Dayikên Şemiyê, ji bo Şîmşek a dewletê qetilkirî hatin ba hev

Dayikên Şemiyê ji bo dermansaz Ayşenûr Şîmşek a berî 24 salan hatibû destgîrkirin û bedena wê ya êşkencekirî hatibû dîtin hatin ba bav.

Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta xizmên xwe bipirsin û berpirs bên darizandin xwestin di hefteya 722’yemîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe lidar bixin. Polîsan dayikan carek din asteng kir. Tevî ku polîsan kolana avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) ya Stenbolê dorpêç kir jî Dayikên Şemiyê li vir kom bûn û çalakiya haftane li dar xistin.

Dayikên Şemiyê tîşortên wêneyên xizmên windayan li ser li xwe kirin û wêneyên windayan û qurnefilên sor hildan.

Parlamenterên HDP’ê Oya Ersoy, Huda Kaya û Musa Pîroglu û gelek mirovên şemiyê beşdarî çalakiyê bûn. Vê hefteyê li aqûbeta Seroka Şaxa Saglik-Senê ya Enqereyê dermansaz Ayşenûr Şîmşek a ku di 24’ê Çileya 1995’an de hat windakirin û di 12’ê Nîsana 1995’an de cenazeyê wê li Goristana Bêkesan a Kirikkale hat dîtin pirsîn û xwestin berpirsên wê bên darizandin

Mirova Şemiyê Îkbal Eren daxuyaniya vê hefteyê xwend û got: “Em ji bo Ayşenûr Şîmşek û windayên xwe edaletê dixwazin. Sedemê hebûna dewletê ew e ku teminata hiqûqê bike. Ji bo dîtina windayan 722 hefte ne em li qada û kolanan e. Heta em windayên xwe bibînin û faîl bên darizandin em ê di daxwaza edaletê de israr bikin. Em ê qet û qet dev ji Galatasarayê bernedin.” Eren piştî van gotinan çîroka windabûna Ayşenûr Şîmşek parve kir û got Şîmşek di 27 saliya xwe hat windakirin.

Piştî Eren, birayê Şîmşek Ercan Şîmşek jî axivî û wiha got: “Xwişka min ji bo civakek bi aştiyane û cîhanek adil têdikoşiya. Kesên wê li pêşiya pergala mêtingeriyê asteng dîtin qetil kirin. Ew kesên wê bi bêbextî qetil kirin li kû ne? Ew kesên ferman dan li kû ne? Hûn kesên dewletê birêve dibin we got em ê cînayetan ronî bikin. Ew kesên dengan berhev dikin çi bû ku êdî hûn nokteya ku ‘dema li Emînonu digeriyan hatin winda kirin.’ Çi bû ji we êdî hûn tehamulî bîranîna windayên me jî nakin. Vê ji bîr nekin ev îmtîhana we ye jî. Yên dewletê birêve dibin, rê, pir û qesrên we çêkirin e her tim dê di bin siya sûcên mirovahiyê ku we ronî nekiriye de bimînin. Îro em li vir dibînin Ayşe û yên wek wê jiyanek bi rûmet berdewam dikin.”

Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.