Dayikên Şemiyê: Em ê bi domdarî hesab bixwazin

Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Fehmî Tosûn pirsîn. Malbata Tosûn got: “Em ê bi domdarî hesab bixwazin.”

Dayikên Şemiyê, çalakiya xwe ya ji bo dîtina xizmên xwe yên winda û darizandina berpirsên wan di hefteya 812’emîn de domandin. Ji ber vîrûsa koronayê dayikan çalakiya xwe li ser înternetê bi awayekî online pêk anîn. Di çalakiyê de Dayikên Şemiyê aqûbeta Fehîm Tosûn ku dema destgîrkirî winda bû û 25 sal in agahî jê nayê girtin, pirsîn.

Hevjîna Tosûn Hanim Tosûn ku tevlî çalakiyê bû, bi gotina ‘Meha Cotmehê ji bom in meheke zor e. Lê rexmî her tiştî jî em têkoşîna xwe ya ji bo windayan didomînin’ dest bi axaftina xwe kir û ev tişt anî ziman: “Beriya hevjînê min di meha cotmehê ya sa 1993’an de bavê mîn jî di Komkujiya Licê de hat kuştin. Ne tenê ji bo Fehîm, em ê ji bo hemû windayan hesab ji rayedar û rêveberan bipirsin. Me tu carî dev ji berneda û em ê dev ji bernedin. Hemû windayan bi rêzdarî bi bîr tînim.”

Piştî dayika xwe keça Tosûn Besna Tosûn jî axivî û diyar kir ku weke bavê wê bi sedan kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin û cenazeyê wan hatine windakirin û wiha got: “Armanc tirsandina muxalîfan bû. 25 sal in ji bo ku em xwe bigihînin heqîqet û edaletê têdikoşin. Ev binpêkirineke giran a a mafan û sûcekî mirovahî ye. Ji me xizmên windayan jî êşkenceyeke derûnî ye. Kesên ku van sûcan kirine ji aliyê dewletê ve tên parastin. Divê kes ne li benda bêdengbûn, qebûlkirin û jibîrkirina raboriyê ya me be. Hemû lêgerînên me yên hiqûqê bê encam man. Hê jî hezkiriyên me winda ne û sûcdar bi hêsanî digerin. Lê heta ku em nebêjin qediya wê neqede.”

Parêzera Malbata Tosûn û Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn jî axaftin kir û lêgerîna malbatê ya ji bo Tosûn vegot. Keskîn, diyar kir ku ji ber ku hat fikirin wê di hiqûqa navxweyî de encam neyê girtin serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) hat dayîn û wiha got: “Di encama serlêdana DMME’yê de ji malbatê re tazmînat hat razandin. Di nivîsên ku ji vê dadgehê re hatin nivîsandin de sûc bi awayekî sergirtî hat qebûlkirin. Lê piştre di hiqûqa navxweyî de dozger hemû daxwazên me paşguh kir û serlêdanên ku hatin kirin red kir. Ji bo vê dosyayê hemû rê hatin bikaranîn. Em niha derbarê dosyayê de amadekariyeke nû dikin.”

Di dawiya axaftinên ku hatin kirin de metna hefteyê ku ji bo çapameniyê hatibû amadekirin ji aliyê mirova şemiyê Gulistan Zeren hat xwendin. Zeren, di metnê qala zehmetiyên k udi dosyay Tosûn de tên kişandin kirin û daxwaz kir ku înkar û bêcezahiştina di dosyayê de bê bidawîkirin.