Dayikên Şemiyê, aqûbeta Ahmet Bûlmûş pirs kirin
Dayikên Şemiyê, vê hefteyê ji bo Ahmet Bûlmûş ê ku di sala 1994’an de hatibû windakirin çalakî lidar xistin.
Dayikên Şemiyê, vê hefteyê ji bo Ahmet Bûlmûş ê ku di sala 1994’an de hatibû windakirin çalakî lidar xistin.
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin di hefteya 631'an de li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Di çalakiyê de laçikên spî û qurnefilên sor danîn ser wêneyên windayan û pankarta mezin a “Faîl diyar in, winda li ku ne" vekirin. Di çalakiyê de Parlamenterê (CHP) Sezgin Tanrıkulu û gelek parazvanên mafên mirovan amade bûn. Bi sedan endam û nûnerên DÎSK, TMMOB, KESK, TTB'ê li Hewraza Kazanci beşdarî bîranina kesên di 1'ê Gulana 1977'an de hatin kuştin bûn, beşdarî bernameya çalakiya Dayikên Şemiyê bûn. Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kani Beko, Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lami Ozgen, Serokê Giştî yê TTB'ê Raşit Tukel û Serokê Giştî yê TMMOB'ê Emin Korumaz jî beşdarî çalakiyê bû û piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de 3 zarokên ku qurnefil û wêneyên windayan xistin destê xwe jî bal kişand.
Dayikan vê hefteyê aqûbeta Ahmet Bûlmûş ê 48 salî ku di Nîsana 1994'an de bi Torosa Spî hat revandin pirsîn.
NERAZÎBÛN NÎŞANÎ QEDEXEYA TAKSÎMÊ HATE KIRIN
Di çalakiyê de Birayê Kenan Bîlgîn ê di 12'ê Îlona 1994'an de li Enqereyê hat binçavkirin û windakirin Îrfan Bilgin axivî û wiha got: "Edalet êdî ketiye bin kontrola erka siyasî. Kujer nehatin darizandin. Ji îro û şûnde edalet li vir tune ye. Birayê Cemil Kırbayir Mikail Kırbayır jî anî ziman ku ji bo dewlet ji kujeran hesab bipirse li vir in û destûrnedayîna pirozbahiya 1'ê Gulanê ya Qada Taksimê jî rexne kir.
‘BILA CEZANEKIRINA 23 SALAN BI DAWÎ BIBE’
Xwişka rojnameger Metin Goktepe Meryem Goktepe jî daxuyanî xwend û wiha got: “Bila êdî kesên 23 sal berê Ahmet Bûlmûş winda kir bê cezakirin. Divê êdî dewlet peywira xwe ya edaletê û ceza pêk bîne. Divê kesên sucdar ceza bike. Divê darizandinek serbixwe pêş bixe û kesên mirov windakirine bên cezakirin. Divê daraz bi temînata heq û azadiyê tev bigere.
Ev 631 hefteye ye em li windayan digerin û Ahmet Bûlmûş 23 salin winda ye. Ji bo dewlet dengê Hevsera wî Fatım Bûlmûş a dibêje "Bila gorek me hebe, bila kesên ev êş dane jiyandin bên darizandin" bibhîze em li vir in. Gundê Ahmet Bûlmûş û malbata wî gundê Hîsarê ku li Kontara Çizîrê di sala 1992'an de hat xerakirin û valakirin. Li ser vê yekê neçar ma koçî Cizîrê bike. Bûlmûş ê 48 salî di nîsana 1994'an de dema ji bo radyoya xerabe bibe çêke ji malê derket rasti hevalê xwe B.G hat. Dema çûn tamîrvanê radyo li ser kolana Mêrdînê ji aliyê Torosa Spî ve hat rawestandin. 3 kesên çekdar ku ji maşînê derketin li nasnameya Ahmet Bûlmûş û B.G nerîn. Kesên çekdar B.G berdan û Ahmet Bûlmûş jî li wesayîtê siwar kirin û birin. Wê rojê B.E. jî bû şahid. Heman rojê kesên di emrê Fermandariya Jendirmeyan a Cizîrê Cemal Temîzoz de çûn mala Ahmet Bûlmûş. Li malê lêgerîn kirin lê tiştek nedîtin. Temizoz, ji hevsra Bûlmûş Fatim Bûlmûş re got "Me hevserê te bir. Bû mêvanê me. Em wê 4 roj şûnde berdin."
Dîsa şahidekî din jî got 'Ez û Ahmet Bûlmûş bi hev re di bin çavan de bûn. Çavê me girtî bû lê me dengê hev nas kir. Lê piştî vê yekê hemû lêgerîn û hewldanên malbatê bê encam man. Di sala 1996'an de li Navçeya Sîlopya li nêzî Lokantaya Sinan hestiyên 6-7 kesan hatin dîtin. Ji ciwalên ku ji bîrekê hatin derxistin di navde serê yekî tune bû. Fatim Bûlmûş ku wê demê çû cihê bûyerê got "Ew cil yên hevserê me ne" Lê ji ber tirsa zêde serlêdana fermi nekir. Ji ber vê yekê li goristana Şaredariya Sîlopiyê ya bêkesan hat definkirin. Dîsa di kolandina bîrên BOTAŞ'ê yên di 9-14'ê Adara 2009'an de hatin kolandin, tasa seriyekî jî di navde 17 hestî hatin dîtin. Li ser vê yekê Vedat Bûlmûş bi baweriya ku dibe hestî yê bavê wî be serî li Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê da. Tevî ku 8 sal derbas bûn hêj ti gav nehatine avêtin. "