Gerîlayên HPG û YJA Starê di nava şert û mercên herî giran ên şer û jiyanê de li dijî dijmin ê dagirker xaka Kurdistanê diparêzin. Keça serhildêr a Dersimê Bêrîtan beriya 31 salan di sala 1992'an de dema ji bo parastina xaka xwe şer dikir, li dijî xiyanetê xwe ji zinar avêt.
Gerîlaya YJA Starê Dîrok Cûdî qala bandora çalakiya Bêrîtan kir.
Dîrok Cûdî di şexsê şehîd Bêrîtan de şehîdên Kurdistanê hemû bi bîr anî û got, "Dema ku hevala Bêrîtan şehîd bû, demeke welê bû ku xiyanet lê zêde bû. Îro jî hevalên me li dijî xiyanetê li Zap, Avaşîn û Metînayê bi ruhê hevala Bêrîtan berxwedaneke mezin dikin. Dewleta Tirk û hêzên PDK'ê li hemberî me şerekî nemerdane dimeşînin. Dijmin bi taybetî çend salên dawî bênavber êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Li hemberî gerîla her cûre çekên qedexekirî û kîmyewî bi kar tîne, lê nikare bi ser bikeve. Ji ber ku hevrêyên me bi ruhê berxwedanê yê Bêrîtan têdikoşin û heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe didin.
Eger em dixwazin xwe bigihînin armancên hevala Bêrîtan divê em sekna ku wê li hemberî xiyanetê nîşan da ji xwe re bikin esas. Çalakiya wê wêrekiyê dide me hemûyan. Çalakiya hevala Bêrîtan bingeha artêşbûna jinê ye. Di vî şerê giran de hevrêyên me bûyerên ku diqewimin bi raya giştî re parve dikin. Gerîla tevî hemû zor û zehmetiyan ti carî tawîzê nadin dijmin. Çi dibe bila bibe mîna hevala Bêrîtan em ê heta kêliya dawî xaka xwe biparêzin. Çawa ku çalakiya hevrêya me Bêrîtan bi ser ket em ê jî vê serketinê misoger bikin."