Di meha Cotmehê de 28 jin hatin qetilkirin
JINNEWS’ê diyar kir ku di meha Cotmehê de 28 jin hatine qetilkirin, 13 jin û 3 zarok bi guman jiyana xwe ji dest dane.
JINNEWS’ê diyar kir ku di meha Cotmehê de 28 jin hatine qetilkirin, 13 jin û 3 zarok bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî çeteleya meha Cotmehê ya JINNEWS’ê, 28 jin hatine qetilkirin, 13 jin û 3 zarokan jî bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest dane. Her wiha hewl hatiye dayîn ku 2 jin jî bên qetilkirin.
12 jin ji aliyê mêrê ku bi wan re hatine zewicandin, 2 ji aliyê mêrên ku nas nakin, 2 ji aliyê kurê xwe, 2 ji aliyê birayê xwe, 2 ji aliyê cîranê xwe, 2 ji aliyê mêrê ku bi wan re di pêvajoya hevberdanê de bûn, 1 ji aliyê mêrê ku xwe jê berdaye, 2 ji aliyê hevalê ku bi wan re jiyane, 2 hevalê ku jiwan veqetiyane û jinek jî ji aliyê bavê xwe ve hatine qetilkirin.
Li Mêrdînê 2, li Artvînê 2, li Enqereyê 3, li Mersînê 2, li Edeneyê 3, li Stenbolê 1, li Rihayê 1, li Îzmîrê 1, li Eskîşehîrê 1, li Dîlokê 1, li Ispartayê 1, li Antalyayê, li Tekîrdagê 1, li Konyayê 1, li Trabzonê 1, li Agiriyê 1, li Edîrneyê 1, li Bayburtê 1, li Sakaryayê 1 û li Bursayê jî jinek hatine qetilkirin.