Di meha Mijdarê de 36 jin û 6 zarok hatin qetilkirin

Li gorî çeteleya meha Mijdarê ya JINNEWS’ê di meha Mijdarê de 36 jin û 6 zarok hatin qetilkirin.

Li Kurdistan û Tirkiyeyê daneyên der barê tundî, qetilkirina jinan û hejmarên rast tên veşartin. Polîtîkayên bêcezahiştinê jî rê li ber qetilkirin û tundiyê vedike. 

Li gorî daneyên ku JINNEWS'ê kom kirine di meha Mijdarê de 36 jin û 6 zarok hatin qetilkirin. Mirina 23 jinan jî bi guman e. Her wiha 7 jin jî rastî hewldanan kuştinê hatin. 

Li Stenbolê 9, li Muglayê 3 li Îzmîrê 2, li Bûrsayê 2, li Çankiriyê 2, li Konyayê 2, li Mêrdînê 2, Manîsayê 2, li Kocaeliyê 2, li Edeneyê 2, li Kayseriyê jinek, li Rihayê jinek, li Balikesirê jinek, li Têkirdagê jinek, li Antalyayê jinek, li Enqerê jinek, li Meletî jinek û li Denizliyê jî jinek hatin qetilkirin.