivîsîne derketine. Kesayetên bi rastiya gelên xwe ve girêdayî di demên herî zor û zehmet de derdikevin ser dika dîrokê. Kesayeta heval Zîlan û çalakiya ku pêk anî jî ji bo tevgera me xwedî girîngiyek wisa mezin e. Di rastiya têkoşîna me de jî dema mirov lê mêze dike her tim derketinên wisa mezin çêbûne. Ji şehadeta heval Hakî, Mazlûm, Kemal, Bêrîtanan bigre heya Heval Sara û roja îro şehîdên pêngava şerê gelê şoregerî deketinên mezin çêbûne û rastiya gelekî berxwedêr û serî netewandî afirandine. Derketinên kesayetên mezin bi xwe re derketin û destketiyên mezin diafirînin. Di dîroka Kurdistanê de dibe ku ev ne derketinekî yekem bû lê bi wê şêwazî fedaiyane cara yekem di şexsê heval Zîlan de hate rû da."

Nûrhak Boran Amanos, gotinên xwe wiha dewam kir; "Derketineke wisa dîrokî bi destê jinê û bi taybetî jineke Elewî bi vê şêwazî çalakî lidarxistin bi xwe re deng veda û bû sedem gelek hevsengî bêne rûxandin. Ji ber heya wê demê di nav civakê de pir zêde dengê jinê tine bû. Bi taybetî jî di aliyê jinên Elewî de deng û rengê wan cidî nîn bû. Qadek ku ew xwe têde îfade bikirana nebû. Hêza wan ya şerkirinê nebû. Hevgirtinekî rêxistinî, rihî û fikrî li hemberî pergalê tunebû. Heval Zîlan bi çalakiya xwe temamî ev dengê xira kirin û rê li ber rêxistinbûna jinan vekir. Yanê mirov nikare çalakiya heval Zîlan tenê ji bo pêvajoyek derbas bike û li hember komplo bû bersîv binirxîne. Heval Zîlan pêvajo baş dixwîne rast digre dest û tişta ku di wê demê de pêwîste bê kirin rast fam dike û pêktîne. Heval Zîlan tenê temsîla demekî nake heval Zîlan roja îro di jiyana gel û gerîla de nirxekî manewî ya mezin avakirî. Em niha heval Zîlan ji bo xwe hêza avakirina nirxên exlaqî û moralê digirin dest û dixwezin rast fam bikin. heval Zîlan çavkaniya hêz dayîna meye. Em dema dikevin tengavî û zoriyan heval Zîlan dibe navnîşana moral û bihurandina wan zoriyan. Ev bi şêwazê çalakiya xwe bi jiyana xwe, bi kesayeta bê teredûd avakirî ji jinan re riyekî ya derketinê avakirî. Heval Zîlan bûye nirxekî mezin ji bo derxistina cewher û vîna jinê. Heval Zîlan bû yekane dengê gelekî ku dihate windakirin û di qirkirinê derbas dibû. Em roja îro jî li ser nirx û mîrateya heval Zîlan ji me re avakirî bi pêşve diçin. Ew xeta fedaî ya avakirî. Tenê ji bo canê xwe dayînê ne, bi her awayî tevlîbûna jiyanê, bi fikir, zîkir û gotin, exlaq, nirx û civaka xwe ve beşdar dibe mijara gotinê ye. Ev tevlîbûn encama mîrasa heval Zîlan hêştiye derketiye holê. Û em jî hewl didin li ser wê mîrasê bi pêşve herin. Û niha em enceq bi pêkanîna xeta heval Zîlan dikarin dijmin ji xaka xwe derxînin û biqedînin. Ji bilî wê şansê me yê serkeftinê tuneye."  

'HEVAL ZÎLAN PÊŞEROJ, ÎRO Û PAŞEROJA ME YE'

Gerîlaya bi navê Dijle Rojhilat jî, ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye çalakiya Zîlan li ser wê û keçên rojhilat bandorekî çawa avakirî anî ziman û Zîlan bi van gotinan pênase kir; "Dema heval Zîlan tê gotin xeta parastina Rêbertî, pêşenga jiyanê, dilsozî û heqîqeta gerîlabûnê tê hizirê min. Heval Zîlan bi çalakiya xwe ya fedaiyane li Kurdistanê jiyan ji nûve şîn kir. Wêrekî û Rihê berxwedêr di jina Kurd de da çandin. Îro di şopa Zîlan de bi hezaran Zîlan dimeşîn. Heval Zîlan ji bo me bû çav, dil,  fikir, ziman, tekoşîn, şer, nasname, vîn, bawerî, nirx, vegera rastiya xwe û heqîqeta jina azad. Ez û gelek hevalên din yên ji rojhilat gava me çalakiya heval Zîlan bihîstî beşdarî nav refên gerîla bûne. Ji ber çalakiya heval Zîlan ji bo me gelek jinên rojhilat bû çavkaniya îlhamê ku em berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê. Hevalên ku ji rojhilat tevlî dibin navê xwe piranî dikin Zîlan. Rêhevala me ya mezin Zîlan Pepolê yek ji wan hevalan bû. Ew jî di şopa Zîlan de şer kir û bû pêşenga jinên Rojhilat. Ez hêj bi çûk bûm min navê heval Zîlan bihîst bû. Lê çalakiya wê gelek li ser tevlîbûna min bandora xwe kir.  Ez niha jî gava behsa kesayeta heval Zîlan dikim pir bi kelecan dibim. 21 sal di ser çalakiya heval Zîlan re derbas bûye lê hêj weke îro zindî ye. Ji ber Zîlan nayê kevinkirin, ew rabûrî, îro û paşeroja me ye. Em çiqas Zîlan bijîn em ê ew çend mezin bibin. Em ê ew çend bibin hevrêyên rast ên şehîdan û rêbertiyê. Sala 2017’an salekî ya tekoşînê herî dijware. Erk û berpirsyariyên cidî ji me têne xwestin. Em dixwezin bi wê zanebûnê beşdar bibin. Ez dibêjim ji me vejîna ruhê Zîlan tê xwestin. Em îro bi ruhê Zîlan şer dikin û em ê bi Zîlanbûyînê bi ser bikevin. Bi vê bîr û baweriyê ez şehîdên me yên pêşeng Zîlan, Sema û Gulan bibîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim."